Jinên Dêrsimî: Jiyan biha ye, em bi fikra sibe radizin

Jinên esnaf ên Dêrsimê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî ew hatine asta rawestandina kar û wiha gotin: “Em bi fikra sibe radizin. Mirov mehkûmî birçîbûnê kirin” û bertek nîşanî bihabûnê dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - Li Tirkiyeyê roj bi roj enflasyon zêde dibe, bihabûn bandoreke mezin li esnaf û mezêxeran dike. Dema ku ji ber zêdebûna bihayan hêza kirînê kêm bû, welatiyan ji bîr kirin ku çi hewcedariyên luksê hene û ketine xema nan girtinê.

Li Dêrsima ku yek ji bajarên ku jiyan lê biha ye, welatî bi giştî bi sewalkarî, mêşvanî û esnafê biçûk mijûl dibin. Li gel ku zêdebûn jî qalîteya jiyanê li bajêr kêm dike, mûçeyên ku hemwelatiyên dahata navîn werdigirin jî nikarin hewcedariyên jiyanê yên bingehîn ên wekî xwarin û stargehê peyda bikin. Jinên esnafên Dêrsimê yên ku me der barê mijarê de bi wan re hevdîtin kir, diyarkirin ku li gorî par 3-4 qat biha zêde bûne û hatine wê rewşê ku dikanên xwe bigirin.

‘Ez heftê carekê jî nikarim ji zarokê xwe re goşt bikirim’

Nadîde Yalli, diyar kir ku ji ber ku nikare karê xwe bike li navenda sûkê berhemên xeml û cilan difiroşe û der barê pirsgirêkên ku dijî de ev tişt gotin: “Ez şêwirmenda malbatê me. Nêzî 4 sal in ez li vir kar dikim ji ber ku ez nikarim di warê xwe de karsaziyê bikim. Ev qeyrana aborî di serî de barekî giran li ser me dixe, ji ber ku hemû bar di her aliyê jiyanê de dikeve ser milê jinan. Dema ku em li aliyê jinan dinêrin em di beşeke ku du qat tên bindestkirin û westandin de ne. Bêyî ku em zêde dûr bikevin, ger em li sala borî binêrin, her tişt sê qat bûye. Min par 4 hezar kirê dida, îsal bû 10 hezar. Dîsa ji hêk heta nan her tişt sê qat an çar qat zêde bûye. Ez qala tiştên wek cil û berg û stargeh jî nakim. Ew tiştên ku niha ji me dûr in. Berê derfeta min hebû ku ez biçim malê û saetekê bêhna xwe bidim, êdî ez nikarim wê jî bikim. Ji ber ku ji bo ku ez bikaribim hewcedariyên xwe bi cih bînim divê ez hinekî zêdetir qezenc bikim. Ev ne ji bo luksa min, ne ji bo xwarinek an tîşortek e. Ez li vir im ji bo ku ez nanek zêdetir bigirim û bifikirim ka dê sibê çi bibe. Nizanim wek welat heta kengê dikarin bi vê bihabûnê liberxwebidin. Ez dikarim dev ji gelek tiştan berdim. Lê keçeke min a 7 salî heye. Divê keça min goşt bixwe, lê goşt niha ji bo me bûye xeyal. Ev rewş ji bo hemû hevalên me yên jin derbasdar e. Havîn û zivistanê saet di 7’an de tên û heta êvarê li vir dimînin. Em ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin li vir in. Em dikevin wê xemê ku ji kîloyek bacan, du xwarinan çêbikin.”

‘Ez berheman bi deyn dikirim û bi deyn didim’

Esnaf Zûbeyde Delekçî anî ziman ku debara jiyana xwe domandin gelekî zehmet bûye û wiha got: “Em îsal nikarin tu karî bikin. Her kesê ku tê vî bajarî dibêje biha ye. Lê rewşa bajarên din jî ne cuda ye. Vê krîzê li her kesî da. Gel me berpirsyar dibîne. Yê ku dike ne em in, desthilat e. Dema ku ez perçeyek digrim û bi 150 dikirim, ez nikarim bifroşim. Nikarin hilberên xwe bi zirarê jî bifroşin. Ez bi deyn dikirim, bi deyn didim. Em nikarin debara xwe bikin, ger me karibûya debara xwe bikin ma em ê heta êvarê rojê 14 saetan di bin vê rojê de bixebitîna?”

‘Em têkoşîna jiyanê didin’

Sevîm Saglam jî zererên krîza aborî ya li rast tên bi van gotinan vegot: “Ez derenceyan paqij dikim. Em bi pirsgirêkên aborî yên cidî re rû bi rû ne. Bi pereyê ku em qezenc dikin em nikarin tûp jî bikirin. Ez faturayên kirê, elektrîk û avê jî didim rexekê. Em li vir têkoşîneke didin. Pereyên ku em distînin nikarin pêdiviyên me bi cih bînin. Em têkoşîna jiyanê didin, wekî din em ê bi rastî birçî bimînin. Kurê min 30 salî ye lê li malê rûdine. Çima, ji ber ku bêkar e, bi rastî nikare karekî bibîne. Tu kes nikare li vir karekî bibîne.”

‘Her roj ez di xew de li ser sibe difikirim’

Herî dawî Dîren Koç anî ziman ku ji ber bihayên heyî gel mehkûmî birçîbûnê tên kirin. Dîren Koç, anî ziman ku ew her roj serê xwe datîne ser balgiyê û li sibe difikire û wiha got: “Hêza kirînê ya mirovan gelekî kêm bûye. Dewlemend dewlemend in, di vê pêvajoyê de xîzan hîn xîzantir dibin. Ez dayîka 3 zarokan im, timî li ser nanê zarokên xwe difikirim. Di vê pêvajoyê de mafê tu kesî nîne ku vê rewşê ji destê me bigire. Tu eleqeya wê tenê bi Dêrsimê re nîne. Ev rewş li her derê heye. Her tişt pir biha ye û em ne dikarin bikirin û ne jî bifiroşin. Ez wek dayîkek û jinek bi tena serê xwe şer dikim, lê bawer bikin ez pir westiyame. Ez îro li sibe difikirim, sibe jî li roja din. Divê ne tenê ez, tu kes vî rewşî nejî. Gelek kesan li vir dikanên xwe girtin. Demekê ez li ser vê yekê fikirîm, lê ji ber ku tiştekî din tunebû, min nikarîbû bikim. Min zarokên xwe fikirî û vir careke din vekir.”