Jinên Gundên Dirbêsiyê: Parastina aboriya malbatê bi çanda kevneşopî
Jinên bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi hatina demsala zivistanê re di nava pêşbirkê de ne. Li dijî bihabûna heyî bi çanda xwe ya kevnar tedîbîrên xwe digirin û bi vê xebatê hewl didin ku çanda xwe ya kevnar zindî bihêlin û biparêzin.
SORGUL ŞÊXO
Dirbêsiyê – Li Rojavayê Kurdistanê tevî krîzên aborî, kêmbûna sotemeniyê û buhabûna kelûpelên xwarinê, jinên li gundan ji bo parastina aboriya malbatên xwe dest bi amadekariyên zivistanê kirine. Jin bi çêkirina rîçal û sebzeyên ku hişk dikin, hewl didin li dijî buhabûna her tiştî ji bo jiyanê li ber xwe bidin.
Sal bi sal krîzên aborî û buhabûna kelûpelan bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya gel dike. Li gel pirsgirêkên wekî krîza nan, kêmbûna sotemeniyê û buhabûna berhemên xwarinê, welatî di peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane de zehmetiyan dikşînin. Di vê pêvajoyê de, modela aboriya komunal û kevneşopî ya ku bi destên jin û dapîrên Kurd tê meşandin, careke din derdikeve pêş.
Jinên ku li gundên derdora Dirbêsiyê dijîn, mîna her salê îsal jî ji bo ku li dijî qeyrana aborî tedbîrên xwe bigrin, dest bi amadekariyên zivistanê kirine.
'Êdî em neçar in ji bazarê bikirin'
Beşîra Hisên a ji gundê Çetelê yê Dirbêsiyê, qala amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kir û diyar kir ku ew hewl dide bi derfetên xwe yên sînorkirî zexîreyên zivistanê amade bike. Beşîra Hisên got: “Min rîçala tirî, hêjîr û mişmişan çêkiriye, li kêleka wê jî bacanê reş û îsotên sor hişk dikim. Min rîçela hejîran ji darên baxçeyê mala xwe çêkir."
Beşîra bal kişand ser bandora nexweşî û guhertinên demê jî û got ku ew êdî nikare wekî berê hemû tiştî li baxçeyê xwe biçîne û wiha domand: "Lê ji ber ku mirov sal bi sal extiyar dibe û nexweşî zêde dibin, ez nema dikarim bacan û îsotan ji baxçeyê ku min berê çêdikir kom bikim. Niha êdî em gelek tiştên xwe ji bajar dikirin.”
Her wiha di heman demê de Wesiya Silêman a 70 salî jî bal kişand ser bîranîn û birînên xwe û cudahiya dema xwe ya berê û ya niha anî beramberî hev ku ev yek jî nîşan dide rewşa aborî û civakî çawa guheriye.
Di navbera buhayên bazarê û xweşiya malê de jin her dem hilberîna bi destên xwe hildibijêrin
Beşîra da zanîn ku ew çendîn sal in li gund dijîn, her sal savara xwe bi xwe amade dikin û ji bazarê nakirin û got: “Em fêr nebûne savarê ji bazarê bikirin, her sal em danûkan dikelînin û savara xwe ya ji bo salek an du salan çêdikin. Bereketa tiştên li malê tên çêkirin ji yên bazarê zêdetir e û tama wan xweştir e. Berhemên ku em ji bazaran dikirin, hem buhayê wan zêde ye hem jî tama wan nexweş e. Ji ber wê jî divê mirov pêdiviyên mala xwe li malê çêbike.”
Her wiha Beşîra anî ziman ku ew ne tenê ji bo lawiran, ji bo her rewşa awarte û îhtîmala krîzan jî nan hişk dikin, arvan hiltînin û wiha pê de çû: “Nanê ku li cem me zêde dimîne ger pêwîstiya cîranek pê hebe em didin lê wekî din em ji bo lawirên xwe hişk dikin. Ne tenê ev bi îhtîmala ku nanpêjxaneya bajar nexebite yan jî nan tunebe, em dest bi çêkirina nanê tenûrê dikin. Me ji bo wê arvan jî hilaniye. Ger ku rojeke giran bi ser me ve were û em bê arvan bimînin alternatîfa me nanê me yê hişk e. Gava ku em neçar bimînin em ê avê li nanê hişk bikin, şil bikin û wiwa bixwin.”
Bêrîkirina rojên berê siyaset û partîbûyîn
Wesîla bi van gotinan bêrîkirina xwe ya ji bo salên berê tîne ziman: “Berê xwarin jî nebûya, cîhana me xweş bû, rojek jî mirin nediket bîra me. Lê niha em di nava bahoz û xetera tirs û mirinê de dijîn. Mirov berê xwe dide ku derê, li wir qala siyasetê tê kirin, hemû kes bûne siyasetmedar û partîbûyîn gelekî bi pêş ketiye. Berê salê pîrek an jî kalek nedimir lê niha di bin axê de tijî xort û şehîd hene.”
Wesîla bal kişand ser krîza sotemeniyê û fikarên xwe yên demê wiha anî ziman: “Dibe ku îsal sobe jî tunebe, her tişt li ser me qut kirine. Ruhê me ketiye destê dewletan, em di rewşeke nebaş de dijîn.”
Wesîla bi kişandina her libeke tizbî, bîranînên ku di bîrdanka xwe de veşartine, tîne ber çavên xwe û keseran dikşîne.
Kombûna zarok û jinan li dora sîtila danûkan
Eyşê Osê jî di vê payîzê de dest bi çêkirina danûkan kiriye û qala berhemên jê derdixin dike: “Îsal min ji bo xwe û hevjînê xwe tenê 7 teneke genim keland. Em ê danûkan jê bidin zarokan û yê din jî bikin savar. Xweşiya wê ew e ku zarok û jin hemû li dora sîtila danûkan kom dibin û ji vêxistina agir heta xwarina danûkan her tiştî dişopînin. Berê dayîk û dapîra min çêdikirin lê niha bi salan e ez bi xwe çêdikim.”
Çavên her kesê li benda çareseriyan in
Îsal tevî ku jin çanda dapîrên xwe zindî dihêlin û ji bo zivistanê alternatîfên xwe digrin bin temînatê jî buhabûna kelûpelên xwarinê, krîzên aborî û civakî û şerê ku rû dide, barê wan giran kiriye û ew bi çavên ku ku hêvî ji wan xuya ye li benda çareseriyan in.