Jinên Dêrezorê bi çêkirina kerpîçên ji axê debara xwe dikin

Gelê gund û bajarokên Dêrazorê ji ber bihabûna malzemeyên înşaetê, jinan bi kerpîçên axê dest bi çêkirina malan kirine û derfetên kar ji bo jinan ava kiriye. Jin bi kerpîçên ji axê çêdikin û debara xwe ya aborî pê dikin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrazor – Kerpîç bi ax û avê çêdibin. Hemû malzemeyan dixin nava hev li hev didin heta ku dibe piştre dixin qalibên dar û datînin ber tavê heta zuha dibe dibe kelpîç. Kerpîçên ku piştre ji qalib tên derxistin ji bo çêkirina dîwar tên bikaranîn.

Malên kelpîç weke kunan in, rutubeta di hewayê de di xwe xwe de digre, ji ber ku hevsengiyê bi hewarê re çêdikin û ji bo tendirustiya mirovan baş in. Malên kerpîç tû ziyanê nadin hewirdorê, hem maliyeta wan kêm e hem jî dema ku rast werin çêkirin ji erdhejê zêde bi bandor nabin.

Bihayên zêde berê gelek kesan dide malên ji axê çêdibin

Li gundewarên rojhilat û bajarokên girêdayî Dêrezora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber bihayê zêde yê malzemeyên înşaetê, mirovan dest bi çêkirina malên bi kerpîçên ji axê kirine. Kerpîçên ku pê mal tên çêkirin bi destên jinan çêdibin. Jina ku bi çêkirina kerpîçên axê debara malbata xwe dike Meryem Elî û Sobha Al-Hamad der barê karê xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo çêkirina kerpîçan ked pêwîst e’

Meryem Elî da zanîn ku di çêkirina kelpîçan de ax, ka û avê bi kar tînin û got: “Piştî wê em qalibên ku ji dar û hesin tên çêkirina bi cih dikin û heriyê dixin navê. Ji bo zuha bibe 3-4 rojan em li ber tavê dihêlin. Em heta meha Cotmehê ji heriyê kerpîçan çêdikin. Hem ji ber ku erzan in, hem jî ji ber pêwîstî pê heye, rojane em nêzî hezar û 500 kerpîçan çêdikin. Kerpîçên axê ji bo me mîrasek dîrokî ye.”

‘Havînê cemidî û zivistanê germ in’

Sebha Al-Hemed da zanîn ku malên modern ên bi çîmento tên çêkirin maliyeta wan zêde ye û bi bîr xist ku di konan de jiyan gelek zehmet e. Her wiha diyar kir ku ji bo xwe dest bi çêkirina mala bi kerpîç kiriye û got: “Malên bi kerpîçên ji axê werza havînê cemidî û zivistanê jî germ in. Ev mal bi taybetî li cihên çolwarî li gorî şert û mercên hewayê ne. Malên ji kerpîçan tên çêkirin divê her sal werin nûkirin ji ber şert û mercên hewayê bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû dimînin. Bi bandora barana dîwar lawaz dibin, ji ber wê lênêrîna salane girîng e.”