Li Filistînê projeya Samar El-Bea ya xwedîkirina mêşên hingiv

Ji ber şert û mercên zehmet ên rewşa aboriyê jinên Flistînî li herêma Xezayê di nava hewldanên karkirinê de ne. Jinan karîne jêhatîbûn û enerjiya xwe ji bo xizmeta civakê bixebitînin û bi keda destê xwe debara xwe dikin. Ji jinên Filistînê yên destbikêr Samar El-Bea ji bo ku bi şert û mercên jiyanê yên zehmet re rû bi rû nemîne, hem jî bi malbata xwe re bibe alîkar, bi karê xwedîkirina mêşên hingiv mijeûl dibe û ev kar ji bo wê bûye çavkaniya jiyanê.

NEXEM KERACA
Xeza - Li filistînê taybet jî li herêma Xeza yê şert û mercên jiyanê pir zehmetin û rewşa abûrî pir xerabe. Jinên Filistînê li hemberî van neyîniyan pes nekiriye û teslîmî xizanî û bêçaretiyê nebûn. Ji bo bikarin wê rewşa kembax derbasbikin her yek li çavkaniyek debarê digerin û bi keda destên xwe hewil didin li jiyanê bimînin.
Jina bi navê Samar El-Bea 29 salî ye ji herêma Xezayê ye û li bajarê Beyt Hanûn dijî, li gel ku xwendina xwe a Fakulteya Zanistên Perwerdê ya zanîngeha Qudis a bi pere qedandiye jî tu derfetên karkirinê nedît, ji bo wê jî li gorî derfetê xwe kar peyîdakiriye. Tevî xîret û lêgerîna wê ya berdewam ji bo dîtina wezîfeyekê an karekî ku debara jiyan xwe pêbike lê wê di warê beşa xwedina xwe de tu wezîfe bidest nexist, ji ber wê jî biryar da ku ji qaliban derkeve û pirojeyek veke ku negirêdayî beşa xwendina wê be, da ku ev piroje ji wê re bibe çavkaniya jiynê û dahatek baş. 
“Xwedîkirina mêşan pîşeyê bavê min bû”
Samar ji bo lêgerîna xwe ya kar û fikira xwedîkirina mêşan wiha got: "Fikra xwedîkirina mêşên hingiv pîşeya bavê min bû. Bavê min xwedî mezreyekê bû û têde mêş xwedî dikir lê ji ber rewşa şer di sala 2006'an de ew mezraya ku ji bo me çavkaniya jiyanê bû a bavê min têde dixebitî hat wêrankirin û bavê min jî jiyana xwe jidest da. Dayika min piştî wê di çandiniyê de kar kir da ku me mezin bike û me jî xwendina xwe doman."
Samar li hemberî zehmetiyan serkeftin bidest xist
Derbarê zehmetiyên di qonaxa xwendinê de û piştî xwendinê pêre rû bi rû maye Samar El-Bea wiha tîne ziman: “Min dibistana amadeyî qedand, pişre derbasî zanîngehê bûm, ji ber lêçûnên giran ên xwendinê min bi zehmetî xwendina xwe ya zanîngehê qedand û min kurs û tecrûbe berdewam kir. Min ji bo karkirinê serlêdana gelek saziyên hikûmetê kir, bi hêviya ku ez di warê pisporiya xwe de wezîfeyekê peyda bikim lê mijar hindekî bê hêvî bû. Min biryar girt ku ji qaliban derkevim û xebatekê ji bo debara xwe û malbata xwe bikim, ji ber vê yekê min pirojeya mêşên hingiv vekir û pîşeya bavê xwe domand."
“Pejirandina projeyê ez gelek kêfxweş kirim”
Her wih samar El-Bea wih gotinê xwe domandin: "Di despêkê de fikra xwedîkirina mêşên hingiv hindekî zehmet bû, ji ber nebûna derfetên darayî ji bo pêkanîna vê pirojeyê hewceyî bi hinek derfetan hebû. Piştî fikrandin û lêgerînek demdirêj min daxwaznameyek pêşkêşî fona  Alman (sindoqa Almanî) a ji bo Geşepêdana Nevneteweyî kir ku peyîwendîdarin ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji akademîsyenan re ji bo fînansekirin û pêkanîna projeyên wan yên karsaziyên biçuk. Dema daxwaza min ji aliyê sindoqa Almanî ve hat qebûlkin ez matmayî mam û pir kêfxweş bûm ku wan fînasekirin û pêkanîna priojeyê erênî kirin. Bi mîktara 4 hezar yuro alîkarî kirin. Ji ber ez derçuya zanîngeha zanistî me, ji bo wê alîkariya min kirin. Her wiha hejmara kesên ku serlêdana fona Alman kiribûn 1300 bûn, ji nava vê hejmarê 50 piroje erênî dîtin alîkariyên ku wê fona Alman bide."
Bi 13 sindoqan despêkir dinava demek kin de giha 60’an
Samar El-Bea di slala 2018'an de bi 13 sindoqên mêşan dest bi pirojeya xwe kir, bi demêre giha 60 sindoqan. Pirojeya wê pir serkevtî bû ji bor xîret û geşedana wê ya fikra çandina nebata El-Stîviya ku mêşên hingiv enerjiya xwe jê digre di şûna bikaranîna şekirê sipîbû. Projeya wê ji hêla derdorê ve bi başî hate pêşwazî kirin û karîbû bi riya medya û hevpeyivînên çapemeniyê hilberîna xwe bide nasîn. Samar ji bo serkeftina vê xebata xwe got ku ew şanê hingiv di demsala zivistanî de dikire ji ber ku di demsala zivistanî de hindekî erzanin. Samar bilêv kir ku nirxê kîloyek hingivê herî baş pir bihaye lê ji ber xirabûna rewşa aborî li herêma Xezayê ew neçar maye ku nirxê hingiv hindekî kêm bike.
Samar ji her kesî re îsbat kir ku jin dikare di hemû karande cih bigre
Samar El-Bea di dema karê xwe yê xwedîkirina mêşên hingiv de rastî gelek zehmetiyan hatiye û di despêka kar de ew rastî redkirina malbata xwe û nerazîbûna derdora hat. Tikildarî vê mijarê samar wiha dibêje: "Yek ji wan zehmetiyên ku ez pê re rû bi rû mabûm, nerîna civakê li ser min bû, ji ber pirojeya min a xwedîkirina mêşên hingivbû, civak jî vî karî tenê ayîdê mêran dibîne, ji ber wê qebûl nedikirin ku keç di karên wisa de bixebite. Ev yek li pêşiya min nebû asteng û min karê xwe berdewam kir. Niha jî bi serbilindî li min dinêrin û dizanin ku jin dikarin di hemû waran de kar bikin.”
“Min mêşên xwe li cihê êrîş ser bavê min û mêşên wî hatî kirin danîne”
Samar El-Bea ji bo hilbijartina cihê xebata xwe jî bibîrxist ku li cihê êrîş ser bavê wê û mêşên wê çêbûyî pîşeyê bavê xwe didomîne û wiha domand: “Pirojeya min a mêşan nêzî sînore, li eynî cihê ku bavê min lê kar dikir û li wir jiyana xwe jidest dayî min destpê kir. Malbata min qebûl nedikir ku ez pirojeya xwe li cihê ku bavê min jiyana xwe lê jidest daye pêkbînim da ku eynî bûyer bi serê min jî neqewime lê min îsrar kir û piroje li eynî cih avakir. Her wiha hin caran mêşên min rastî gule baranê tê, îsal jî ev bûyer qewimî û cihê mêşên min bi awayekî ne raste rast hat armanckirin û hin sindoqên mêşan jî hatin wêrankirin. Dûrbûna mesafeta navbera cihê mêşan û mala min zehmetiyekê ji bo min dide çêkirin. Ji ber ku ev mesafe dema dirêj be heya digihim cihê wan diwestim û erebeya min jî tüneye. Min li himberî van zehmetiyan serî netewand heyanî ku ez gihiştim armanca xwe û biser ketim."
"Ez yekem keça Filistînî me xebata Mêşên hingiv dikim"
Samer El-Bea destnîşan kir ku fikra projeyê kesayeta wê xwirtir û baştir kir û wiha dom kir: "Ez yekem keça Filistînî me di warê mêşhingiviyê de dixebitim. Dema min dest bi vê xebatê jî kir tirs û xofa min qet tunebû, berovajî vê yekê min bi heyecan ev despê kir. Vî karî kesayeta min ber bi başbûnê ve guherî û di warê civakbûnê de ez xwirtir bûm. Li herêma Xezayê ez bûme wekî nûnera jinan."
"pêwîste jin xwe bispêre hêza xwe"
Samer El-Bea di dawiya gotinê xwe de ev peyam da xwedevanên weke wê bê kar mane û tayîbetî jî jinên ciwan ên bi tirs nêzî kar dibin û bawerî bi hêza xwe nayînin: "Peyama min ji tevahî civakê re ew e ku ciwan piştî derçûna zanîngehê tenê li benda kar nemînin û bi xwe li derfetên kar bigerin. Bi rêka avakirina pirojeyên biçûk dikarin jêhatiyên xwe û pîşeyên xwe pêşbixin. Pêwîst keçên ciwan xwe bispêrin hêza xwe. Ji bo debara xwe û malbata xwe peyda bikin û kesayeta xwe îsbat bikin dikarin ji projeyên biçuk despêbikin. Her wiha daxwaza min di pêşerojê de ew e ku projeya min hîn berfirehtir bibe û ez bikaribim berhemê xwe derxînim derve."