Li Idlibê nebata qebar ji bo jin û zarokan çavkaniya jiyanê ye

Li Idlibê, di nav bilindûna asta hejarî û kêmbûna derfetên kar de, nebata qebar yani şefleh, ji bo gelek jin û zarokan çavkaniya jiyanê ye.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib – Giyayê qebar di hawîrdorên zuwa de, li kêleka rêyan, deverên çiyayî û quntarên kevirên kilsî mezin dibe. Ji bo mezinbûna wê pêwîste tîrêjê rojê bibîne. Ew bi şaxên xwe yên pir, rengê mor û kulîlkên xwe yên spî tê zanîn. Li İdlibê, di nav bilindûna asta hejarî û kêmbûna derfetên kar de giyayê qebar, yani şefleh, ji bo gelek jin û zarokan çavkaniya jiyanê ye. Ji hêla bazirgan, dermanfiroş û laboratîfên dermanxaneyan ve daxwaziya giyayê el-qebar zêdeye. Qebar nebatek daristanî ya kesk e ku gûzên wê heya 75 cm ji rûyê erdê bilind dibe û bi hatina demsala havînê re çêdibe û di navbera mehên Hezîran û Tebaxê de diqede. Ji ber ku rêjeyek bilind vîtamîn têde ye, ji bo derman tê bikar anîn. Her çend demsala komkirina qebar zehmete jî, lê Idlib bi salane nêzîkî 80 ton qebar komdike û piranî li derveyî welat tê îxrackirin.
“Ger em kar nekin em nikarin bijîn”
Zarokê bi navê Ebid Hemîd El-Ernedus ê 12 salî her roj li gel her sê birayên xwe Omer ê 10 salî, Selîm ê 8 û Yûsif ê 6 salî ji seatên sibê heta êvaran derdikevin û nebata el-qebra kom dikin ku di dawiya rojê de difroşin û debara jiyana xwe li ser wê dikin. Ebid Hemîd EL-Ernedus dibêje ku ew fêr bûne her sal nebata el-qebar kom bikin û li ser wê pere qezenç bikin û bi vî awayî alîkariya dayika xwe dikin û got: "Em li kampên Dêr Hesan di nav konekî kevin de bi cih bûne, ger em kar nekin em nikarin bijîn. Nebata qebar nebatekî stirî ye ku hemû stiriyên wê dikeve nava destê me, ji ber wê em di kom kirinê de gelek zehmetiyan dikşînin".
“Ji bo mezinbûnê dibê tîrêjên rojê bibîne”
Dayika Ebid Hemîd Hiyam EL-Sedîq a 38 salî dibêje ku ew ditirse zarokên wê ji ber germa zêde nexweş bikevin yan jî bi dupişk û maran bi wan ve bidin. Hiyam da zanîn ku li gel van hemû metirsiyan jî ji neçarî zarokên xwe dide xebitandin. Hiyam bilêv kir ku ew nebata qebar difroşe cîrana xwe Ayda EL-Helebî ya 40 salî, ku ew jî komî ser hev dike û pişre difroşe bazirganan. Hiyam diyar dike ku ew ji karên zarokên xwe rojane deh dolaran bi dest dixe û ew jî têra wan nake. 
“Ez baş dişom û di konteynirên mezin de dihêlim”
Ayda EL-Helebî di derbarê komkirina qebar de wiha dibêje: "Piştî ferzkirina dendikan û paqijkirina wan ji dar, kurmik û gemarê ez baş dişom û di konteynirên mezin de dihêlim av û xwê li ser zêde dikim".
“Ji bo nebim bar dixebitim û qebar kom dikim” 
Di bin tava dijwar de Xedîca EL-Berkat a 50 salî jî her roj derdikeve û nebata qebar berhev dike ku karibe xwe xwedî bike û dermanê tansiyon û şekir peyda bike. Xedîca dibêje:"Tu kesê min tune, kurê min di dema bombebaranê de jiyana xwe ji dest da û kurê min yê din jî kar dike. Ji bo li ser kesê nebim bar nebata qebar kom dikim.” 
“Qebar ji bo romatîzm, şekir, enfeksiyonên guh û mîdê tê kar anîn”
Di derbarê bikaranîna qebar de, dermanfiroş Mona Klidou a 30 salî wiha dibêje, "Qebar di pîşesaziya kozmetolojiyê û dermankirina nexweşiyên romatîzm, şekir, enfeksiyonên guh û mîdê de tê bikar anîn. Her wiha feydeyên din yên wekî tansiyona bilind dadixe û nexweşiyên sing jî baş dike".