Jinên Idlibê ji ber buhabûna zêde nikarin amadekariyên zivistanê bikin

Ji ber qeyîrana aborî jinên Idlibê nikarin ne debara jiyana xwe bikin ne jî amadekariyên zivistanê bikin. Jinên her sal hişk kirina zebzeyan weke çandekê dizanin û pêre jî alîkariyê dide aboriya malê diyar kirin ku dema zivistanê ji ber berf û baranê rê dihatin girtin jî xema wan nebû, ji ber di paşmala wan de her dem amadekariyên zivistanê yên ji zebzeyên havînê hatîn hişk kirin hebûne.

SOHÊE EL-IDLIBÎ
Idlib - Ji ber qeyîrana aborî jinên Idlibê di aliyê dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn ên jiyanê de zoriyan dijîn û peydakirina xwarinê bûye xewnek ji bo gelek kesan. Li gel van zehemtiyan jî jin bi rê û rêbazên cuda hewil didin bi şêweyekê ji zarokên xwe re nan peyîda bikin. Jinên her sal hişk kirina zebzeyan weke çand dizanin û weke kevneşopî dewam dikin îsal nikarin amadekariya zivistanê bikin. 
 “Ji buhabûna tiştan em nema dikarin debara xwe bikin” 
Ji jinên ji ber qeyîrana aboriyê di nava hewildanên debara jiyanê de ne Saada El-Hebûş a 30 salî, got: "Buhayê tiştan pir zêde ye, nemaze piştî ku diravê Sûrî bi yê Tirkî hate guhertin. Ez çawa dikarim pêdiviyên xwe yên malê peyda bikim, buha du qat zêde bûye. Kîloya Bacanên sor ji du lîran gihiştiye şeş lîreyên Tirkî, yanî hezar û 500 lîreyê sûrî ye. Her wiha  miloxî, îsota sor û kesk li gel sebzeyên din jî heman tişt e. Amadekirina pêdiviyan bûye barekî giran û tenê ji bo kesên dewlemend sînordare, ji ber tenê dewlemend dikarin di vê rewşê de debara jiyana xwe bikin.”
Saada El-Hebûş û malbata xwe di werza zivistanê de pala xwe didan pêdiviyên ku di havînê de çêdikirin, zebzeyên havînê hişk dikirin ji bo rewşa malê ya aborî dibû barsivikî, lê îsal di rewşa heyî de nikarin ne jiyana xwe ya rojane dabîn bikin ne jî amadekariyên zivistanê bikin.
“Em feqîr li ber bihabûna tiştan şaşwaz bûne nema dikarin çî bikin” 
Sobhia El-Enwar a 50 salî jî buhayên bilind yên sebzeyan, nearamiya wan û cihêrengiya wan di navbera firoşgehan de  rexne dike û dibêje: "Bazirgan li mirovan nayên rehmê, her yek ji wan li gorî xwesteka xwe tiştan difroşe. Bihayên hilberê di navbera bazaran de cûda dibe. Em ên belengaz di peydakirina pêdiviyan de ku pêdivî bi diravek mezin e şaş dimînin. Em diçin bazarê digerin paşê destvale vedigerin malê. 
“Em îsal ji hişk kirina zebzeyan a li gel me çande bê par mane”
Sobhia El-Enwar dilgermiya xwe ya salên berê tîne bîra xwe û dibêje ku wê her cûre pêdiviyan ji bo zivistanê amade dikir û wiha dom kir: "Me salên dine ebze, nebat, kulîlk, şîranî, tirşo, makdous, labne, penîr, pelên mêwan, ava fêkiyan, batata û îsota çêdikirin. Amadekirina van xwarinan mîratek kevnare ku me her dem parastiye. Em zivistanê dema ku berf riyan digre, ji birçîbûn û belengaziyê natirsin, ji ber paşmala me tejî tiştên hişk kirîbû. Îsal ne em dikarin havînê têr bixwin ne jî ji bo zivistanê rakin.”
“Hewceye ji bo kontrolê çavdêr li bazaran hebe”
Li aliyekî din derçûya Fakulteya Aborî, Lian Abdel Hamid a 30 salî jî sedema zêdebûna buhayên tiştan bi bêxemiya hikumeta heyî ve girê dide. Lian diyar kir ku şer bû sedema xerabûna şert û mercên jiyanê yên gelek welatiyan û wiha dom kir: Yên ku di demên berê de dewlemend bûn van rojan belengaz bûne û rewşa wan xirab bûye. Pêdivî bi dewreyên çavdêriyê. Divê ceza li ser bazirganan û yên ku bi bihayan re dilsoz nabin werin hişk kirin.” 
Li gorî amarên herî dawî ên Rêxistina Human Rights Watch a li ser aboriya Sûriyê, ku di rapora wê ya salane ya sala 2020’an de hatiye dîtin, ji sedî 90’ê welatiyên Sûriyê di bin rêjeya hejariyê de ne. Karbidestê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî li Sûriyê, Akjmal Magtimova, got ku 9 mîlyon û 300 hezar mirov li Sûriyê hewceyî xwarinên ne.