Li Idlibê jin bi çandiniyê debara xwe dikin

Jinên Idlibê yên ku di bin her cure erîşan de dimînin ji bo debara malbatên xwe bikin di karên çandinî de dixebitin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El-Şam a girêdayî wî de ye, jinên ku di gelek aliyan de di bin zextan de ne, bi çandiniyê debara xwe dikin. Li gel çandiniyê, hejmara jinên karker li Idlibê di beşên cuda de zêde dibe, bi taybetî piştî ku piraniya wan hevjîn û malbatên xwe di şer de winda kirin êdî hewl didin derfeteke kar bibînin serxwebûna xwe ya darayî pêk bînin û pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin.

Jin di bin hêjarî û zextên mêr de ne

Ghada Salloum 40 salî ye û ji bajarê Harêm bakurê Idlibê ye, zeviyeke çandiniyê kirê kiriye û bi alîkariya xwişka xwe diçîne, dibêje: “Karê çandiniyê tekane derfeta kar ji hemû xelkên herêmê re ye bi taybetî piştî erdhejê di meha Sibata borî de li bajêr xist û hejmarek mezin kes penaber bûn. Di encamê de gelek projeyên pîşesazî û xizmetan rawestiyan lewre li pêş me ji bilî çandiniyê tiştek nema, ew jî pîşeyek ne tenê ji bo jinan e lê mêr jî tê de kar dikin. Piştî bavê min çû ser dilovaniya Xwedê û birayê min derket derveyî welat, pêdiviya me bi dahatê çêbû. Ji bo ku em malê îdare bikin, me dest bi karên çandiniyê kir ku hinek pisporiya me tê de hebû di zaroktiya xwe de me çandiniyê kiriye. Min parçeyek erd bi rûbera 5 km. nêzî mala xwe kirê kir û sebzeyên havînê tê de çandin. Em ji berhemên çandiniyê dahateke baş digrin, piştî ku em mesrefa kirêkirina erdê û pêdiviyên çandiniyê jî didin.”

Ghada Salloum di berdevamiya axaftina xwe de diyar dike ku kar dijwar e, li dijî hejariyê û bihabûna hemû tiştan û tunebûne xwediyan jiyana bi rûmet bêyî hewcedarî tu kesî bin peyda dike.

Bihabûna tovan astengiyê ava dike

Helîme Nejim a 39 salî ku ji bajarokê Harabnûş ê li gundewarê Idlibê ye bi hejmareke jinên taxê re her du rojan carekê gulan diçînin û bi birayê xwe re dişîne bazarê diyar dike ku çandina gulan dahateke baş ji wan re tîne lewre dixwaza sala li pêş projeya xwe bi pêş bixe ku rûberên çandiniyê zêde bike. Helîme Nejim dibêje ku werza çinîna gulan bi taybetî ji bo jinên penaber derfetên kar ji gelê herêmê re çêdike û wiha didomîne:

“Bihabûna tov û gubreyê pirsgirêkên me di bidestxistina hin madeyan de heye û li gel xirabûna rewşa ewlekarî ya li herêmê ji bo karê me astengiyek mezin e. Her wiha karkerên jin di vî warê de kar dikin jî ji ber dijwariya avhewayê bi gazin in ku kar dijwar dike di bin tava rojê de û pileyên germahiyê zêde de havînê û sermaya zivistanan de kar dikin. Jinên ku zeviyên wan tunebin jî di baxçeyên hewşa malê de hin berheman diçînin ji bo xwetêrkirinê û tiştên zêdeyî pêdiviya malbatê difiroşin ji xwe re dikin dahatek.”

‘Ji bo projeyan pêdiviya jinan bi piştevaniyê heye’

Fatma El-Hesûn a 35 salî ji gundê Kafar Yahmûl e zeviyên wê nîn in lê di mala xwe de sebzeyên werzî diçîne û dibêje: “Ez kêfxweş dibim dema berhemên ku min çandine mezin dibin. Ez encama keda xwe digrim û sûdê ji sebzeyan dibînim êdî ji bazarê nakirim. Pêdiviya jinan bi piştevaniyê heye ji bo projeyên wan ên biçûk ku made û alavên pêwîst ji bo karê çandiniyê ji wan re pêşkêş bikin ku dahateke baş ji wan re çêbibe û berhemên baş ji bo bazarê pêşkêş bikin.”

‘Jin rastî gendeliyê tên û ewlehiya wan tune ye’

Karmenda tendirustiya civakî Roua Hamdan girîngiyê dide xurtkirina rola jinan û statuya wan li Idlibê û dibêje: “Jinên gund ên karê çandiniyê dikin, bi xwe karkerên werzan e, dahata wan ne berdewamî ye, ew rastî gendeliyê û tunebûna ewlekariya xwendinê tên. Lewre divê derfet li pêşiya wan û hemû jinên ku nikarin xwendina xwe berdewam bikin hebin di warê çandiniyê de kar bikin û pêdiviyên kar ji wan re peyda bikin li gel pereyan jî ji wan re pêşkêş bikin ji bo bikaribin berdewam kar bikin. Bi vê awayê dikare rê li pêşiya hejariyê bê girtin.”