Koçberên Efrînê bi çandiniyê û karên destan debara xwe dikin

Piraniya koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê dimînin, ji bo debara xwe bikin, hem berhemên destan çêdikin hem jî di nava zeviyên çandiniyê de bi pereyek kêm dixebitin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Jinên Efrînê yên ku bi darê zorê koçî kantona Şehbayê bûne ji bo xwedîkirina malbatên xwe kar û pîşeyên cihêreng dikin û li dijî siyaseta qirkirin û çewisandinê ya dewleta Tirk û hikumeta Şamê berxwedana xwe didomînin.

Bi makîneya dirûtinê ji kincên kevn ên nû çêdike

Ciner Şêxo 85 salî ye li kampa Berxwedan dimîne, di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî dirûtinê û karên destan bûye. Piştî dizewice karê xwe berdewam dike lê dema zarok mezin dibin ew dev ji kar berdide. Bi derketina ji Efrînê re ew hemû milk û malên xwe winda dikin, lewre ji ber şert û mercên aborî vedigere karê xwe yê berê. Ciner Şêxo cil û bergên kevin tîne cem hev, ji nû ve bi makîneya destan didirû, çêdike. Niha ew ji aliyê hemû kesên li kampê û derve tê naskirin. Bi vî karî debara malbata xwe dike û di warê derûnî de jî hinekî êşa penaberiyê sivik dike.

‘Li Efrînê karker di nava zeviyên me de dixebitîn niha em di nava zeviyan de kar dikin’

Fatma Bekir a 45 salî dibêje ku gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê di nava zehmetiyan de ye pêdiviyên sereke tune ne loma neçar in di kampan de bijîn ûwiha gotinên xwe berdevam dike: “Ez 4 sal in di zeviyên çandiniyê de li kantona Şehbayê kar dikim. Dema em li Efrînê bûn karkeran di nava zeviyên me de kar dikirin lê ji ber rewşa koçberiyê niha em di zeviyên xelkê de kar dikin ji bo debara malbatên xwe bikin.

Bi çêkirina berhemên destan debara malê dike

 Fatma Bekir der barê astengiyên rojane de dibêje ku ji bo debara jiyanê bi pereyek kêm, rojê 7 saet di nava zeviyan de kartol, kemûn, kizbera berhev dikin.

Fîdan Mihemed 70 salî ye destnîşan dike ku pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hene û nikare bimeşe. Diyar dike ku ji bo debara malbata xwe ew karên destan ji bo xemilandina malan dike. Li Efrînê wan tenê ji bo xwe çêkirine lê koçberî û jiyana li kampan bûye sedem ku bi vî karî dahata malbata xwe bike û dibêje: “Min bawer nedikir ku rojekê ev ji bo min bibe kar û berhemên xwe bifroşim lê ji ber zehmetiyan em neçar in her karî bikin.”