Kargeha Xaniman a şirînahiyê gelek jinan aniye ba hev

Li Ranyayê firoşgehek şirînahiyan heye, çend jin tê de kom dibin û dixebitin, bi awayekî hem ji bo hezkirina wan ji karê şirînahiyê re hem jî ji bo dahata jiyana xwe dabîn bikin bi kêfxweşî bi hev re dixebitin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Kargeha şîrînahiyê ya bi navê “Xaniman” ku li Ranyaya girêdayî Raperînê hatiye vekirin çend jin tê de kar dikin. Ev kargeh komek jinan li hev kom dike û hem ji bo dahata jiyana xwe dabîn bikin kar dikin hem jî ji ber ji karê xwe pir hez dikin dest bi çêkirina şirînahiyan kirine.

Şadî Ebabekir ku beşa endezyariya mekanîk temam kiriye û xwedî cihê şîrîniya Xaniman e wiha behsa karên jinan li Ranyayê kir û got: “Ranya cihek biçûk e lê belê heta astek baş jin dikarin kar bikin û bibin xwedî karê xwe. Projeyên cuda ava dikin û firoşgeh û navendên cuda ji bi xwe ava dikin kar tê de dikin.”

‘Ji çêkirina şirînahiyê hez dikim’

Şadî ku bi xwe kêrhatiya wê di aliyê şîrîniyan de heye wiha got: “Ne şert e xebata jinan ji bo bidestxistina dahatê be, belkî kêrhatiya hinekan hebe. Karkirina min di qada şîrînahiyan de yek ji xeyalên min bû. Min bi xwe beşa endezyariyê temam kiriye lê belê hezkirina min di xebata qada şîrînahiyê de heye. Gelek kesên din bi vî awayî hene, hezkirina wan ji bo xebatê heye û dixwazin di vî alî de bigihîjin armancên mezintir, yan jî armancên wan ên din hene ku gelek kesên din li gel xwe bidin xebitandin û bikaribin kar bikin.”

‘Astengî di her warî de heye’

Şadî Ebabekir wiha behsa destpêka xebatê kir û got: “Her karê ku mirov jê hez bike her xeyalê ku heye, şêwazê destpêkirinê dikeve ser wê ku çawa plan dayne û armancên xwe çawa pêk bîne. Mînak ev kargeha şîrînahiyan ji çi dest pê kiriye, digihîje dema berê û dem jê re divê û plan hewce dike. Rast e wê rastî gelek astengiyên civakê werin lê belê hêza wan wê demê têre dike ku çawa li hemberî pirsgirêkan bisekinin û karê xwe mezin bikin.”

‘Divê jin bi xwe bibin xwedî dahata xwe’

Xende Emer jinek ji xelkê Ranyayê ye û li kargeha şîrînahiyan a Xaniman kar dike wiha behsa karê xwe kir û got: “Li vê derê em heşt jin kar dikin, di aliyê malbatê de rêgirî li me nayê kirin û em bi awayek kêfxweş karê xwe dikin. Ji derve jî divê hemû jin bibin xwedî karê xwe û bikaribin dahata jiyana xwe dabîn bikin.”