Jinên ku zanîngeh temamkirine neçar dimînin ku karên cûda bikin

Jinên ciwan ên ku zanîngeh û peymangeh temam kirin û heta niha bi awayek fermî tayîn nebûne, di werzên komkirina berhemên çandiniyê de li baxçeyan kar dikin û dahata jiyana xwe dabîn dikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce – Ciwanên ku zanîngeh û peymangeh temamkirin û heta niha bi awayek fermî tayîn nebûne, beşek ji wan li bendê ne bi awayek fermî tayîn bibin, beşek din jî bi ked û westandina xwe li kompanyayên taybet, firoşgeh, molan, karê destrengîn, baxçe dahata jiyana xwe dabîn dikin.

Beşa werzîşê xilas kir lê nehat tayînkirin

Sûmeya Cehfer a 31 salî li Helebce jiyan dike û rûxmê ku koleja werzîşê temam kiriye nehatiye tayînkirin wiha dibêje: “Ev 6 sal e di saet 6’ê sibehê heta 4’ê êvarê ez hinaran diçînim û di baxçeyan de kar dikim. Di baxçeyan de jin zêdetir kar dikin, jin bi pareyek kêm kar dikin û mêr jî daxwaza pareyek zêde dike. Ji ber wê me jî neçar dikin ku bi kêmek pare kar bikin.”

‘Em neçar in ku kar bikin’

Sûmeye Cehfer da zanîn ku li zanîngehê çar salan li ser hev yekemin bû dixwaze bi ew pareyê ku di karkirinê de bi dest dixwe pê masterê bixwîne. Derbarê beşdariya jinan ji bo komkirina berhemên çandiniyê de wiha got: “Li sînorê Şarezûr rêjeyek berçav ji jin û xwendekaran beşdarî karkirinê dibin. Neçarin kar bikin da ku çavê wan nemîne li ber destê kesê. Bila baweriya me bi me were û em destê xwe dirêjî kesê nekin, ji ber karkirin ne şerm e.”

Nermîn jî li gel birayê xwe rojane bi mebesta komkirina hinaran diçin baxçe û wiha got: “Ez li gel birayên xwe têm. Di saete 6’ê siharê heta 4’ê êvarê em kar dikin.”

Soze Şewket di hesabên kompanya hinaran de kar dike û wiha dibêje: “Her roj di saet 8’an heta 4’ê êvarê em kar dikin û koma me hêjmara wan 12 kes e. Beşdariya jinan nivî bi niviye. Ew kesên ku belgename jî weke serpereştî datînin û ewên ku zêde biwestin pareye zêdetir digrin.”