Kêmbûna çemê Firatê dibe sedema kêmbûna berhemên genim

Tevî kêmbûna baranê û kêmbûna çemê Firatê jî jinên Dêrazorê bi hêviyek mezin dest bi çandiya berhemên genim û ceh kirine.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor- Li gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berpirsyariya çandina genim û ceh dikeve ser milê jinan û di meha Gulanê de di bin dijwariya tîrêjên tavê de berhem berhev dikin.

Nûr El-Amaş a ji bajarê Hecînê diyar kir ku îsal hilberîn pir kême, tenê ji bo dewaran sûd jê tê girtin û wiha domand: "Em karê çandiniyê dikin û bi taybetî bi genim û pembû re mijûl dibin, mesafeta axa ku em têde kar dikin nêzî 13'e donim e, em siharê zû ji xew şiyar dibin, karê xwe yê li malê diqedînin û pişre diçin dest bi çandiyê dikin.”

Li gundan ruhê hevkariyê li ser karê jinan serdest e. Nûr El-Ameş da zanîn ku ew, xizm û cîranên xwe heta li hemû erdan bidawîbûna çandina genim bi hev re hevkariyê dikin. Wek kom li ku derê pêwîstiya kar hebe alîkariya hev bikin. Li gundan hevjiyana komînal tê jiyan kirin û di kar de ji hevdûre dibin alîkar.

“Demsala genim ji bo me pir girîng e”

Nûr El-Amaş diyar dike ku ew bi xizm û cîranên xwe heta bidawîbûna çinîna genim bi hev re hevkariyê dikin û wiha got: “Em niştecihên Dêrazorê zêdetir girêdayî çandiniye ne û demsala genim ji bo me pir girîng e û em tucarî dev ji mûsimê genim bernadin."

"Îsal berhemên genim pir kêm e"

Rîm El- Amaş ya ji gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ye diyar kir ku ew di karê mûsim de dixebitin ku pêdiviyên malên xwe dabîn kirin û wiha got: "Berhemên genim îsal kême û hilberîn qels bû, ev yek jî ji ber kêmbûna asta ava çemê Firatê ye. Ji ber kêmbûna barîna baranê em nikarin xwe bispêrin çandiniya bi ava baranê.",

“Em bi destên dibin germahiya rojê de geniman berhev dikin”

Rîm El- Amaş bal kişand ku genim yek ji girîngtirîn demsalên ku ew diçînin û wiha got: "Em bi destên xwe di bin germahiya rojê de berhemên genim berhev dikin, hin kes mûsîmeyên xwe bi makîneyên nûjen berhev dikin, lê ji ber bihabûna kiriya wê em nikarin bi wan mekîneyan mûsim berhev bikin ji ber vê em genim bi destan berhev dikin."

Genim bi destan tê berhevkirin

Rîm El-Amaş derbarê berhevkirina genim û ceh ya bi destan de wiha got: "Em genim bi dest berhev dikin bi rêka dasê ji cihê herî nêzî erdê qut dikin ku sûd ji genim û pûşê wê bigrin. Piştre wekî komên biçûk li kêlek hev datînin û em wan komên biçûk bi giştî kom dikin û dibe komek mezin. Pişre jî derase tînin ku genim û pûş ji hev cûda bike û pişre jî dixin çewala û dibin malê."

"Genim di jiyanê de berhemek bingehîn e”

Nûr El-Esa derbarê girîngiya genim û keda ku didin wiha got: "Tevî ku îsal berhem pir kême, ji ber ku genim di jiyanê de berhemek bingehîne û em debara xwe bi genim dikin, westandin û zehmetiyên ku em rastî tên, nabe sedem ku em dev ji xebatên xwe berdin.”

"Jin herî zêde bi axê ve girêdayî ne û tu carî ji kar nawestin"

Her wiha Nûr El-Esa tekez kir ku karê çandiniyê dikeve ser milê jinan û çinîna bi destan di serî de bi keda jinan ve girêdayî ye û wiha pêde çû: " Jin herî zêde bi axê ve girêdayî ye û berpirsyariya kar radike û tehemul dike." Nûr El- Esa destnîşan kir ku tevî êş û zehmetiyên mezin ku di kar de jin pêre rû bi rû dimînin jî, lê ev yek li pêşiya wan nabe astengî û her roj sibehê zû berê xwe didin kar û dibin germahiya rojê de dixebitin ku bi keda xwe debara jiyana xwe û zarokên xwe bikin û tu carî ji kar aciz nabin.