Li Idlibê jin bi heqdestiyekê kêm bi seatên dirêj kar dikin

Tevî ku gelek derfetên kar ji jinan re li Idlibê hene jî lê belê gelek jin heta niha êşa di cîhên kar de keda wan tê xwarin. Di encam de seatên kar ên dirêj li beramberî heqdestekî kêm kar dikin.

HEDÎL EL OMER

İdlib- Jinên li Idlibê di rewşeke gelekî dijwar de kar dikin. Ji 12 heta 14 seatan rojane kar dikin. Xwediyên dikan û xwaringehan dizanin rewşa wan xirab e û pêwîstiya wan bi pereyan heye wan îstismar dikin û heqdestekî kêm didin wan.

‘Ger dev ji kar berdim nikarim debara malbata xwe bikim’

Leyla El Şihûd jineke dayîka 3 zarokan e û yek ji xwaringehên bajarê Dana li Bakurê Idlibê kar dike. Carnan rojane 16 seatan kar dike. Tevî karê wê giran e jî fonê wê gelekî kêm e û nikare pê debara mala xwe bike.

Leyla El Şihûd dibêje: "Destpêkê ez gelekî kêfxweşbûm min karek dît lê belê niha pê hest dikim ez weke barekî li ser xwe me. Ez nikarim bêjim na. Eger ez dest ji kar berdim jî ez nema dikarim malbata xwe xwedî bikim. Ez xeyal dikim karekî baştir bidest bixim lê belê ji ber îstismar û nebûna zagonên girêdayî mafê kedkaran li Idlibê diyar e ev xewn gelekî zehmet e pêk were."

‘Tu kes mafên me nadin me’

Sara El Qêrewan yek ji xwaringehê kar dike dibêje: "Ez ji sibehê zû ve dest bi kar dikim û ez heta şeva dereng dimînim. Karê min gelekî zehmet e û pêwîstiya min bi kedeke duqat heye, bi taybet di cejn û boneyan de. Ez di rewşeke gelekî xirab de dijîm. Dikan carnan tijî karker û miştirî ne, hewaya guncaw ji bo nefeskişandinê namîne ne tenê ji bo bêhdana xwarinê dimîne. Ez ditirsim gilî bikim û ji kar werim derxistim. Tu kes mafên me nade me. Seatên kar dirêj in û heqdest kêm e. ne tenê ev, ez rojane îhanetan ji aliyê hin kesan û miştiriyan dixwim lê ez neçar im tehemul bikim ji bo herdu zarokên xwe."