Kafaa Al-Khuzaym a ji Reqayê kevneşopî û qalibên civakî dişkîne

Kafaa Al-Khuzaym a li dijî sînordarkirina zextên civakî yên li ser jiyana xebatê ya jinan projeyên xwe yên li dijî qadên ku wekî "karê mêran" têne dîtin pêktînin, hem di jiyana xwe û hem jî di jiyana jinên din de hişyariyê bilind dike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Jinan tevî zextên civakî ku di gelek qadên jiyanê de rastî tên jî, bi biryarên ku distînin hem di jiyana xwe de hem jî di nava jinên din de hişmendiyên girîng diafirînin. Yek ji van jinan jî Kafaa Al-Khuzaym a 35 salî ya ku li Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî.

'Min xwest sînorên ji bo jinan hatine xêzkirin derbas bikim'

Kafaa Al-Khuzaym a ku piştî mirina bavê xwe salan mamostetiya pêşdibistanê kir, piştre Fakulteya Perwerdehiyê xilas dike. Kafaa Al-Khuzaym ku piştî dibistanê xilas dibe destûra vekirina dibistanê jî girt, dibistanek bi navê "Rawdat Alwan" vedike.

Kafaa Al-Khuzaym da zanîn bi dibistana ku vekiriye ev jî gelek tişt fêr bûye û wiha got: “Jin têkildarî qadên kar gelek zehmetiyan dijîn. Feraseta mêr û civak berê min da vê berpirsyariyê. Helbet bi tenê serê xwe vekirina kreş û rêvebirina wê ne hêsan e. Lê belê îradeya min a ku ez projeya xwe bi ser bixim û sînorên ku ji bo jinan hatine xêzkirin derbas bikim, di projeya min de serkeftinê anî."

Zarokên xwedî pêdiviyên taybet jî tên qebûl kirin

Kafaa Al-Khuzaym bal kişand taybetmendiya ku dibistana dayikê birêve dibe ji dibistanên din ên herêmê cuda dike ew e ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet jî qebûl dike û wiha got: “Bi saya vê taybetmendiyê gelek dayik û bav zarokên xwe tînin dibistana min. Ez serbilind im ku bi vê boneyê piştgiriya gelek jinan dikim.”

Kafaa Al-Khuzaym diyar kir ku jin bi îradeyeke xurt bi berpirsyarî û berpirsyariyê dikarin projeyan derxînin holê û diyar kir piştî ku di rêveberiya dibistanê de bi serkeftî bû, şikandina hiqûqa civakê berdewam kir û got ku "Navenda Rusxetkirina Mutehîd” vekir. Kafaa Al-Khuzaym têkildarî vê projeyê wiha axivî:

Rusxetkirina Mutehîd

"Ez di vê projeyê de mutahîda yekemîn ez im. Di projeya Navenda Rusxetkirina Mutehîd de ji ber ku karsaziya mutahîdê di civakê de veguherî yekdestdariya mêr, bi giranî hatim rexnekirin. Lê ez carek din dijî feraseta civakê ya ku karê jinan bisînor dike derketim. Ji bo careke din îspat bikim ku jin dikarin tiştên ku dixwazin bikin min berê xwe da hin qadên diyar.”

‘Em heta bigihîjin armanca xwe dev jê bernadin’

Kafaa Al-Khuzaym der barê windahiyên madî yên ku di dema pêkanîna vê projeyê de diyar kir ku "Bazirganiya bêwindahî, ticaretê nayê hesabkirin û ez windahiya madî wek windahî nahesibînim", got ku ew xeletiyan wek ezmûn hesibandiye. Kafaa Al-Khuzaym anî ziman ku tevî zehmetiyên di qada rastî tên jî wek jin hertim bihêz dibin û wiha got: “Em heta bigihîjin armanca xwr dev jê bernadin û berdewam dikin. Divê hemû jin, ji bo pêkanîna daxwazên xwe îradeya xwe wek çek bikar bînin û ji bo wekheviya civakî bixebitin."