Jinên Beyrûdê hewl didin di warê aborî de jinan bihêz bikin

Kargeha Komeleya Xêrxwazî ya Jinan a Bedxan di peydakirina berhemên xurekên bi kalîte xizmetê dike û di warê aborî de hewl dide jinan bihêz bike.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd - Piştî ku endamên Komeleya Xêrxwazî ​​ya Bedxan li Çiyayê Libnanê di warê çêkirina xwarinê de perwerde dîtin, ji hilberînê heta damezrandina yekîneyeke hilberînê, di van demên dawî de karîn kargehek ji bo çêkirina xwarinê vekin.

Seroka komeleyê Lara Şeya diyar kir ku jinên gund xwedî berhemên bêhempa ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji ber ku armanc avakirina projeyek serkeftî bû, vekirina kargehê bi derengî ket. Dihat plankirin ku kargeh di sala borî de were çekirin û vekirina, lê me tercîh kir ku em biçin cîhek nû û berfireh da ku em karibin xebatên xwe ji bo karkirina jinan berfireh bikin. Kargeh di nav çend projeyên ku ji hêla Wezareta Çandiniyê û Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ve hatine organîzekirin, bi armanca piştgirîkirina komeleyên kooperatîf û komeleyên jinên Lubnanî ye. Me avahî restore kir, fonên xêrxwazan beşdarî kirîna alavên ku ji bo çêkirinê hewce ne bûn û me di havîna 2022’an de kargeh vekir. Piraniya berhemên me di nav kargehê de an jî bi alîkariya endam û kesên ku piştgiriyê didin me têne firotin. Berhemên me ji ber kalîteyê pir ji  aliyê xelkê ve hatin pêşwazî kirin.”

‘Peydekirina enerjiyê yek ji astengên sereke ye’

Lara Şeya da zanîn ku peydekirina enerjiyê yek ji astengên sereke ye ku pê re rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Em niha hewl didin ku projeyek pêşkêşî xêrxwazan bikin da ku kargehê bi enerjiya nûjen veke, nemaze di nav qutbûna berdewam a elektrîkê de. Piraniya alavan hewildanek zêde hewce dike, ji ber vê yekê me nikarîbû heta niha firna elektrîkê bikar bînin û krîza aborî bandor li hemû qadan kir.”

Destpêkek xurt

Endama Komeleyê Sûzan Feyad eşkere kir ku kargeha Komeleya Xêrxwazî ​​ya Jinan a Bedxan yekem car e ku li taxa Aleyê xizmeta hemû herêmê dike û wiha anî ziman: “Me îsal dest bi hilberînê kir û em beşdarî gelek pêşangehan bûn.”

Endama Komeleyê Lîna Ez El-Dîn destnîşan kir ku ev destpêk gelekî xurt bû û wiha got: “Bi karê xwebexşiyê me karî madeyên xam û berhemanînê bikirin û di dema lûtkeya karê xwe de em neçar man ku di du dewreyên kar de bixebitin û ev hemû jî bi awayekî dilxwazî ​​dihatin kirin.”

Endama komeleyê Sena Şeya jî wiha got: “Piştî ku me çalakiyên normal ên civakê dimeşandin, wergirtina me ya Bursa Pêşengên Gundî gavek jêhatî bû, û damezrandina kargehê ji bo me hemiyan motîvasyonek bû.”

Cehîna Şeya anî ziman ku îro alavên wan ên cuda hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Lê hîn jî gelek alvên me kêm in . Em hemû bi hev re kar dikin û alikariya hev dikin. Em hêvîdar in ku karibin berhemên xwe li derveyî welat jî bifroşin.”