Li Afganistanê çapemenî di bin siya Talîbanan de ne

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Afganîstanê hatine berhevkirin, ji ber krîza darayî û siyasî ya li welêt, gelek dezgehên ragihandinê deriyên xwe girtin. Di nav agahiyên hatîn parvekirin de ya herî balkêş ew e ku ji sedî 86’ê xebatkarên çapemenî û dezgehên ragihandinê êdî nikarin pîşeyê xwe dewamkin.

Navenda Nûçeyan- Wêneyê ku piştî dagirkirina Afganistanê ji hêla Talîbanê ve fîlimê tirsê bi bîr dixe. Gel û jinên Afganî ji ber bidawîbûna muzîk, wêne, wêneyên dîwaran, perwerdehiya têkel û zextên li ser medya û dezgehên ragihandinê tengasiyek mezin dijîn. Yên ku herî zêde ji zextê heyî zirar dîtin xebatkarên saziyên medyayê û çapemeniyê bûne. Tê ragihandin ku ji sedî 86’ê xebatkarên çapemenî û dezgehên ragihandinê yên li welêt dixebitîn bêkar mane.
Dezgehên ragihandinê tên girtin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Afganîstanê hatin berhevkirin, ji ber qedexeyên li ser medya û çapemeniyê, dezgeh roj bi roj deriyên xwe digirin. Berî deshilata Talîban li welet 190 saziyên radyo, 96 kanalên televîzyonê û 183 organên çapemeniya nivîski yanî bigiştî 483 dezgehên ragihandinê hebûn û ji sedî 36 xebatkarên çapemeniyê ji jinan pêkdihat.
Tê ragihandin ku ji sedî 5’ê jinan piştî guherandina rêvebiriyê û qedexeyan, nikarin karê xwe di medya û organên çapemeniyê de bidomînin, di heman demê de hat tomarkirin ku bêhejmar rojnameger bêkar in.
Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku "bikevin tevgerê" 
Dema ku Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamegerên Afganî di derbarê mijarê de banga "em bang li civaka navneteweyî dikin ku rewşê çareser bike û bi lezgîn gav bavêje" dike, piştgirî ji çapemenî û saziyên weşanê hate xwestin ku ji bo parastina azadiya derbirînî, mafên mirovan û mafên bingehîn li Afganistanê vekirî bimînin.
Karbidestên Komeleya Rojnamegerên Azad ên Afganîstanê jî, di parvekirinên xwe yên li ser hesabên xwe yên medya civakî de diyar dikin ku çarenûsa pir kêm dezgehên ragihandinê yên ku vekirî dimînin, ger piştgirî neye kirin, ber bi girtinê ve diçin.
Werger: JINHA