Jinan biryar dan ku riya kariyera xwe biguherînin

Dibe ku gelek jin neçar bibin ji bo jiyanê di qadeke ku wan nehilbijartiye de bixebitin lê di demek nêz de ew dest bi kontrolkirina karûbarên xwe dikin, rewşa xwe diguherînin û karekî ku ew tercîh dikin didin destpêkirin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Mafê hilbijartinê ji gelek jinan re nayê dayîn bi taybetî di warê perwerdeyê de, hin ji wan li gorî daxwaza mezinên malbatê yan jî dê û bavan neçar bûn ku tiştên jê hez nakin bixwînin. Jin dibînin ku ew enerjî û wexta xwe winda dikin, tenê ji bo ku pere kom bikin û pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Gelek jinan biryar dane ku ji vê çerxê derkevin û riya jiyana xwe bi karekî din biguherînin ku bigihîjin tiştên dixwazin û hez dikin. Di raporta jêrîn de em ê çend mînakên van jinên ku ji bo bigihîjin armanca xwe rastî zehmetî û astengiyan hatin pêşkêş bikin.

“Bextewarî di xwenaskirin û xebata li qada herî nêzî dil de ye”

Yek ji an çîrokan jî ya Nahla Ehmed e. Wê piştrast kir ku bavê wê doktorê xwendina bilind bû li Fakulteya Bazirganiyê bû û dixwest keça wî li heman beşê bixwîne û ev tişt çêbû. Her wiha teqez kir ku piştî qedandina xwendina xwe, wê biryar da ku tiştê jê hez dike bike lewre ew li ser hînkirina matematîkê ku ji zarokatiya xwe ve jê hez dikir, xebitî û ji xwendina xwe bêpar ma.

Nahla Ehmed diyar kir ku bi derbasbûna demê re wê xwesteka xwe ya organîzekirina şanoyên hunerî ji bo zarokan dît û bi riya komxebata ji bo cihê rûniştina xwe dikaribû zarokan li ser şanoyan perwerde bike. Her wiha zêdeyî şanoyek ji bo belavkirina hişyariyê di nav dê û bavan de li ser çend mijaran hat lidarxistin, di nava wan de bandora malperên tora civakî li ser malbatê, zewaca biçûkan û sinetkirina jinan hebû.

Bi serkeftina keçên min di pêşandanê de min bextewarî bi dest xist. Ev hevoka ku Nahla Mexlûf bi bişirînek gotiye dema ku serkeftina keçên xwe bi bîr anî yên ku wan li ser dans û pêşandanan perwerde dike di şanoyên ku li bajar li dar dixin.

“Jin dikarin daxwazên xwe vebêjin û pêk bînin”

Nahla Mexlûf dît ku rastî gelek hatiye guhertin, jin êdî dikarin tiştên ku dixwazin bibêjin bêyî ku guh bidin kesên din. Piraniya jinan bi karê projeyan rabûn û dikaribûn bi rastî bi ser bikevin û krîzan derbas bikin ku van projeyên biçûk rewşa wan a jiyanî û civakî baş kir.

Nahla Mexlûf çend ji çîrokên li ser cîranên xwe vedibêje ji wan jineke ku hevserê wê ew berdaye û li yek ji bankan kar dike û biryar daye ku dest bi projeya xwe ya taybet bike heye, digel wezîfeya xwe. Wê dest bi amadekirina çêkirina nan kir û pêdiviyên malê kirî û dikaribû di nav gel de navdariyekê çêbike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Nahla Mexlûf got ku li kêleka min jinek dikaribû bi keda xwe ya berdewam kargehek ji hevserê xwe re veke û rewşa malbata xwe baş bike her wiha jineke din hebû hevserê wê felc bû, bi hev re tabloyên bi destan çêdikin û beşdarî pêşangehan dibin. Her wiha di projeya xwe de jî bi ser ketine, di heman demê de jinek û hevserê xwe hene ku kargehek wan a hingiv û ar heye û ew li ser kirîna hilberînan kar dike û bi rastî jî di projeya xwe de bi ser ket.

Nahla Mexlûf bal kişand ku jin dikaribûn tabû û nerîna kêm li ser xwe bişkînin û derkevin bazara kar û projeyên taybet pêk bînin. Jixwe rewşa aborî ya dawî ya li welat û encamên pandemiya koronayê ku ramanên karsaziyê yên cihêreng afirand, bi rêjeyek mezin beşdarî vê yekê bû, alîkarî kir ku van projeyan bi rê ve bibin ji bo dabînkirina hewcedariyên welatiyan bi navbeynkariya xwediyên projeyên biçûk.

"Ezmûnên jinan ên li hemberî zextên kar, ji bo serkeftinê alîkariya wan kir"

Parêzer Şeyma El-Werdanî got ku gelek êş û fişarên ku jin di kar de dikşînin hene lê wê dît ku çend ji wan dikaribûn çarenûsa xwe biguherînin bi balkişandina ser projeyek taybet ku heya radeyeke mezin bû alîkar di guhertina jiyana wan de ber bi başiyê ve.

Şeyma Yûsif teqez dike ku karê taybet û temamkirina projeyek dikare jiyana xwediya xwe biguherîne, nemaze ger ew pir bixebite û hewl bide bigihîje tiştê ku ew dixwaze. Şert û mercên aborî ev bûye zêdetirî 10 sal in dijwar bûne û wê bi xwe jî di dema şewitandina dadgehan û astengkirina kar de difikirî ku biçe ser karê projeya xwe lê wê nikaribû bigihîje vê yekê.

Şeyma Yûsif destnîşan kir ku hin kes li gorî pileyên xwendina xwe ya lîseyê kar dikin û azadbûna ji van qedexeyan ew e ku serkeftinek rastîn bi dest dixin, jin dikarin jiyana xwe bi dest bixin û di warê xebata kesane de bibin xwedî ezmûnên serfiraz û projeyên biçûk.