Jinên ji gundên Dêrezorê bi çandiniyê debara xwe dikin

Jinên ji gundewarê Rojhilatê Dêrazorê bi çandiniyê him pêwistiyên xwe pêk tînin him jî debara xwe dikin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor – Çandinî yek ji hêmanên jiyanî sereke yên xelkê gundewarê Dêrazorê ya Bakûr û Rojhilatî Sûriyê ye. Jinên ji gûndên Dêrezorê yên bi axê ve girêdayî ne ji bo debara xwe bikin an jî ji bo pêdawistiyên xwe peyda bikin di serayan de çandiniyê dikin.

Hind El-Jasêm a ji herema Hejînê yek ji wan jinan e ku li serayan çandiniyê dike. Hind El-Jasêm a dibêje ku “Ji bilî çandiniyê tu riyek ku em debara jiyana xwe pê bikin nîn e”  destnîşan dike ku ew bi çandiniyê him debara xwe dikin him jî pêdawistiyên xwe pêk tînin.

Hind El-Jasêm destnîşan kir ku di serayan de çandiniyê kirin lihênêrînek taybet dixwaze û wiha qala karê xwe kir: “Di meha Sibatê de em dest bi karê çandiniyê dikin. Em tovan diçînin ser wan digrin heya ku mezin dibe. Bi destpêka meha Nîsanê re em wan dibin dixin bin serayan de. Hin sebze hene pêwîst nake di van malan de em biçînin.”

Hind El-Jasêm derbarê astengî û zehmetiyên ku ew di kar de dikêşin wiha got: “Nebûna avê zehmetiyê ava dike. Em hewl didin li hemberî vê rê û rêbazan bipêş bixin. Her tiştê pêdiviya bazarê pê heye em diçînin weke îsot, bacan, firingî, xiyar û xirtikan. Nirxê tovan, gebre û dermanên çandiniyê bilind e. Dahateke me darayî baş nîn e ku em hemû pêdiviyên çandiniyê bikirin.”

Hind El-Jasêm a destnîşan kir ku di serayan de yek ji xalê girîng ji germê parastina berhemên çandiniyê ye da zanîn ku ew beşek ji berhemên xwe bi cîranên xwe re parve dikin û beşek din jî ji bo pêwistiyên mala xwe û pêkanîna debara xwe radikin.