“Jin stûna jiyanê ne bihevrebûn wan bihêztir dike”

Dema jin destên xwe didin hev, dibin stun ji hev re, jiyan jî bedewî û serkeftinan diyarî wan dike.

EVÎN ZENDA

Şengal- Li dijî aqilê mêrê serdest û pergala paşverû di roja me ya îro de, li her deverê cîhanê jin tekoşînek mezin didin meşandin. Ev tekoşîna ku bi hezaran sal e jin di her qadê jiyanê de li dijî aqilê ku jinan biçûk dibîne û dibêje jin  tiştek nikarin tê meşandin, îro hatiye wê astê ku jin dikarin bi xwe re malbat û civakê jî biguherînin.

Her çiqas di baweriya kevnare ya Êzdayetiyê de ciheke diyar ê jinan hebe jî mixabin her ku pergala serdest xwe di cîhanê de ferz kir û bi riya wê pergalê li ser civakan ferman û koletî hatin meşandin di nava civaka Êzidî de jî li dijî jinan desthilatdariya mêr xwe da pêş û vê yekê kir ku di civakê de piranî jin di malê de bên hepskirin û mafên wan ên pêşxistin, kar û xebatê ji destên wan bên girtin.

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an di nava civaka Êzidî de jî gelek guhertin û veguhertin çêbûn. Yek ji wan jî ew bû ku berê di civakê de ji derveyî malê xebata jinan şerm dihat dîtin, lê niha ev yek di asteke bilind de hatiye derbaskirin. Jinên Şengalê yên ku fikra jiyana azad û wekhev ji bo xwe pejirandine, ji bo jiyanîbûna vî fikrî bê rawestan kar û xebat didin meşandin. 

Piştî Fermanê di Şengalê de di asteke mezin de jinan di hemû qadên jiyanê de kar û xebat dan meşandin yek ji wan jî karê xeyatiyê ye. Erzan Hecî û Nesîma Hecî jî du hevalên hev in ku ji bo debara malbata xwe sê sal in karê xeyatiyê (terzîtî) bi hev re dikin.

Nesima Hecî ji me re kurteçîroka xwe û ya hevala xwe Erzanê anî ziman. Berî fermanê ew li Şemala çiyayê Şengalê yanî li komelgeha Borik bûne û hevala wê Erzan jî ji qibleta çiyayê Şengalê gundê Til Qeseb bûye. Pişt fermanê du sê salan wan ji kampên Başûrê kurdistanê berê xwe dane Şengalê û li Şengalê çûne perwerdeyên xeyatiyê dîtine li wir hevaltiya Erzanê dike.

“Bi alîkariya hevala xwe min dest bi xebatê kir”

Nesima bi van gotinan qala karê xwe û hevala xwe dike: “Piştî dewreya perwerdeyê min ji bo xwe dikanek vekir lê pir biçûk bû, hevala min Erzan jî ji min re got dikana min mezin e were em bi hev re kar bikin. Min jî pêşniyara wê pejirand û ev sê sal in ku em bi hev re vî karî didin meşandin.”

“Em debara malên xwe dikin”

Nesima di berdewamiya gotinên xwe de qala hevaltî û karê xwe kir û wiha bilêv kir: “Ez û hevala xwe Erzan weke du xwişkan e em bi hev re pir dibin arîkar, tevahî karên xwe, pêdiviyên xwe, bi hev re pêk tînin hevjînên me xwe têkilî me nakin, em diçin bajarên cuda ji bo xwe pêdiviyên xwe tînin. Em li gorî dilê tevahî muşteriyên xwe cilan çêdikin. Piranî em cilên çanda xwe çêdikin. Yên ku ji bo cilan serdana me dikin jî dema çav bi min û Erzanê dikevin bi bandor dibin û ew jî dixwazin ji bo xwe kar bikin. Dema em ji derdora xwe re dibin mînak ev ji bo me jî dibe cihê şanaziyê.”

“Divê li pêşiya jinan nebin asteng”

Nesima di dawiyê de bi van gotinan bang li jinan kir û got: “Di civakê de dibêjin jin nikare û astengiyan derdixin lê ev şaş e. Ger riya jinan neyê girtin, jin dikarin tevahî karan bi serkeftî bikin. Niha ez û Erzan debara malên xwe dikin, çavên me li destên hevjînên me nîn e. Ez bang dikim ku tevahî jin ji bo xwe kar û xebatê bikin. Bila jin guh nedin kesan û astengiyan ji pêşiya xwe rakin.”

Erzan Hecî qala girîngiya kar kir û wiha got: “Berî karê xeyatiyê jiyana me nexweş bû ji ber bandorên fermanê li ser me gelek bûn, dema em tenê di malê de bûn zehmet bu lê bi hevaltiya Nesîma û karê me derûniya min baştir bû. Divê tevahî jinên Êzidî ji derveyî malê ji bo xwe jiyanê ava bikin da ku bikaribin bandorên fermanê ji ser xwe û civakê rakin.”

“Divê jin astengiyan nas nekin”

Erzan Hecî di dawiya gotinên xwe de bi van hevokan bang kir: “Çi kar jî be jin dikarin bikin, niha em karê malê û karê xwe yê xeyatiyê bi hev re dikin. Bila civak rê li pêşiya jinan negire. Ez bang dikim ji bo tevahî jinan ger rêgirî li pêşiya wan hebe bila têbikoşin û li hemberî astengiyan rabin.”