Karên destan çavkaniya debara gelek jinan e

Gelek jin bi awayên cuda hewl didin di warê aborî de serbixwe bin. Xedîce jî yek ji wan û dibêje ku di destpêkê de wê ji bo nasan kar dikir lê piştre ketiye bazara kar û bûye çavkaniya debara wê.

DÎLAN MOHAMMADÎ

Mehabad – Di vê pêvajoya ku jiyan ji bo piraniya civakê zehmet bûye û buhabûna jiyanê bandorê li ser welatiyan kiriye de, jinên ku teslîmî van şert û mercan nebûne, bi sekna xwe li ser piyan mane. Ew hewl didin rêgeza jiyana xwe biguherînin û aramî çêbibe. Xedîce Ehmedpûr jî yek ji wan jinan e ku tevnkariyê ji hobiyê veguherandiye çavkaniya debarê.

Karê hunerî bûye beşek ji jiyana malbatê

Xedîce di destpêkê de dema ku xwe dide nasîn behsa destpêka karê tevnsaziyê dike û dibêje: “Ez xelkê Nelasê me û ev çend sal in tevnkariyê dikim. Di destpêkê de, gava ku min dest bi tevnkariyê kir, ew tenê ji bo kêfa min bû, min ew li malê dikir. Ez bi gelemperî ji bo malbat, heval û nasan dixebitim û piraniya mişteriyên min kesên nêzî min bûn lê piştre ev kar ji bo min bû karekî herdemî û hêdî hêdî min karên xwe dan bazarê û ji bo min bûn çavkaniya debarê.

Xetîce dide zanîn ku çar zarokên wê hene, her yek ji zarokên wê jî mîna dayika xwe hunermend in û huner û şarezahiya xwe kirine çavkaniya debarê dibêje: “Keça min a mezin dirûtinê dike û keça min a din jî bi pijandina kelûpelan mijûl dibe. Kurê min jî karê hunerî dike û fîlman çêdike, keça min a biçûk di heman demê de dixwîne û karê şanoyê dike. Ez pir kêfxweş im ku hemû zarokên min dixebitin û di tiştê ku eleqedar dibin de serkeftî ne.  Hêvîdar im her dem bextewar û serkeftî bin û roj bi roj zêdetir bi pêş ve biçin.”

“Muşteriyên min ji kalîteya karê min memnûn in”

Xedîce di berdewamiya gotinên xwe de dibêje: “Bitûnkirin bi rastî pir xweş e û ez pir meraq dikim û ji bo min çavkaniya debarê ye. Divê ez rojê du-sê saetan bixebitim qet bêkar nabim, piştî ku ez karê malê diqedînim dest bi tevna xwe dikim. Her kes ji qalîteya karê min razî ye û kesên ku min ji wan re kar kiriye pir razî ne, bûne muşteriyên daîmî. Di zivistanê de berhemên birêkûpêk ên wek şal, şapik, bilûzên jin û mêran pir baş tên firotin û demsala zivistanê jî ji bo karê min pir populer e.”

Bi guhertina demsalan re berhemên ku Xedîce pêşkêş dike jî diguherin. Germa bazarê û buhabûna niha, bandorê li ser bazara rîs jî kiriye û Xedîce dibêje: “Havînê ez bi gelemperî destmalên serşokê diçim û zivistanê jî şal û şapikan û bilûzan çêdikim û karê min ew e ku ez ji bo dikanên li sûkê bifiroşim. Di nava heval û hogirên min de gelek xerîdar hene û ew bi gelemperî xerîdarên birêkûpêk in. Her tişt pir buha bûye û bazara kar ne wek berê ye lê dîsa jî muşteriyên min hene, bi giştî mirov nikarin wek berê bikirin.