Li Amedê kooperatîfek nû: Armanca me keda jinê bê dîtin

Kooperatîfa Jinê ya Şîmel a ku ji bo keda jinan ya di hilberînê de bê dîtin hat avakirin, armanc dike bigihîne zêdetir jinan. Kooperatîfa ku ji bo jinên li malê hilberînê dikin îstîhdamê ava dike, armanc dike bandora qeyrana aborî a li ser jinan kêm bike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- 6 jinên ku li Amedê hatin cem hev, bi armanca keda jinan a di hilberînê de bê dîtinn Kooperatîfa Jinan a Şîmel ava kirin. Di kooperatîfa ku 2 meh berê hat vekirin, bi berhemên jinên ku ji mal hilberîn dikin re, xwarinên difiroş e. Endama Kooperatîfê Şîmel Begîk, da zanîn armanca wan ew e rêya ku bi 6 kesan dest pê kiriye zêdetir mezin bikin û bang li jinên ji malê hilberînê dikin kir ku xwe bigihînin wan.

‘Armanca me keda jinan bê dîtin'

Jinên ku di kooperatîfê de xwarinên herêmî çêdikin berhemên xwe dîsa ji jinan dikirin. Şîmel Begîk, diyar kir kooperatîf bi armanca avakirina qada îstîhdamê ya ji bo jinan hatiye avakirin û da zanîn ku dixwazin hilberîna ku bi 6 jinan dane destpêkirin belavî bi sedan jinan bikin. Şîmel Begîk di berdewamiya axaftina xwe wiha domand:

“Ev kooperatîf li ser daxwaza jinan ji bo peydakirina îstîhdamê ya ji bo jinên bêkar hat vekirin. Min ev yek jî bi jinên derdora xwe re dest pê kir. Ya rast di pêvajoya erdhejê de bihata vekirin lê ji ber erdhejê kooperatîfa me 2 meh dereng hat vekirin. Yên ku herî zêde hem li cihê kar û hem jî li malê têdikoşin û ked didin jin in. Lê dema em lê dinêrin keda jinan her tim tê tune hesibandin. Em bi armanca keda jinan bê dîtin, bi vê rêyê kir. Niha jî di karê xwe yê berê de her tim bi jinan re hilbirandin kir. Niha em bi saya keda jinan ku em hewl didin nîşan bidin, ev kooperatîfê vekir.”

'Em dixwazin di qada bazara de ji jinan re pêşîkêşî bikin’

Şîmel Begîk, da zanîn kooperatîf ji bo jinên ku tevî hilberîn dikin di qadê de ji xwe re cih nabînin pêşîkêşî bike û wiha got: “Em vê derê ji bo gelek jinan wek qada îstîhdamê dibînin. Gelek jin di her warî de ji xwe bawer in, lê ji ber wêrekiya wan tune ye, nikarin kar bikin. Em jî di vê xalê de fikirî ku ji bo jinan bibin pêşîkêşî. Me xwest em hem bi jinên  malê hilberînê dikin û hem jî li derve dixebitin re di bin banekî de bicivin û bixebitin. Bi vî awayî em ê keda jinê li cîhanê belav bikin. Hemû hilberên taştê yên ku li vir tên dayîn hilberên jinan in. Di nava armancên me de jin zêdetir hilberînê bikin û ji xwe re zêdetir qada bazarê peyda bikin heye.”

'Bandorên qeyranê herî zêde jin hîs dikin'

Şîmel Begîk a diyar kir di kooperatîfê de gavên mezintir bavêjin û dixwazin bi jinan re têkoşinek hin mezintir bidin, di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî jî. Şîmel Begîk, da zanîn qeyran herî zêde bandor li jinan dike û wiha got: “Em dixwazin hemû kesên ku nikarin qada bazarê peyda bikin an jî tiştên hilberînin bikarin, tevlî vê karê bikin. Qeyrana aborî ya hat jiyîn bandor li hemû kesê kir, lê herî zêde bandor li jinan kir. Jina di malê de zêdetir ji vê qeyranê bandor dibe. Jin çiqasî xweseriya xwe ya aborî bi dest bixin, ewqasî tevlî hilberînê dibin û qezenc dikin. Ev yek dihêle ku jin bi ketina jiyana karsaziyê xwebaweriya xwe zêde bikin. Armanca me ew e ku hilberînên jinan di vê kooperatîfê de binirxînin û her çend biçûk be jî ji jinan re qada bazarê ava bikin.”