Koçberên Efrînê: Ji ber buhayê zêde em nikarin rojî bigrin

Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne zehmetiyên xwe yên di meha remazanê de anîn ziman û gotin ku di vê mehê de divê buhayê pêdiviyên sereke kêm bûya lê ji ber zêdebûnê nikarin kîloyek goşt bikirin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Di meha remezanê de li kantona Şehbayê ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê zêde bûye rêjeya buhabûna kelûpelan jî zêde bû. Ev jî bandorê li ser jiyana gel dike û zehmetiyên jiyanî bi xwe re tîne. Di vê mehê de mirov xwarinên xweş û giran amade dikin û rojiya xwe digirin lê mixabin koçberên Efrînê li Şehbayê ji ber buhabûna tiştan astengiyan di meha remezanê de dibînin û nikarin rojiya xwe bi rehetî bigrin. Jinên Efrînê yên koçber nêrînên xwe der barê buhabûnê de anîn ziman.

Me di vê mehê de xwarinên giran amade dikirin

Fikret Ezîz Hesen der barê buhabûnê de wiha dibêje: "Em koçberên Efrînê ne, tiştekî me tune ye em pê debara xwe bikin. Îsal her tişt buhatir bûye, gel jî zehmetî û astengiyan dibîne bi taybetî di meha rojiyê de. Divê mirov di vê mehê de xwarinên giran û xweş ji malbata xwe re amade bike lê mixabin ji ber buhabûnê em nikarin xwerinê amade bikin. Divê çareseriyek ji pirsgirêka buhabûnê re bê dîtin. Dema em li Efrînê bûn me bi rehetî dikaribû jiyana xwe berdewam bikira, her çendî buhabûn hebûya jî lê dîsa ji ber rewşa me baş bû, me bi buhabûnê hîs nedikir. Li Şehbayê derfetên kar kêm in lewre em astengiyan dibînin."

Di meha remezanê de pêwîst e rêjeya tiştan erzan be

Fehîma Ehmed jî teqez kir ku di meha remazanê de mirov sibê û êvarê rojiyê digrin ji ber buhabûnê û got: "Em xelkê Efrînê gelek zehmetiyan dikşînin. Ne bes e zehmetiyên dûrbûna ji welat, zehmetiyên buhabûna rêjeya kelûplan da ser. Em rojiyê digrin divê rêjeya tiştan jî erzan be. Me li Efrînê dema xwarinek di meha remezanê de amade dikir malbat tevahî li hev diciviyan, em gelek kêfxweş bûn. Em nikarin ji zarokên xwe re kîloyek goşt di meha rojiyê de bikirin. Ne sebze û ne goşt em dikarin bikirin. Divê herî kêm di meha remezanê de tişt ji gel re erzan bûya ji bo ku bikaribin rojiyê bigrin û xwarinê çêbikin."