Jinên Dêrazorê yên cotkar di warê aborî de xweser in

Çandinî jêdereke sereke ya dahatê ye ji bo şêniyên li gundewarên herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piraniya kedkarên çandiniyê û yên ku bi çandiniyê re li gundewarên Dêrazorê mijûl dibin jin in. Erdên Dêrazorê ji bo çandiniyê baş in lê ji ber germahiya havîn û ziwabûna zivistanê gelek nebat û sebze çênedibûn ji ber ku rêbazê çandiniya wan nedihat zanîn lê jinên Dêrezorê yên ku di warê çandiniya zebzeyan de xwedî zanîn in ,zebzeyên cûrbecûr îsal çandine.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazorê- Jinên herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandiniya zebze wekî jêdereke sereke ya dahatê dibînin û îsal jî bi çadina hin cûreyên zebze wekî qernebît û lehane  çandiniyê bi pêş dixin û serxwebûna xwe ya darayî bi dest dixin.
"Qernebît û lehane çandiniyeke nûjen û serkeftî ye"
Serkeftina çandina lehane û qernebîtan di nav cotkarên jin ên Dêrazorê de ji bo geşbûna herêmê û geşepêdana çandiniyê û piştgirîkirina aboriya cotkarên jin jî gaveke pir baş e. Ev yek bi serê xwe têkoşînek e, li hemberî şert û mercên jiyanê yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê re rûbirû dimînin ji êrîşan bigre heya qutkirina ava Çemê Firatê. 
Çandina qernebît û lehaneyan di meştelê de di mehên Tîrmeh û Tebaxê de dest pê dike, bi qasî mehekê dimîne heya ku dibin şitil, paşê ew di nav axê de tên çandin û di navbera her şitlekê de bi qasî metreyek an nîv metre mesafe heye, bejahiya Rojhilatê Dêrazorê ji bo çandiniyê guncav e.
"Ji cotkariya ber bi çandina sebzeyan ve"
Têkildarê mijara çandiniyê li herêma Dêrezorê cotkar Hesna El-Hişaş wiha dibêje: "Em bi giranî bi çandiniyê ve girêdayî ne, zêdetirî 40 sal e ku ez di çandiniyê de dexebitim, beriya niha em bi çandina genim, ceh, pembo re mejûl dibûn û ev ji bo me wekî çavkaniyek bingehîn bû, niha jî me çandiniya nû dest pê kiriye û ev yekem car e ku em di vê beşa çandiniyê de, di çandina qernebît û lehaneyan de bixebitin."
Cotkar Hesna El-Hişaş diyar dike ku tiştê wan teşwîq kir dest bi vê ceribandinê bikin, xwezaya zeviyên çandiniyê bû û wiha got: "Ji ber nêzîkbûna zeviyên çandiniyê ji çemê Firatê û başbûna axê bêyî ku tu tecrubeya me di çandiniya qerebît û lehaneyan de çêbibe me dest bi vê çandiniyê kir. Ez pir girîngiyê didim çandiniyê û ez hêvî dikim di dema pêş de wê çandiniya me baştir bibe."
Der barê barê cotkarên jin di nava şert û mercên aborî û siyasî yên li herêmê de cotkar Hesna El-Hişaş wiha dibêje: "Çandina qernebît û lehaneyan bi avê û simadê ve girêdayî ye û em hewl didin zeviyên xwe zêdetir bikin. Ihtîmada me li ser ava baranê ya zivistanê ye lê ew hindik e û em di warê fizîkî de jî diwestin. Malbatên ku di çandiniyê de kar nakin em zebze û nebatên ku diçînin didin wan jî da ku debara jiyana xwe bikin."
Cotkar Hesna El-Hişaş diyar kir ku çandiniya lehaneyan hewcedarê baldariyê ye ji ber ku ew ji nebatên din cudatir e û wiha got: "Em lehaneyan dûrî hev diçînin, di navbera her yekê de nîv metre heye, ji bo ku baş û rehet çêbibin. Demsala qernebît û lehaneyan 3 mehan didome û di hefteyê de carek hewceyî bi avê heye."
Hesna El-Hşaş di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniyê ji bo zeviyên çandiniyê û dabînkirina meştelan kir da ku berhemên wan bêtir misoger bibin.
"Pêwîst e destek bê dayîn"
Beşa çandiniyê yek ji beşên girîng e di aboriya mirovî de ku çandinî di sîstema aborî de ji bo rûbirûbûna xizanî û bêkariyê roleke girîng dilîze. Her wih çavkaniya sereke ya dahata civakên gundewarî ye û bi hemû beşên din ve girêdayî ye. Girêdayî vê mijarê Komîteya Çandiniyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê piştgirî da ji bo çandina zeviyên çandiniyê û bi taybetû berhemanîna zebzeyan. Her wiha li bajarê Hecîn jî  piştgiriya projeya cihêrengkirina zeviyên çandiniyê kir ku cotkaran dest bi çandina qernebît, lehane, tivir û xesan kirin , ev yek dest pê kirin da ku xwe bi xwe rêvebibin û di warê debara jiyanê de xwe bispêrin hêza xwe û beşa çandiniyê deh qat xurt bikin, pêdiviyên jiyanê li herêmê dabîn bikin.
"Ji bo xurtkirina beşa çandiniyê proje dan destpêkirin"
Nada El-Nimir di Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê de cih digre der barê girîngiya piştgirîkirina jinên cotkar de wiha got: "Ji ber ku herêmên me, bi çandiniyê navdar in û gelek jin ji bo debara jiyana xwe di çandiniyê de dixebitin, em hewl didin projeyên çandiniyê berfirehtir bikin da ku cotkarên jin sûd bigrin, debara mala xwe bikin û ji herêma xwe re sûdwer bin. Berfirehiya projeya ku me piştgirî daye nêzî 200 donimî ye û em simad, şitl, derman, amûr û her tiştê ku hewce dike ji bo çandiniyê pêşkêş dikin."
Her wiha Nada El-Nimir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ev projeya me serkeftî bû, lêkolînên zêde hene ji bo piştgiriya cotkaran û ji bo berfirehkirina vî karî lêkolînên me ji bo projeyên nû hene. Tevî hemû şert û mercên zemet ku em bi wan re rû birû dimînin jî em karê xwe didomînin û heya dikarin em piştgiriyê pêşkêş dikin."
Nada El-Nimir di dawiya axaftina xwe de li ser projeyên ku li ser tên xebitandin jî wiha got: "Projeya me ya meştelan ji bo demsala havînê heye her wiha projeya me ya çandina kartolan û projeya meştelê jî heye. Niha jî me lêkolînek dest pê kiriye da ku em projeya xwe ya piştgirîkirina cotkarên jin xurtir bikin û bibin destk ji hemû jinan re."