Li Dêrezorê kargeha dirunê ji bo pêşxistina aboriya jinan dixebite

Kargeha dirunê ya li Dêrezorê ji aliyê aborî ve hatiye avakirin destekê dide jinan û wan fêrî pîşeya dirunê dike.

ÊMÎLÎ SELÛM

Dêrezor – Komîteya Aboriya Jinê ya li Dêrezorê kargeheke dirûtinê bi armanca pêşxistina aboriya jinan û perwerdekirina wan ji bo pîşeya dirûtinê, vekiriye.

"Her jinek rojane 6 perçeyan çêdike"

Rêveber kargehê Ayîşa Ehmed da zanîn ku ev kargeh di 15'ê Adara borî de hatiye vekirin û wiha lê zêde kir: "Di kargehê de 5 jinên ku di dirûtinê de jêhatî ne, makîneyên dirûnê û makîneyeke qisandinê hene. Her jinek rojane 6 perçeyan çêdike. Rojane 8 heta 10 perçe têne firotin. Ez daxwaza zêdekirina qumaş û lêçûn dikim, ji bo lezkirina xebatê û baştirkirina hilberînê."

"Kargeh bi armanca pêşxistina aobriya jinan hat vekirin"

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Dêrezorê Necwa Hesen diyar kir ku kargeh bi armanca pêşxistina aboriya jinan û aktîvkirina rola jinan di xizmeta civakê de hat vekirin û wiha domand: "Jin di kargehê de ji bo pîşeya dirûtinê tên perwerdekirin. Komîteya Aboriya Jinê berpirsyarê peydakirina qumaşan û lêçûnê ye."

"Kargehê derfetên kar û çavkaniya debarê ji bo jinan peyda kir"

Meryem Elî ya ku di kargehê de dirûtinê dike anî ziman ku vekirina kargehê fikreke pir baş bû ji bo jinan û wiha axivî: "Kargehê derfetên kar û çavkaniya debarê ji bo jinan peyda kir. Ji bo pêşdebirina xebatê pêdivî bi gelek karkerên jin heye."