Karmendên tekstîlê tevî rewşa dijwar hêzeke aborî ava dikin

Milyonek jinên pispor di bazara karê Mexribê de hene, ji sedî 44 ji wan di beşa tekstîlê de kar dikin ku ev yek hêzeke aborî ya xurt e lê rewşa wan nebaş e.

HENAN HARÎTE

Mexrib – Tevî hewldanên jinên li Mexribê ku ji bo parastina mafên karmendên jin û wekheviya maf û erkan di navbera herdu zayendan de misoger bike, asta herî kêm a mûçeyan naguhere. Jinên di tekstîlê de dixebitin saetên dirêj kar dikin tendirustiya wan têk diçe, lê li gel vê yekê jî li ser keda wan metîngerî tê kirin. Jinên karker ên qala zehmetiyên ku dikşînin kirin anîn ziman ku ked û mafên jinên karker tên binpêkirin.

Semîra R. ya 25 salî li kargehek tekstîlê ya li herêma pîşesazî Ayin El-Sebii ya li Darûl Beyda ji 10 salan ve kar dike û dibêje: "Bi salan e ez di navbera kargehên tekstîlê de ji bo cihekî baştir bibînim digerim an şert û mercên kar baştir bin lê heta roja îro min nedît ji ber ku rewşa kargehan heman e.” Semîra diyar dike ku jinên karker di beşa tekstîlê de hejmareke kêm in.

Dema ku îtirazê mercên xebatê dikin ji kar tên derxistin

Semîra R. li ser pirsgirêk û astengiyên wan ên kar diaxive û dibêje: "Em saetên zêde heta derengiya şevê kar dikin û wan saetên zêde ji me re hesab nakin. Dema em red dikin bersiva berpirsan ji me re ew e ku kesên van mercan dipejirînin hene û li benda derfeta karekî wisa ne. Tevî rewşa cudakariyê li ser karmendên jin di kargehan de ferz dikin, mûçeya jinan jî kêm e û ji mafên xwe yên civakî û saetên karê zêde jî bêpar in. Bi zordarî ji kar tên derxistin. Her şeş mehan tên nûkirin ji bo karmend di kargehan de demek dirêj nemînin."

Sîgortayên wan nayê dayîn

Semîra R. destnîşan kir ku xwediyên kar mûçeya beşek karmendên jin ji sendîkaya sîgorteya civakî re eşkere dikin lê ew sîgorta nadin û wiha got: "Gelek mijarên bi nakok di navbera karmendên jin û xwediyên kar de rûdidin carna diçin heta dadgehan û komeleyên mafnasî û sandîka dikevin ji bo mafên jinên kerkeran bi taybetî biparêzin. Karkerên jin di tekstîlê de bûne mînaka karê lawaz û ji aliyê aborî ve tên bikaranîn, tevî ku zagonên parastina mafên wan jî hene lê mafên wan ên aborî û civakî tên binpêkirin û rastî cudakariyê tên bi zordarî ji kar tên derxistin."

Ji sedî 90 ji karkeran jin in

Her wiha mafnas û nivîskara ku di ofîsa sendîkayê de li şîrketek tekstîlê girêdayî Federesyona Mexribî ya Kar dixebite Nayima Aşûr dibêje: "Sektora tekstîlê ji sektorên pîşesazî yê pêşîn e ku jin tê de gelek kar dikin, ji sedî 90 ji karkeran jin in.”

‘Karkerên jin di warê xebatê de tên paşguhkirin’

Nayima Aşûr wiha didomîne: "Karkerên jin di vî warî de tên paşguhkirin, gelek pirsgirêkên wan ên kar hene, ji ber kiryarên ne zagonî û zextên bedenî û derûnî. 8 saetan bênavber duqat kar dikin, xwediyên kar her tiştî li ser wan ferz dikin hemû zagonên miroveyetî binpê dikin, mûçeyên wan jî gelekî kêm e ne li gorî karê wan ê zêde ye û bihabûna li welat, bênavber zêde dibe û qet rewşa wan li ber çavan nayê girtin.”

Ji bo pêşxistina rewşa jinên karmend di sektora pîşesazî ya taybet de divê pisporên derûnî ji bo jinên Mexribî yên karker hebin wekî hemû dewletên Ewropayê ji bo rewşa wan a jiyanî û kar bişopînin.

‘Divê zextên derûnî yên li ser karkerên jin bi dawî bibin’

Mafnas Nayima Aşûr bang li kargehên tekstîlê kir û got: "Divê zextên bedenî û derûnî li ser karkerên jin bên rawestandin, desthilatdarî neyê bikaranîn ji bo zordariyê li wan jinan nekin, her wiha mûçeyan zêde bikin û asta jiyanî bilind bikin. Guhertineke bingehîn di siyasetên nava saziyên pîşesazî de pêwîst dike ji ber ku siyasetên heyî li ser zexta derûnî û bedenî ava bûne divê bên rawestandin rûmeta jinan têk nebin alîkariya jinan di nava werşeyan de were kirin."