Jiyan bi rengê jinan jin jî bi keda xwe bedew in

Jinên Êzidî yên ku ji qada parastinê heyanî perwerdehî û siyasetê bi erk û rola xwe ya pêşengiyê radibin, di qada aborî de jî ji bo bibin xwedî aboriyek serbixwe têdikoşin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Jinên Êzidî yên piştî fermana 73’an a li aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî rabû û di encama wê de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û qetilkirin, bi avakirina Xeseriya Demokratîk a Şengalê di hemu qadên jiyan û têkoşînê de pêşengiyê dikin. Jinên ku ji qada parastinê heyanî perwerdehî û siyasetê bi erk û rola xwe ya pêşengiyê radibin, di qada aborî de jî ji bo bibin xwedî aboriyek serbixwe têdikoşin. 

Sarê Helîqî jî yek ji wan jinan e ku ji bo bibe xwedî aboriyek serbixwe û pê debara xwe û malbata xwe bike dikaneke dirûtin û firotina cilên gelêrî vekiriye. Sarê Helîqî ya li navçeya Xanesor a Şengalê dijî ji milekî ve bi karê dirûtinê debara xwe dike û ji milekî din ve jî bi dirûtina cil û bergên gelerî yê Êzidî hewl dide çanda Êzdatiyê biparêze. Sarê Heliqî dibêje ku li gel bûyîna xwedî aboriyek serbixwe bi taybetî jinên ciwan kişandina cilên resen ên Ezidî ji bo wê cihê şanazî û kêfxweşiyê ye.

‘Ez ji karê xwe hez dikim’

Sarê  Heliqî ya qala karê xwe dike destnîşan dike ku ew bi vê karê debara malbata xwe dike û ji milekî ve jî parastina çanda resen dike û wiha didomîne: “Karê xeyatiyê kareke zor e lê ez jê hez dikim. Ji ber bi saya karên wiha tu dikarî bi keda xwe malbata xwe birêve bibî. Berê hevaleke min jî hebu bi min re dixebitî lê dûre ew çû dema bi min re bû karê min pir sivik dikir lê niha ez tenê me ji bo wê daxwaz jî zêde ne.”

‘Ez bi keda xwe kêfxweş dibim’

Sarê Helîqî da diyarkirin ku herî zêde jin di cejnan de daxwaza cilên spî û yên Kurdewar dikin û wiha got: “Bi giştî jin gelek daxwaza cilên Kurdewar û spî dikin. Piranî ji bo xwe ji bo zarok û xortan jî daxwaz dikin ez ji bo hemûyan didirûm lê tenê cilên Kurdewar ên ku bi qumaşê wan ve morî û xeml hene ji bo me zor dibe ji ber nakeve ber makîneyên me lê em hewl didin ji bo wan bi awayekî pir baş bidirûn.” 

‘Ji bo şahî bi cilên resen bixemilin’

Sarê Heliqî di dawiya gotinên xwe de dibêje ku ew pir şa dibe dema ku jinên ciwan ji bo cilên spî tên ba wê ji ber ew difikire ku ger meraqa jinên ciwan ji bo cilên resen pir be tê wateya ku wê di demên pêş de dirûtina wan jî li her deverê zêdetir bibe û wê cejn û şahî bi rengên resen bixemilin.