Koçberên ji Zirganê ji nav zeviyên Til Temirê tolik û xerdelê berhev dikin
Bi nêzîkbûna demsala bihare re zeviyên gundan bi gihayên ji bo xwarinê hêşîn bûne. Melka Mihemed a ku ji gundê Til El-Werid ê Zirganê ji ber topbarana li ser gund neçar dimîne koç bibe û li dibistanên Til Temirê bi cih bibe, niha di nav zeviyên Til Temirê de dest bi berhevkirina gihayê tolik û xerdelê kiriye û wiha dibêje: "Alternatîfa nebûna zebze, fêkî û xwarinên din berhevkirina gihayê xerdel e û çêkirina wê, xweş e û bi tendurist e."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de li ser Sûriyeyê, bajarên wê hatine parçekirin û di civînên qaşo ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê dihatin lidarxistin de, planên dagirkirinê û guhertina demografiyê dihat plankirin. Piştî ku dewleta tirk bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2019'an de dagir kir, nêzî sînorê navçeya Til Temir û Zirganê bûn. Dewleta tirk a ku rêzê nade hevpeymanên navdewletî û hevpeymana agirbestê ya ku di navbera wê, Rûsya û Emerîkayê de hatibû îmzekirin, rojane gundên ku sivîl lê dijîn topbaran dike, bi dehan dibistanên ku di xeta agir de hatin hilweşandin û sivîl di nava şehîd û birîndaran de man.
Gundê Til El-Werid ê ku di navbera Zirgan û Til Temirê de ye, girêdayî navçeya Zirganê ye, zêdetirî du sal in sivîl li ber tobparanan ber xwe didin lê vê dawiyê ji ber dijwariya topbaranan çend malbat neçar man koç bibin û berê xwe bidin Til Temirê. Koçber li Dibistana Seyif El-Dewlê ya navçeyê hatine bicihkirin, ji aliyê rêxistinên mirovî ve hatine paşguhkirin. Melka Mihemed a koçber her çend rojan tevli komek ji jinan berê xwe didin zeviyên li qiraxa çemê Xabûrê û gihayê xerdelê kom dikin. Têkildarî vê mijarê Melka axivî.
"Mirov, lawir û xweza dibin qurbanên topên dagirker û çeteyan"
Melka Mihemed di destpêka axaftina xwe de sedem û êşa neçariya koçberiya xwe ji warê xwe wiha vegot: "Em ji ber topbarana dijwar li ser gund ku her dem dihat topbarankirin û dagirkeran çekên giran bi kar dianîn, neçar man koçber bibin. Berî ku koç bibin, em li qiraxa çemê Zirganê diman û me hewl dida em xwe biparêzin bêyî xwarin û vexwarinê. Lê êdî nedibû û ev rewş ji zarokên me re pir zehmet bû. Rewşa gund û Til Temirê hema nêzî hev in, tiştek wan ji hev cuda nake. Ji ber topbarana dagirkeriya tirk û çeteyan gelek pezên me jî bûn qurbanî. Ji ber ku top mirov û lawiran ji hev cuda nakin, kî çi be û li ku be dibe hedefa wan."
"Roj hebe roniya me heye lê di zivistanê de gelek şevên me tarî ne"
Melka Mihemed da payin ku dagirkerên tirk gelek zirar dane mal û erdên wan ên çandiniyê û wiha domand: "Mal û milkên me gelek zirar dîtine, piraniya wan hatine hilweşandin. Tenê tu li gund binêrî, wê diyar bibe ku dagirkeran çi felaket rakiriye. Erdê me yê çandiniyê bûye erdekî qedexekirî ku em nikarin nêzî wê bibin, ji ber ku beşek di bin dagirkeriyê û beşê din jî di xeta agir de ye. Mirovên ku erdê wan tunebe, wê çawa bijîn gelo? Her kes ne xwedî wezîfe ye, ji ber wê yên wekî me debara xwe ji çandiniyê digrin. Rewşa aborî êdî zehmet bûye, barê me giran e. Ceyran li dibistanê tune ye, rêxistinên alîkariyê berî çend mehan çira ji me re anîn û ew jî li ser enerjiya tavê ye. Tav hebe em bi şevê li ber roniyê û tav nebe jî em di şevreşiyê de ne. Ji ber em di demsala zivistanê de ne û rojane tav tune ye, roja bê tav em bê ronî ne jî."
"Ji nav zeviyan berhevkirina tolik û xerdelê"
Melka Mihemed da xuyakirin ku bi hatina baranê re êdî gihayên çolê derdikevin, wan dest bi berhevkirina wê kiriye û wiha domand: "Di demsala zivistanê de gelek gihayên çolê derdikevin wekî tolik û xerdel û gelek rengên din. Niha jî em hatine tolik û xerdelê kom dikin. Roja ku baran bibare, em nayên. Lê wekî din her çend rojan carekê em tên nav zeviyên genim û ceh û giha kom dikin. Tolik di van rojan de derdikeve û zêde dirêj nake, du mehan û xilas dibe. Çêkirina wê jî hêsan e, em giha kom dikin, paqij dikin û paşê hûr dikin û dixin nav ava germ. Piştî ku dikele em ava wê vala dikin, pîvazek hûr dikin tev bîberên sor û reş, bi hev re dikelin û wiha xwarineke xweş ku bêhna wê dilê mirovan mest dike jê tê. Ji aliyekî din ve jî ew gîha dermanê nexweşiyan e. Îsal çandinî kêm e, ew jî sedema xwe ji kêmbûna ava Xabûrê digre. Alternatîfa nebûna zebze, fêkî û xwarinên din berhevkirina gihayê xerdelê ye û çêkirina wê ye, xweş e û bi tendurist e."
"Bendewara wê mizgîniyê me"
Melka Mihemed bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Kanê ew kesên di malên xwe de ne û ew ên ku perîşan in? Cudahiyek mezin di navbera wan de heye. Em bi hêviya vegera gund dijîn. Her roj em dibêjin ha çareseriyek çêbû û ha çêbibe. Em bendewarên wê mizgîniyê ne ku dagirker ji xaka me derkevin û em vegerin jiyana xwe ya normal. Daxwaza me ew e ku ev şer xilas bibe û her kes vegere warê xwe. Heya niha em li Til Temirê ne lê dîsa dema ku topbaran çêdibe zarokên me diqîrên û êdî bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû mane. Kes heye ewlehî û aştiyê naxwaze? Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de ev rewş bi dawî bibe."