Jinên Aden ê pêdiviyên xwe bi rêya Îbşr ê dabîn dikin

Projeya Îbşr beşek mezin ji pêwîstiyên jinên Aden ên Yemenê dabîn dike û heta niha xwe gihandiye hejmarek mezin a jinan.

 
NÛR SERÎB
Yemen – Di nava kêmderfetiyên aborî yên Yemenê de Pirojeya Îbşr a 10'ê Îlona 2020'an hatî despê kirin ji bo jinan bûye alîkar. Telîa Salim di projeya xwe ya Îbşr ku daxwaza jinan pêk tîne de serkeftin bi dest xistiye û heta niha xwe gihandiye gelek jinan. Xwediya ramana Projeya Îbşr Telîa Salim ji ajansa me re li ser naveroka projeya xwe axivî û got: "Pirojeya min dikeve xizmeta beşa herî mezin a jinên Adinê de, jinên ku nikarin ji mal derkevin ji ber mercên welat an jî nebûna kesên ku hewcedariya wan peyda bike."
Di derbarê yên ku di vê projeyê de bi wê re dixebitin de jî Telîa Salim got: "8 qeptanên jin di nava pirojeyê de hene û hemû li ser rêvebirina bajarê Adinê hatine belav kirin. Ew daxwaza werdigrin û ji her cûreyê daxwazên ku xwarin re name, cil û berg peyda dikin û radestî xwediyê daxwazê dikin. Rêjeyek mezin a danûstandinên min bi jinên karsaz û dikandar re heye û pirojeyên biçûk ên ku hewceyê radestkirinê ne em di dema wê de çareser dikin û gelek welatiyên ku abûriya wan navîn bi mere têkildarin." 
Di derbarê rêbaza xwe gihandina jinan de jî Telîa Salim dibêje: "Bi navgîniya hejmarên me yê naskirî an bi navgîniya rûpelên medyaya civakî ya projeyê İbşir em tên agah dar kirin. Li gorî daxwazan em dûrist û lez dixebitin roj bi roj hejmara daxwaziyan zêde dibin."
Her diçe mişteriyên Îbşrê zêde dibin
Karsaziya ku xwediya firotgeha cil û bergan ( Staylî Kşxa ) Mûna El-xidir karê projeyê dinirxîne û dibêje: "Pirojeya Îbşr li bajêr zêdebûnek pir xweş û bi feyde ye û em ji hewildanê lêgerîna wesayîtan ku talebên cilên rezervkirî radestî kesê ku daxwaz kirin û tercîh dikin zutir bi cîh bînin. Kesên ku taleban dikin ji pirojeya İbşir pir kêfxweşin, terz û uslûbê xebatkarên pirojeyê erênî dibînin. Ev yek bûye sedema derketina navê pirojeyê û berdewamiya hevkariyê di navbera wê û firotgehê de."
Projeya Îbşr ji krîzên çêkirî yên di encama nakokiya siysî ya li Adin di navbera aliyên nakok de xelas nebû ye. Astengiyên herî mezin zêdebûna bihayê petrolê ye ku bandorê li projeyê dike.
Telîa Salim prsgirêkên pê re ru bi ru dimînin jî wiha tîne ziman: "Rewşa ewlehiyê bandorê li herikîna xebatê me dike. Em bi şev naxebitin ji bo rewşên lezgîn û xeter dernekevin. Dezgeha radestkirinê berî saet 9'ê êvarî li Adin ê tê girtin. Her wiha torên internêtê gelek caran qut dibe û ber xirabûna hindek rêkan dihêle ku alozî derkeve. Peyama min ji hemî karsaz û hemwelatiyan re ew e ku xebata me ya domdar li ser projeyên ku ji civakê re xizmetê dikin peywirek li ser me ye û ji bo avakirina pêşeroja xwe lazim e ku meriv şert û astengiyan bikêşe. Em dixwazin bibin hêza guhertina em dixwazin û bi xwe bawer vê didin destpêkirin."