Li Îranê qeyrana aborî: Gel nikare xurek û sotemeniyê peyda bike

Piştî serhildana ku li Îran û Rojhilat dest pê kir, qeyrana aborî jî li ser jiyana gel bandorek xirab kir. Gelê ku di bin zextê de dijî anî ziman ku li welat qeyraneke cidî heye û di peydakirina sotemenî û xurekê de zehmetiyan dikşînin.

LARA GEWHERÎ

Mehabad - Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir, 123 roj in berdewam dike. Hikûmeta Îranê hewl dide bi cezayên darvekirinê, polîtîkayên qetlîamê, binçavkirin, revandin, girtin, îşkence û cezayên pereyan hewl dide serhildanê bitepisîne. Jiyana mirovan bi polîtîkayên zextê yên hikûmetê re bi tevahî guherî. Di van demên dawî de gel bi taybetî di warê aborî de zehmetiyan dijîn. Di vê de bilindbûna nirxê dolar ê bi zêdebûna pêkanîn re jî bi bandor bû. Gel li gel malzemeyên xurekê, hat rewşa nedabînkirina pêdiviyên xwe yên sotemeniyê jî. Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku beşeke diyar jî ji bilî gelek malzemeyên xurekê yên yên wekî ard, şekir, rûn û birinc, sotemeniyê wek benzînê jî depo dikin. Me li Mehabadê mîkrofona xwe dirêjî esnaf û malbatan kir.

'Ez neçar mam bihayan zêde bikim'

Sarah Mihemedî li Bazara Gulzar Serdeştê xwediya dikaneke kozmetîkê ye. Sarah Mihemedî der barê rewşa bazarê ya piştî xwepêşandanan de nirxandinan kir, wiha got: "Ez ji bo dikana xwe malzemeyan ji bajarê Banê dikirim û biha zêde bûne. Ez jî neçar dibînim nirxê kelûpelan zêde bikim, muşterî jî gazinan dikin. Min bi 400 hezar tumanê cilêtek difirot, lê ev hefte dolar sê qat biha bû û ez neçar mam cîlet bifiroşim 500 hear tumenê bifroşim. Beriya serhildanên min parfûmek 190 hezar tumenê disand û 290 tumena difirot lê niha parfûmê 290 hezar tumanê distînim. Di dema xwepêşandanan de em neçar man dikanên xwe bigrin û tevî vê yekê me kirê da. Ger ez bihayan zêde nekim, ez ê nikaribim bimînim dikana xwe bigrim."

'Ez qezenc nakim’

Yasmîn Moradî li Marzî Bazarê xwediyê dikanek cilûbergên jinan e. Yasmîn Moradî ya bihabûna nirxan nirxand û wiha axivî: "Min beriya salek ji xwe re 2 mont û du pêlav kirî lê îsal ji ber ku ez nikarim cilên nû bikirim neçar im cilên xwe yên kevin li xwe dikim. Li welat qeyranek cidî heye. Min ji bo dikana xwe sparîşa cil û bergan da lê ji ber ku lêçûna kelûpelan pir giran e ku ez nikarim qezenc bikim.”