Jinên Rojhilatê Kurdistanê vedigerin çandiniyê

Jinên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî çandiniya mezaxtina avê bilind û bêberhem axên xwe ji nû ve wergirtin û bikaranîna rêbazên çandinî û serayê yên nûjen re di qada hilberîna domdar û parastina axê de veguherîn hêzek bibandor.

ŞEBNEM RAHÎMZADE

Bukan – Di pêvajoyên ku azadiya jinan mîna îro nedihat dîlgirtin de, di civakan de lênêrîn û hilberandin perçeyek berpirsyartiyên jinan bû. Jinan, bingehên çandinî û cotkariyê avetine û di heman demê de axê jî parastine.

Bi derketina baviksalarî re, destkeftiyên jinan ên di qada hilberînê de hatin desteserkirin û ev pêvajo heta qeyranên jîngeh û avhewayê yên em îro pê re rû bi rû ne, domkir. Jinan bi demê re, rêya serxwebûna darayî vekirin û di rizgarkirina cîhan û çandiniyê de yek ji roniyên hêviyê, zanebûna jinan bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, digel pirsgirêkên jîngehî yên bi taybetî di qada çandiniyê de tên jiyîn û ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê girantir dibin, jin bi anîna nûjeniyan û bi sûdgirtina rêbazên çandiniya modern, guherînên girîng ava dikin. Tevî hemû astengiyên civakî, aborî û çandî û wekî din, ev guhertin ji aliyê jinan ve tên zindîkirin.

Ji beşdariya nexûya vegera li hilberandinê

Li gor îstatîstîkan jinên ku li gundan dijîn, li Îranê navenda hilberînê ya berhemên çandiniyê yên 125 milyon ton pêk tînin. Beşdariya wan a li hilberîna çandinî jî mîna ji sedî 12 tê diyarkirin. Di serjimêriya ku îsal li parêzgeha Urmiyê hat kirin de, di qadên cuda yên çandiniyê de bi tevahî 236 hezar û 192 hilberîner hene. Ji sedî 95’ê vara mêr in û yên mayî jî jin in.

Lê, li gorî endezyar û hesankera çandiniyê Meryem Fahrîpur, ev hejmar têkariya rast a jinan a di çandiniyê de nîşan nadin. Ji ber ku di gelek rewşan de, tevî ku jin di nava malbatê de bi mêran re çandiniyê dikin jî, navên wan derbas nabe. Meryem Fahrîpur, diyar kir ku piraniya baxçe û zeviyên çandiniyê li ser navê mêran tomarkirî ne û wiha pê de çû: “Çandinî mîna pîşeya mêran tê nîşandan. Lê belê jin, ji stendina zevî heta çandin û palehiyê di her qadê de cih digirin. Lê navê serkeftinq û kar ji mêr re dimîne. Bi gelemperî di gundan de ev kar mîna karê malbatê tê dîtin, lê di rastiyê de xwedîbûna milk a jinan û naskirina jinan a mîna hilberîner tê astengkirin. Beşdariya jinan a li bazara firotinê jî zehmettir e. Di karkeriya demsalî de jî beşdariya jinan ji hejmarên fermî zêdetir e.”

Têkoşîna jinan a li dijî tûnebûna axê

Guherîna avhewayê û çavbirçîtiya têrnebûyî ya kedxwaran, statûya jin û xwezayê dike bin xeteriyê. Bi taybetî jî jin piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, zêdetir ketin ferqa wateya maf û jiyana azad.

Gelek jin, ji bo ji nû ve wergirtina axên bi rêya mîrasê bidest xistinê têdikoşin. Di heman demê de hewl didin şêwaza berhem, avdanî û bazartiyê jî biguherînin. Ev mijar, ji ber hişkesalî û qeyrana avê ya Gola Ûrmiyê, li herêmê hîn zêdetir girîngî qezenc kir. Lê belê li raporên qadê, cotkarên mêr zêde bi xwestek nînin ku rêbazên berhem û çandiniyê biguherînin.

Cotkara jin Şelîr Amberî ya li gundekî Bukanê beşek ji zeviyê aydê malbata xwe ji nû ve bidest xist, yek ji wan jinan e. Şelîr Ambarî, balkişand ser temsîlnebûne û hêviya ji bo pêşerojê û wiha got: "Li herêmê qeyranek avê heye, lê min kredî wergirt û rêbaza avdanê veguherand pergala dilopkirinê û gûbreyên baştir bikar anî. Min ji endezyarên çandiniyê yên jin gelek alîkariyan girt. Divê him em axê biparêzin û him jî berhemên me bikalîte bin. Ji ber ev yek rasterast bandorê li ser tenduristiya civakê dike.”

Guherîna berhem û veguherîna bazar

Di 10 salên dawî de, bi teşwîqkirina polîtîkayên hikûmetê re bexçeyên li beşekî girîng a parêzgehê, berê xwe dan berhemên pêdiviya avê bilind e. Lê belê, berhemên mîna çewênder, him di aliyê aborî de zêde kar nake û him jî di heyamên qeyranê de zêde sûd nade.

Li hember vê yekê, hinek cotkarên nûjen berê xwe dan çandiniya sera û hilberîna çandiniyên bingehîn; beşek girîng a van cotkaran jî ji jinan pêk tê. Di roja me ya îro de jin, di serayan de kiwark, sebzeyên xwecihî yên li gorî avhewayê û berhemên mîna zahferan diçînin. Ev hilberandin, li bajarên mîna Neqade, Ûrmiye, Bukan, Serdeşt, Şîno û Mahabadê belav dibe.

Rojîn F. ya ku hilberîna zahferanê dike, da zanîn ku Rojhilatê Kurdistanê ji bo hilberandina zahferanê pir guncaw e û wiha axivî: "Min piştî ku perwerde dît, li deverek biçûk dest bi çandina zahferanê kir. Di heyamên qeyranê de ev berhem dikare ji bo çandiniya ku mezaxtina avê bilind e, bibe alternatîfek aborî. Zahferana me, li gorî gelek herêmên Îranê bi kalîte ye û bi bihayek bilindtir tê firotin."

Kejîn Herbî ya hilberandina kiwark û sebzeyan dike jî, diyar kir ku ev qad bi qezenc e, lê pêdivî bi bazarek bihêztir heye û wiha got: "Di hin mehan de firotin qels e, lê ev berhem her tim tê mezaxtin. Di heyamên şer de peydakirina van berheman pir girîng e.”

Jin parêzvanên jiyanê ne

Di roja me ya îro de gelek jin, di çandinî û dabînkirina xurekê ya herêmê de rolek çalak dilîzin. Ji bilî çandiniyê, di projeyên parastina jîngehê de jî cih digrin. Di nava wan de, xebatên mîna li herêmên hesas li şûna çandiniyê pêşxistina hunera destan, li Zagrosê çandina darên berû û berfirehkirina çandiniya serayê heye. Hîn zêdetir vegera jinan a ji bo vê qadê, wê ewlehiya xurekê bihêztir bike.