Komeleya Mafên Civakî û Aborî ya Misrê ji bo mafê karkerên jin ên malan dixebite

Xebatkara Komeleya Mafên Civakî û Aborî ya Misrê Fatîma Ehmed diyar kir ku ji bo başkirina şertên karkerên jin ên di malan di xebitin û naskirina mafên wan ên civakê xebat didmeşînin û rêze bernameyên perwerdê amade dikin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Li Misrê karkerên jin ên di malan de kar dikin, hem ji ber kêmaniya parastina yasayî û hem jî ji ber binpêkirina mafên wan di cihek bê parastin de ne. Li Misrê karkerên jin ên malan, ji derveyî çarçoveya qanûna giştî ya kar tên hiştin. Ev rewş rê li ber wê yekê diveke ku şertên karkerên malan, xercî û di mijara mafên civakî de ji ewlehiyan bê par bimînin. Ji ber kêmaniyên sererastkirina yasayî, karkerên malan bi giştî saetên dirêj dixebitin û di bin baca mehaneya herî kêm pere distînin. Li Misrê kêmanî û binpêkirinên mafan ku karkerên jin ên malan rastî tên, pirsgirêkek ku divê demildest were mudaxalekirin e. Di vî alî de divê ji bo bihêzkirina statuya yasayî ya karkerên malan, başkirina şertên xebatê û sererastkirinên yasayî yên li gora standartên navnetewî bikevin meriyetê.

‘Em komên hatine dûrxistin bihêz dikin’

Têkildarî mijarê Xebatkara Komeleya Mafên Civakî û Aborî ya Misrê Fatîma Ehmed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew girîngî didin komên ji civakê hatine dûrxistin û wiha got: “Em wek komele, li beramberî komên ji civakê hatine dûrxistin xizmeta derûnî, hiqûqî didin. Komên ji civakê hatine dûrxistin ji bo di civakê de bi awayek bi hêz hebin, em wan bi amûrên cûda bi hêz dikin. Ji ber ji derveyî parastina yasayî ye, di serî de karkerên malan di nav de komên hatine dûrxistin ji bo karên mirovan bikin em hewl didin qadên kar ava bikin. Ji bo başkirina şertên karê karkerên jin ên malan û naskirina mafê wan yên civakî em dixebitin û di heman demê de ji bo jinên karker em rêze bernameyan amade dikin.”

Çîrokên jinên rastî destdirêjiyan hatine

Fatîma Ehmed têkildarî karkerên jin ên malan hinek çîrok parve kir û wiha got: “Derbarê karkerên jin ên malan de gelek çîrokên me hene. Mînak yek ji wan wiha ye; Min zarokek keç ku bavê wê di avahiyekê de li wir dinhêrt û dayîka wê jî li wir dixebitî nas kir. Bi xwe di heman demê de berpirsek yek ji wan apartmanan bû, lê belê cûda û bi awayek perwerdekirî diaxivî. Piştre min zanî ku ew xwendekarek tibê ye. Derket holê ji ber lêçûna perwerdê gelek zêde bû, ji bo dahata xwe û malbata xwe dixebite. Lê belê bi xwe anî ziman ku weke xizmetkarek a malan her tim rastî tacîz û biçûkxistinê hatiye. Da zanîn ku bi taybetî mafê wê yê perwerdeyê heye, jiyanek mirovane dixwaze, lê belê firsendên pêşkêşî wê hatiye kirin kêmin û ji ber vê yekê heta perwerdeya xwe xilas dike neçar dimîne xwe li ber hinek binpêkirinan bigre. Sekna vê keçê ya bi hêz em hemû bandor kirin.”

‘Tiştên tê jiyîn nayê raporkirin’

Fatîma Ehmed çîrokek din parve kir û got: “Jinek din a karkera malan ku ji bo zarokên xwe bide xwendin dixebite û ji aliyê hevjînê xwe yê madeyên hişber bikar tîne her tim rastî tundiyê dihat hebû. Di tirsiya li beramberî tundiya ku didît doza hevberdanê veke. Me weke komele desteka hiqûqî dayê. Di heman demê de karek ku xwe tê de bi ewle hîs bike û cihek lê bijî di nav de me her cûrê destekê dayê. Li aliyê din gelek jin karê xwe nabêjin û veşartî dikin. Ji ber vê yekê binpêkirinên rastî hatine demdirêj didomin yan jî nayên raporkirin. Li gor me jin karên ku dikin naxwazin malbatên wan bizanin û ji ber vê jî nasnameyên xwe vedişêrin.”

Yasa jinên karkerên malan naparêzin

Fatîma Ehmed da zanîn ku karkerên jin ên malan gelek pirsgirêkan dijîn û ev rewş bi awayek derûnî bandor li wan dikin û got: “Yek ji vana deqkirina civakê ye. Yên din jî di rewşa ku rastî nexweşiyekê werin de ji ber ewlehiya wan a civakî tuneye tedawî nabin. Yasa mafê jinên karkerên malan naparêzin. Ev rewş rê li ber tirsa windakirina gelek mafan û derketina binpêkirinên rastî hatine vedike. Weke komele em hewl didin ku di nava jinan de koman ava bikin û ceribandinên xwe bi hev re parve bikin. Bi vî awayî her yek ji ceribandinên yên din sûd digre û têkiliya di navbera wan de bi hêz dibe.”