Jin tevî zehmetiyan xwedîkirina sewalan didomînin

Besma Hemadî ya ku ev nêzî 20 sal in li Cizîrê sewalan xwedî dike diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk xwedîkirina sewalan kêm bûye û got ku ew ê di her şert û mercî de jî karê xwe bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li herêma Cizîrê xwedîkirina gamêşan pîşeyek e taybet e. Eşîra El- Tey a Ereb bi dehsalan e gamêşan kedî dike û bi wê navdar bûye. Gamêşên Mezopotamyayê yek ji stûnên herî girîng ên sewalkariyê dihat hesibandin.

Besma Hemadî ya 35 salî ji Hara Tey ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 20 salan ve gamêşan kedî dike li kêlek çêlekan û bi wan re mijûl dibe. Besma dibêje ku ew bi kedîkirina gamêşan navdar in li herêma Cizîrê û wiha pê de diçe: “Ji salên berê de em vê pîşeyê de kar dikin, ev pîşe di eşîra me de nifş bi nifş tê derbaskirin. Ji niha ve em zarokên xwe fêrî kedîkirina gamêşan dikin ji bo ku neyê windakirin.”

Di nav her cure dewarên şîr de xwediyê şîrê herî bêkêmasî ye. Di heman demê de ew heywanek bi hêz e ku li ber nexweşî, şert û mercên xirab de, xwe digre: “Gelek feydeyên jêderkên wê hene. Şîrê gamêşan jî ji şîrê çêlekan baştir e. Em pê debara jiyana xwe dikin.”

“Gêmer” xwarinek gelêrî ye ku jin di çêkirina wê de afirîner in

Bi destên jinên Ereb xwarina gelêrî ya bi navê “Gêmer, Qeymax” ku ji şîrê gamêşan tê çêkirin, xweş dibe, ligel gelek jêderkên din ên xwedî gelek feydeyan. Di herêmê de ev xwarin di danê sibehê de li ser sifreya taştê tê danîn û jê hêla gelek mirovan ve tê hezkirin taybet dema ku li kêlek wê hingiv hebe. Besma Hemadî wiha behsa awaya çêkirina gêmer kir: “Di demjimêrên şefeqê de em gamêşan didoşin, şîr dimeyên û dixin legeneke mezin de. Pîştî wê em tebeqeya jorîn a gêmer bi derziyê diyar dikin, dûv re ava cemedê dirijînin da ku bibe qalib. Ew tebeqeya jor a ku dibe qalib, jê re; gêmer tê gotin.”

‘Kêmbûnek berbiçav di kedîkirina gamêşan de heye’

Di van çend salên borî de, li herêma Cizîrê kêmbûneke eşkere û berbiçav di hejmara gamêşan de heye. Malbatên ku 100 gamêş kedî dikirin, niha tenê 50 gamêş hene. Yek ji wan sedeman, bilindbûna nirxa dolar li hember lêreya sûrî, ku bixweber dibe sedema bilindbûna bihayê êm. Sedemek din jî ku girîng tê dîtin, kêmkirina asta avê ye, ji ber ku dewleta Tirk bi salan e av li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye, di nav de çemê Ceqceq ku cihê sereke yê avdana gamêşan e li herêma Cizîrê.

Êrişên dewleta Tirk ajaldariyê asteng dike

Besma Hemadî van sedeman teqez dike û vû yekê tîne ziman: “Tirkiyeyê av li ser me qut kiriye, ev yek jî dihêle ku em zehmetiyan bikşînin di kedîkirina wan de û di heman demê de gamêş bêav dimînin. Ji ber qutkirina avê, em neçar in ku gamêşên xwe bibin herêma Reqa di demsala havînê de da ku zuha nebin. Hin malbat hene nema gamêşan kedî dikin û hin jî hejmareke kêm li gel xwe hiştine.”

 ‘Em ê di her mercî de wan xwedî bikin’

Besma Hemadî destnîşan dike ku nikarin dev ji karê xwe berdin ji ber ku bûye beşek sereke ji jiyana wan, naxwazê ku winda tune bibin û wiha bi dawî dike: “Ev pîşe bûye beşek ji jiyana me û em nikarin dev jê berdin. Em gamêşan tenê wekî çavkaniya debarê nabînin lê em xwedî li wan derdikevin û naxwazin ji herêma me winda bibin. Em ê tevî her şert û mercî hewl bidin ku xwedîkirina wan bidomînin.”