Li başûrê Lîbyayê keda jinan a nexuyayî

Umm Al-Saad Nour El-Din ku Rêvebera Giştî ya Yekîtiya Jinên Karsaz e, diyar kir ku aboriya jinan li başûrê Lîbyayê ne alternatîfek azad e, pêdiviyek e ku ji hêla marjînalîzekirinê, nebûna alternatîfan û vekişîna hikûmetê ve tê ferzkirin.

MONA TOUKA

Lîbya – Li başûrê Lîbyayê jin ji hêza kar dernakevin berovajî vê yekê, karê wan nayê naskirin. Bi hezaran jin her roj beşdarî çalakiyên hilberîner dibin da ku xwe û malbatên xwe xwedî bikin. Hunerên destan ên kevneşopî, karsaziyên li malê, perwerde, xizmet û şêwazek bingehîn a li ser bingeha têkiliyên kesane. Tevî vê hebûna aborî ya domdar, beşdariyên wan li derveyî îstatîstîkên fermî û ji derveyî polîtîkayên dewletê dimînin. Ev wekî "aboriya nexuya" tê zanîn.

Ev aboriya ku tenê ji hêla jinan ve tê domandin, encamek rasterast a nebûna alternatîfan e. Alternatîfek azad nîne. Kêmbûna derfetên kar, veberhênana qels a li başûr û nebûna parastina qanûnî ji bo karsaziyên biçûk e. Di vê hawîrdora nazik de, destpêşxeriyên femînîst vediguherin hewldanên rizgarkirinê yên ku ne ji pozîsyona hêzê, ji pozîsyona pêwîstiyê derdikevin.

Um Al-Saad Nour El-Din, Rêvebera Giştî ya Yekîtiya Jinên Karsaz ên Başûr e. Li ser ezmûna Yekîtiyê ya li Başûr, piştgiriya jinên ku li derveyî aboriya fermî dixebitin, sînorkirinên hêzdarkirinê û pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku dibin sedema marjînalîzekirina çalakiya aborî ya jinan, axivî.

Çima Yekîtiya Jinên Karsaz hat damezrandin?

Um Al-Saad Nour El-Din diyar kir ku Yekîtiya Jinên Karsaz ên Başûr ne mîna bersivek demsalî, mîna bersivek ji bo valahiyek sazûmanî ya demdirêj hatiye damezrandin. Li gorî wê, jinên li Başûr ne hewce ne ku ji girîngiya kar "îqna" bibin. Ew dibêje wekî ku ew jixwe dikin; berovajî vê, ew hewceyî amûran in da ku domdariya vê xebatê biparêzin û mîsoger bikin. Yekîtî ji bo nasandina jinan a karsaziyê, alîkariya wan dike ku mekanîzmayên bazarê û çawaniya gihîştina wan fam bikin û perwerdehiya pîşeyî li ser bingeha rastiyên jinan peyda dike, ne modelên amade yên ku taybetmendiyên bêhempa û şert û mercên aborî yên nazik ên Başûr paşguh dikin. Wê tekez kir ku yek ji armancên herî girîng ên Yekîtîyê, belavkirina çandeke karsaziyê di nav jinan de ye, ji ber ku ew xebata jinan ne di çarçoveyek aborî de, di çarçoveyek xêrxwazî de çareser dike.

‘Sedem, polîtîkayên hikûmetê ye’

Um Al-Saad anî ziman ku Yekîtî bi taybetî li ser komên jinan disekine ku herî zêde bi aboriya nefermî ve girêdayî ne. Jinên ku çavkaniya wan a dahatê tune, wekî jinên hevjînên wan mirine, veqetiyane û koçber, ên bi dahatên sînorkirî. Li gel çavkaniyên sînorkirî, Yekîtîyê bi rêya perwerde, şêwirmendiyê, an jî torê, piştgiriyek qismî ji hin ji van jinan re peyda kiriye. Bi armanca şikandina tecrîda aborî ya li ser wan hatiye ferzkirin ev yek kiriye. Lê belê, Umm Al-Saad Nour al-Din qebûl dike ku ev piştgirî têr nake û wiha dibêje: “Ji ber nebûna polîtîkayên hikûmetê yên ku xizaniyê wekî pirsgirêkek avahîsaziyê çareser dikin ne wekî pirsgirêkek takekesî, ev rewş derdikeve holê.”

Tora xebatê wekî amûrek berxwedanê ye

Yek ji destkeftiyên herî girîng ên Yekîtiyê, beşdariya wê ya di damezrandina Tora Jinên Başûr de ye. Jinên ji paşxane û warên cihêreng ên li Başûr, ji siyaset û aboriyê bigire heya hiqûq, pîşeyên tenduristiyê û perwerdehiyê, tîne cem hev. Umm Al-Saad Nour El-Din bawer dike ku ev tora jinan ne tenê serkeftinek rêxistinî ye, di heman demê de li dijî aboriya nefermî amûrek berxwedanê ye. Ew ji bo guhertin û piştgiriyê cîhan diafirîne, tecrîda ku ji hêla aborî ve jinan bêhêz dike, bi taybetî li herêmek ku ji marjînalîzekirina erdnîgarî û binesaziya qels dikişîne, dişkîne.

‘Mîrateya hunerî ya jinan heye lê naghîjin bazarê’

Ew qebûl dike ku pirsgirêka herî mezin a ku projeyên jinan li başûr pê re rû bi rû dimînin, ne hilberîn e, stendin e. Ew difikire ku jin nemaze di hunerên destan ên kevneşopî de, xwedî jêhatiyên mîratî ne, lê gihîştina wan a bazarê tuneye. Umm Al-Saad destnîşan kir ku pirbûna hilberan heya ku danûstandina tenê bi derdorên teng ve ye sînordar nebe û ji şaredariyan an dewletê piştgirî wernegire, serkeftina projeyê garantî nake. Ew bawer dike ku barkirina jinan bi berpirsyariyên danûstandina takekesî bêyî peydakirina platformên ku hilberên xwe nîşan bidin, cureyek jiholêrakirina nepenî ye.

Nebûna fînansê û vekişîna dewletê

Umm Al-Saad Nour El-Din diyar kir ku nebûna çavkaniyên darayî hem ji hêla fînansekirina projeyê û hem jî ji hêla piştgiriya torê bi xwe ve dijwariyek bingehîn pêk tîne. Piştgiriya hikûmetê bi rastî tuneye, beşdariyên sektora taybet bi sînor in û piştgiriya rêxistinî ji bo pêkanîna hemû hewcedariyên jinan têr nake. Umm Al-Saad destnîşan kir ku nebûna piştgiriya hikûmetê ne tenê di kêmbûna fînansmanê de, di nebûna databasan de jî eşkere ye û wiha got: “Ev, gihîştina jinên herî bêparastin hema hema ne mumkin dike û înîsiyatîfên femînîst neçar dike ku bêyî piştgiriya sazûmanî di siyê de bixebitin.”

‘Ev pêşangeh û bazar wê bibin platformên neteweyî’

Um Al-Saad Nour El-Din, jinên ku bi piştgiriya Yekîtiyê, karibûn karê xwe yê nefermî di hunerên kevneşopî, bedewî, perwerde, medyayê û wênekêşiyê de veguherînin projeyên rêxistinkirîtir, mînak nîşan da. Um Al-Saad destnîşan kir ku bi qasî ji sedî 40’ê kesên ku perwerde dîtine, karibûn dest bi projeyên xwe bikin û wiha domand: “Ger ku şopandin, fînanse û parastin were peydakirin, rêjeyek nerm, potansiyelek girîng nîşan dide. Jinên li başûr ne tenê hewceyî qursên perwerdehiyê ne, di heman demê de hewceyî pergalek piştgiriyê ya berfireh in jî. Di nav de fînanse, şopandina piştî karsaziyê û şêwirmendiya berdewam jî heye. Ji ber ku ketina bazara kar bi xetereyan tijî ye, nemaze di aboriyek ne aram de. Ev pêşangeh û bazar wê bibin platformên neteweyî û projeyên jinan ji yên ku hatine dûrxistin ber bi qada giştî ve herin.”

‘Keda jinan xuya dibe, hêzdarkirin êdî tenê nabe sloganek, dibe rastiyek

Um Al-Saad Nour El-Din berdewamiya aboriya nefermî, bi dûrxistina jinan a berdewam a li başûr ve girêda. Wê destnîşan kir ku pîşesaziyên kevneşopî û hunerên destan ên jinan, sermayeyek aborî û çandî ya nehatiye bikaranîn, temsîl dikin. Umm Al-Saad di dawiya nirxandinên xwe de peyamek zelal da: “Hêzdarkirina jinan ne tenê tê wateya tevlîkirina wan  di bazarê de, di heman demê de naskirin û parastina mafê wan ê ketina bazarê ye jî. Li başûrê Lîbyayê jin, nasname, polîtîkayên dadperwer û xuyabûnê dixwazin, ne tenê alîkariya aborî. Dema ku keda jinan xuya dibe, hêzdarkirin êdî tenê nabe sloganek, dibe rastiyek.”