Jinên Lîbyayê dest bi projeya beşdarbûna aboriya herêmî kirin

Rêxistina Pêşketinê ya Lîbyayê projeya bi navê Jinên Pêşeng ji bo avakirina aboriya herêmî da destpêkirin. Proje bi armanca beşdarbûna karên aborî ya jinan hatiye destpêkirin.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Rêxistina Pêşketinê ya Lîbyayê di 3’ê Cotmehê de di bin navê projeya Jinên Pêşeng, pêngava ku piştgiriyê dide jinan û wan teşwîqê avakirina aboriya herêmê dide, da destpêkirin. 
“Projeya Pêşengên Jinan xebatan didomîne”
Têkildarî armanca vê projeyê û qonaxên wê, Rêvebera Bernameyan a Rêxistina Lîbyayê ya Pêşketinê û Rêvebera Projeya Pêşengên Jin Endezyar Fadwa Amer ji ajansa me re axivî û got: “Projeya Pêşengên Jin dixebite ku jinan di warê karsaziyê de perwerde bike. Me proje li sê bajaran bi rêxistin kir, ya yekem bajarê Derna, piştre bajarê El-Beyda û ber bi bajarê Bîngazî ve em çûn. Di qonaxa duyemîn a projeyê de, rêxistin dixebite ku jinên di qonaxa yekem de hatine perwerdekirin divê komek din a jinan li ser karsaziyê bi navgîniya bernameya zoomê perwerde bikin û qonaxa sêyemîn jî pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî ji bo pênc projeyan ji bo jinan bajarên Derna, El-Beyda û Bîngazî digire nava xwe. Projeya Pêşengên Jinan ji jinan re dibe alîkar ku ji bo projeyên cihêreng ên ji bo wan taybet in û wan li ser erdê bi cih dikin, ramanan bigrin. Qonaxa paşîn a projeyê piştgiriya teknîkî û hunerî ji bo projeyan digre nava xwe. Ji ber vê yekê em ê pênc projeyan ji hemû bajarên ku perwerde lê çêbûn hilbijêrin. Em hêvî dikin ku piştgiriya madî ji projeyan re pêşkêş bikin.” 
“Me navê ‘Pêşeng’ hilbijart”
Der barê sedema hilbijartina Pêşeng ji bo navê projeyê de, Fadwa Amer dibêje: “Jinên Lîbyayê di aliyê rêberî, pêşketina ramanê û destpêkirina wê ji bo avakirina projeyek pêşeng kêm mane. Me navê pêşeng hilbijart, ji ber ku jin pêşeng û nûjen in û tenê bi hewceyî alîkariyê ne ji bo ku dest pê bikin. Hejmara têkiliyên ku min ji jinên ji bajarên cihê yên Lîbyayê girtine ji bo ez beşdarî perwerdeyê bibim, pir mezin bû. Ji ber ku bangevanan dixwestin perwerdeyek bibînin ku dê ji wan re bibe alîkar karên xwe saz bikin. Hin kesan digotin ku ramana wê ya projeyê heye lê nizanin ji ku derê dest pê bikin û ew çawa dikarin wê bi cih bînin û wê bikin rastiyek ji bo ku ji hêla darayî ve serbixwe bin. Yên din jî dibêjin ku jiyana wan a darayî ya baş heye û ew dixwazin projeyek taybet vekin lê tu ramanên wan nîn e.” 
“Me hejmarek diyarkirî ya ku em perwerde dikin destnîşan kir”
Der barê serkeftina projeyê ji dema destpêkirina wê ve Fadwa Amer dibêje: “Rêjeya serfiraziya projeyê zêde ye. Me hejmarek diyarkirî ya ku em perwerde dikin destnîşan kir ku ji deh şagirtên jin zêdetir nebe lê beşdariyek mezin a jinan hebû. Nêzî 245 jinên ku bi karsaziyê re eleqedar dibin û dixwazin bibin perwerdekarên vê projeyê derketin pêş. Li gorî rêgezên projeyê, em neçar bûn ku li her bajarekî tenê 15 jinan perwerde bikin. Ez hêvî dikim ku her jinek Lîbyayî ya şerxwaz xwediyê projeya xwe be û gava yekem bavêje û dest pê bike heya ku piştgiriya wê ya darayî jî nebe, bi fikir, bêhnfirehî û biryar dest bi projeya xwe bike.”
Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Pêşketinê ya Lîbyayê di Adara borî de projeya Çêkerên Hêviyê dabû destpêkirin, da ku 60 karkerên jin di warê civaknasiyê de perwerde bike.