Jinên Cezayîrê banga parastina mafê jinên karker kirin

Beşdarên sempozyûmê tekezî li ser pêwîstiya aktîvkirina metnên yasayî bi dayîna tezmînat û berfirehkirina çarçoveya parastina qanûnî ji cûrbecûr tundutujiya li dijî karkerên jin li Cezayîrê kirin.

Cezayîr - Komeleya Houriya ji bo Jinên Cezayîrî sempozyûmek bi navê "Rewşa Qanûnî ya Jinên Karker li Cezayîrê" ji bo nîqaşkirina kêşeyên hiqûqî, derûnî û civakî yên jinên kedkar ên Cezayîrê lidarxist.

Di sempozyûmê de dadwer Sematî El-Teyb bi navê "Pêşkêşiyên Yasayî ji bo Jinên Kedkar" nivîsa li ser aliyê mijarê yê dadweriyê amadekirî pêşkêşkirin ku tê de bal kişand ser valahiyên qanûnî yên di ewlehiya civakî de.

Dr. Malîka Benbûrdî jî bi navê "Pirsgirêkên derûnî yên jinên kedkaran" nivîsek a li ser aliyê deruniyê mijarê amadekirî pêşkêş kir.

Mijara sêyem jî ji aliyê berpirsa komîteya jinên ku di federasyonê de dixebitin Dr. Boudrouis Karima ve bi navê "Rola Sendîkayê di Parastina Mafên Jinên Kedkar de" hate pêşkêş kirin.

Di sempozyûmê de bal hat kişandin ser sererastkirina qanûna kar û dayîna mafê karker ku li gorî cewhera wê ya fîzyolojîkî tevdigere. Li gor ku ajansa me ji beşdarên civînê agahîgirtî ji sedî 40 ji tazmînatên ku jin jê sûd werdigirin di qada ewlekariya civakî de qet nayê pêkanîn.

Beşdarên sempozyûmê tekezî li ser pêwîstiya aktîvkirina metnên yasayî bi dayîna tezmînat ji jinan re kirin, nemaze lêvegera serdema kêmendamiyê û her wiha berfirehkirina qada parastina yasayî ji cureyên tundutujiya li dijî jinên ku li Cezayîrê dixebitin. Ev jî heman daxwaz e ku berê ji aliyê Koordînasyona Jinên Kedkar li Cezayîrê ve hatibû raberkirin, ku hişyarî da li hember mezinbûna diyardeya tacîzê di hawîrdora kar de.

Di nav daxwazên din ên ku di civînê de balhatinkişandina ser vekolîna rêgezên qebûlkirina betlaneya nexweşiyê ji bo jinên kedkar, digel dûrxistina nexweş ji peymana pêşîn a derbarê hin protokolên ku ji bo tazmînata hin dermanan hewcene digel sererastkirina xala 73 an ji qanûna 90-11 a girêdayî nakokiyên kar ên kesane, nirxandina pîvanên ji bo destnîşankirina tezmînata ji karavêtina keyfî.