Jin li dijî ambargoyê ji bo aboriya xwe ya serbixwe dixebitin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jin rûxmê rêgirî û ambargoya ku ji aliyê PDK’ê ve tê pêkanîn, ji bo aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin têdikoşin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Bi penaberiyê re ji salên 1994’an heta 2023’an jinên ji wargeha Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rêxistinbûna xwe ava kirin. Jinan li gel xebatên ku dimeşînin, saziyên ku hatine avakirin li ser bîrdoziya rizgariya jinan ava kirin.

Weqfa Jinan a wargeha Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî di perwerde û rêxistinkirina jinan de roleke girîng dilîze. Her sal di qadên civakî yên cuda de ji bo jinan perwerde li dar dixin. Herî dawî jî perwerdeya dirûtinê ji bo jinan dabûn destpêkirin. Yek ji wan jinên ciwan Eylem Kara ku di dirûtxaneyê de kar dike, li ruxmê bêderfetiyên heyî jî ji bo ku hemû pêdiviyên xwe bi xwe pêk bîne kar dike qala zorî û zehmetiyên ku kişandine kir.

‘Ez fêrî gelek tiştan bûm’

Eylem Kara di destpêka axaftina xwe de armanca xwe ya ji bo kar anî ziman û wiha got: “Armanca min a hatina vê derê ew e ku ez bikaribim xwe bi xwe li ser lingan bigrim. Ez bi xwe bi kêrî xwe bêm û wek jinek di aliyê madî de tiştek bigrim. Jin gelek kêm kar dikin û min jî bi xwe xwest wek jinek karê xwe bikim. Weqfa jinan dewreyek vekir, ez jî beşdarî vê dewreyê bûm û di wir de fêrî gelek tiştan bûm. Min jî xwest ez xwe hîn bi pêş bixim û bi qasî 7-8 mehan e di dirûtinxaneyê de kar dikim.”

Rêgirî û ambargo astengî ava dike

Eylem Kara diyar kir ku gelek jin hene dixwazin di dirûtxaneyê de kar bikin lê ji ber sedema nebûna derfetan daxwazên wan pêk nayên û wiha berdewam kir: “Em destpêkê gelek bûn, ji ber ku makîne tunebûn û xira bûn, kesek jî alîkariyê neda me ku em bikaribin di vir de 20 jin bixebitin û di heman demê de rêgirî û ambargo jî heye. Ji ber wê yekê tu alîkarî nîn e. Me bi qasî 20 jin perwerde dît lê ji wan tenê em 3 kes man. Ji ber ku makîne tunebûn, tiştên pêwîst tunebûn em sê kes tenê dixebitin.”

Dixwazin hemu jinan fêr bikin

Eylem Kara destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke ew e ku hemû jin bikaribin xwe di hemû aliyan de perwerde bikin û got: “Me gotiye ji îro û pê ve em ê dewreyên cuda vekin, em ê zêdetir jinan perwerde bikin da ku ew jî fêr bibin, ne ku bên li gel me kar bikin, ji bo ew jî di mala xwe de bin an jî li cihek din bikaribin xwe li ser piyan bigrin. Ango em ê dewreyek vekin ku jinên din jî bixwazin bên û bikaribin beşdarî perwerdeyê bibin. Tiştên ku jin ji me dixwazin çi ji me tê em cil û bergên wan çêdikin ango modelên cuda cuda em çêdikin, em jî dixwazin cil û bergên wan xweşik çêbikin.”