'Kooperatîf di kêmkirina bandorên krîza aborî de girîng in'

Rêvebera Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad girîngiya kooperatîfan di rewşeke ku ambargo li ser herêmê tê ferzkirin, şert û mercên şer de heye nirxand.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Kooperatîf mirovan bi rengek demokratîk û wekhev tînin cem hev. Çi endam xerîdar, karmend, bikarhêner, an niştecih bin, kooperatîf bi rêbaza demokratîk 'yek endam, yek deng' bi rê ve dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi sedan kooperatîfên giştî û yên girêdayî Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star hene. Ev kooperatîf derfetên kar û peydakirina pêdiviyên jiyanê ji gelek jinan re vekir û jinan di kooperatîfan de hunera xwe pê re bi civakê re parve kirin.

Li Sûriyeyê ji ber zagona Qeyserê û ambargoya heyî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giştî welat krîzeke aborî heye û civak jê bêzar bûne. Têkildarî vê mijarê Rêvebera Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad axivî.

'Bi kooperatîfan re têkiliyên jinan xurtir dibin'

Gulê Mûrad got ku axa wan a dewlemend heye ku mirov xwedî lê derkevin, wê pir sûd jê bigrin û wiha domand: "Projeyên me yên herî pêşketî yê li Herêma Cizîrê ne û bi taybet yê çandiniyê ye. Ev erdên di destên me de, me kirin xizmeta kooperatîfên jinan. Li gorî rûbara erd, hêjmara jinên ê ku wê di kooperatîfê de cih bigre tê diyarkirin. Mînak hin kooperatîfên biçûk hene tenê çar jin di nav de cih digrin û kooperatîfên mezin jî dighêje 40 jinan. Di van kooperatîfan de têkiliyên jinan û yê civakî yê ku di navbera qutbûyînê de bû, ji nû ve pêşketin. Têkiliyên di navbera jinan de xurtir bûn, bêtir hev û hêza hevdû naskirin. Her wiha di koopertîfan de jinan xizmên xwe na skirin. Kooperatîf bûbû cihê naskirin û xurtkirina têkiliyan."

'Krîza aborî siviktir dike'

Gulê Mûrad da zanîn ku li welat şer dest pê kiriye ji lewre ji jinan hat xwestin ku hevgirtina xwe çêbikin û berê xwe dan kooperatîfan û wiha pêl da gotinên xwe: "Li welat şer dest pê kiribû, dema ku jin bi tenê jî man negotin em nikarin û nakin! Lê belê, kirasê xwe hilmaland û got; ez ê bikim. Ji lewre xwe spartin kooperatîfên jinan ku sûdê hem dide wê, ku zanista xwe bi derdorê re parve bike û ji bo aboriya wê ya zeyîf dibû destek û derfeteke jiyanê bû. Em nikarin bêjin ku krîza aborî bi kooperatîfan tê çareserkirin lê tê sivikkirin. Girêdana bi ax û welat re zêdetir çêbû, kêfxweşiya jinan mezintir bû. Di demek de ku gelek jin li malê bûn nizanibûn çi bikin, kooperatîf bû derfeteke jiyanê ya nû ji wan re."

Sedemên avanekirina kooperatîfên mezin

Gulê Mûrad bal kişand ser derfetên komîteyê di avakirina kooperatîfên mezin de û ev tişt anî ziman: "Wekî komîte derfet û îmkanên me yên zêde tune ye ku em kooperatîfên mezin ava bikin. Ji lewre berhemên ku ji projeyên biçûk tên, em hewl didin pê kooperatîfên mezin ava bikin. Em dixwazin ku kargehên mezin û kampanyanan ava bikin lê belê xwestek tenê têrê nake divê ku derfetên wê jî werin peydakirin û ev jî niha zehmet dibe li gorî rewşa herêmê. Xewn û xeyala me ew e ku jinek bi tenê jî ji derveyî kooperatîfên me nemîne, yan jî destên xwe li ber mêr veneke. Şert û mercên herêma me jî bandorê dike, ji ber hişkesaliya heyî û şerê bênavber ku her em pê re rû bi rû dimînin. Her wiha ambargoya li ser herêmê tê ferzkirin, bilindbûna nirxê dolar, lîstikên bazirganan û gelek sedemên din jî hene."

'Bi pêşxistina bikaranîna enerjiya rojê em ê aboriyeke ekolojîk ava bikin'

Gulê Mûrad da payin ku ji bo ekolojiyeke paqij ava bikin, wê berê xwe bidin bikaranîna enerjiya rojê û wiha pêl da gotina xwe: "Projeyên me yên demê pêş hene, em hewl didin enerjiya rojê ji bo projeyên çandiniyê, pîşeyî û bazirganî bi kar bînin. Em wekî aboriya jin a Kongra Star, aboriyeke ekolojîk in û naxwazin zirar bigihîje derdorê. Bi bikaranîna enerjiya rojê re pirsgirêkên elektrîk, jenerator, mazot, dûmana wê ya qirêj ku zirarê dide tên çareserkirin. Di vê salê de li herêma Cizîrê zêdetirî 4 hezar dar hatin çandin, kêm e û em hewl didin hîn bêtir çandina daran zêde bikin. Li Reqa,Tebqa, Dêrazor û Minbicê jî 7 hezar dar hene lê îsal jî me 4 hezar û 500 jî lê çandin. Em hewl didin projeyên çandiniyê jî bi pêş bixin. Di heman demê de em hewl didin hin projeyên heyî bikin sîstema kooperatîfan."

'Aboriya jinan a xweser nebe, azadiya xwe ji dest dide'

Gulê Mûrad da xuyakirin ku dema aboriya jin nebe, azadiya xwe ji dest dide û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Girêdaneke ne normal di navbera azadiya jin û aboriya jin de heye, dema ku aboriya jin ne serbixwe be, pê re azadiya xwe jî ji dest dide. Em ji krîzê re heya astekê dibin bersiv, mînak dema ku em li erdên xwe genim diçînin li herêmên me dimîne û dikeve sewamê me de. Bi wî genimî, em projeyên tenûran bi pêş dixin û pêwîstiyên jin û civakê bi cih tînin. Hemû berhemên ji kooperatîfên çandiniyê û tenûran tê, sûdê li civakê dike."

'Îsal jin gelek kêfxweş in'

Gulê Mûrad bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Kedkarên vê axê, vê doz û welatî hêja ne ku mirov her dem wan bi bîr bîne û keda wan, xwêdana ku didin pîroz bibîne. Dawiya meha Gulanê de, em dest bi çinîna genim dikin. Ji niha de jin bi kelecan in û cotkar patos û traktorê xwe amade dikin. Em ji niha ve wê kelecana wan silav dikin û hêvî dikin ku hemû jin bi vê kêfxweşiyê biçin ser erdên xwe."