Jinên ciwan ruxmê êrişan xebatên xwe yên ji bo aboriyê didomînin

Jinên ciwan ên Til Temirê di bin şertê êrişan de ji bo bihêzkirina aboriyê dixebitin. Dewreya Şehîd Berfîn a dirûtinê ku Tevgera Jinên Ciwan dabû destpêkirin, bi girtina bawernameyan bi dawî bû.

Hesekê – Ruxmê êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Temirê û gundewarên wê, xebatên rêxistinbûyîna jinên ciwan jî didomin. Bi armanca pêşxistina aborî, Tevgera Jinên Ciwan li komîna gundê Ên El-Ebid ê navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke dirûtinê ya bi navê Şehîd Berfîn Botan vekiribûn, îro bi dayina bawernameyan bi dawî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rîhan Xelef bi nasnav Berfîn Botan yek ji gerîlayên YJA-STAR'ê ya ji navçeya Til Temirê bû û di sala 11'ê Hezîrana 2022'an de dema ku li dijî dewleta tirk li herêmên parastina medyayê ber xwe dida  jiyana xwe ji dest da.  

Di nava êrîşan de destekdayîna xewn û xeyalên jinên ciwan

Têkildarî perwerdeya dirûtinê mijarê Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Rîhab Elo axivî û ev tişt anî ziman: "Ruxmê êrîşên her roj û gefên dagirkirineke nû ya dewleta Tirk li ser herêmê dixwe, xebatên me yên rêxistinkirina jinên ciwan ranewestiyane, ji berê zêdetir bihêztir û berfirehtir bûne. Armanca me jî ew e ku em bigihîjin hejmareke zêde ji jinên ciwan û ciwanan da ku em pişgirî bidin pêkanîna hêvî û xeyalên wan di hemû waran de bîrdozî yan jî leşkerî û pîşeyî be. Li ser vî esasî berî mehekê ji bo 25 jinan ku temenê wan di navbera 15-25 de bû, me dewreya dirûtinê bi navê Şehîd Berfîn Botan vekir."

Armanc kêmkirina qeyrana aboriyê

Rîhab Elo li ser armanca vê dewreyê wiha got: "Yek ji armancên me ew e ku em bikaribin qeyrana aboriyê ya her roj mezintir dibe bi alîkarîdayina ciwanan û pêşxistina projeyên aboriyê sivik bikin. Dewreya me ne tenê dirûtina cil û bergan bû, dayina semîneran û çawaniya bikaranîna çekê bû. Ji bo ku em layiqî gulîmorên ku canê xwe fedayî vê axê kirine bin, em bi navên wan gelek proje û dewreyên ku jin jê sûdê dibînin û rêxistina me ji nêz û kûr ve nas dike vedikin, li ser wî esasî jî navê dewreya me Şehîd Berfîn Botan bû."

Bi lingekî beşdarî dewreyê bû teqdîrname girt

Sara Umer a ku ruxmî astengdariya xwe beşdarî dewreyê bû, di asta herî bilind de teqdîrname girt û ya yekemîn derket. Sara Umer nêrîn û hestên xwe wiha parve kir: "Di çûyîn û hatina gund de min pir zehmetî kişand lê belê ji bo ku di vê rewşa zor de ez bikaribim sûdê li xwe û civaka xwe bikim beşdarî vê dewreyê bûm. Kar wekî bazinê zêr di destê mirovan de ye. Di encama qezaya ku berî 12 salan çêbû, min lingekî xwe ji dest da, ev jî di bikaranîna makîneya dirûtinê de zehmetiyê çêdike. Lê belê min dikaribû alîkariyê bidim xwe û bibêjim; ez jî dikarim tiştek bikim. Tenê bi lingekî makîneyê bi kar tînim lê dema ku kehrebe nebe ez nikarim hevsengiya lingên xwe biparêzim û baş bi kar bînim. Ev dewre ji min re bû bingehek ku ez bikaribim di demên pêş de dikaneke dirûtinê ji bo xwe vekim. Tiştekî zehmet tune ye, yên ku bixwazin dikarin bikin."

Paşê bawername li jinan hatin belavkirin, bi girtina wêneyekî giştî û girtina govendê  kêfxweşiya xwe domandin.