Jinên koçber neçar in bi mûçeyek kêm û demên zêde kar bikin
Jinên koçberên Sûriyeyê li deşta Şarezûrê neçar in bi muçeyek kêm, demek zêde kar bikin da ku bikarin dahata jiyana xwe bikin.
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Li zeviyeke kartolan li sînorê bajarokê Seyîdsadiqê bi sedan karkerên jin ku ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê koçber bûne karê komkirina kartolan dikin. Zehmetiyên jiyanê, koçberî û şer û rêvebirina malbatê û nebûna dahatê wan neçar kiriye ku demek zêde bi mûçeyek kêm li ber germahiya rojê û westandinek zêde kar bikin.
Çîroka Werde yek ji mînaka bi hezaran koçber û sedan karkerên rojane ye ku ji bo peydakirina pêwîstiyên malabata xwe, bêyî ku guh bidin pileya germahiya havînê û sermaya zivîstanê bê westan kar ji bo dahata jiyana malbata xwe dikin.
Ji bo debara jiyanê naçar in bi pereyê pir hindik jî bixebitin
Werde Abdulah yek ji wan jinan e ku di zeviya kartolan de kar dike û bi xwe rûniştvana kampa Barikê li Erebtî ya girêdayî bajarê Silêmanî ye, dayika heşt zarokan e. Bi xwe û li gel çar keçên xwe bi rojane bi 15 hezar dînarên Iraqê ji saet 4’ê sibê heta 11’ê nîvroyê kar dikin û wiha behsa zehmetiyên karê xwe dike: “Em komek jin bi hev re kar dikin, em hemû dost û xizmên hev in, bi wesayîdan tên û dest bi kar dikin, em neçar in dahata jiyana xwe bikin. Her çendî pereyê me kêm e jî salên borî xwarin û av li ser xwediyên kar bû, me rojane 25 hezar dînarê Iraqê digirt lê belê îsal dibêjin divê hûn bi xwe xwarinê binîn û bi 15 hezaran em kar dikin. 8 zarokên min hene divê ez dayiktiyê ji wan re bikim, em neçar in kar bikin da ku debara jiyana xwe bikin. Bi wê mûçeyê ku em bi zor û zehmetî kom dikin ji ber giraniya bazarê, em careke din nikarin hemû pêwîstiyên jiyanê dabîn bikin.”