Jin ji bo dabinkiriya jiyana xwe tiliyên destê wan di nava axê dene
Jin ji bo bi destxistina jiyanê li gel xwe şer dikin, lê belê ji ber civakê nikarin keda xwe bi awayê dixwazin nîşan bidin. Ajansa me JINHA çû serdana gundê Şatwan li gel ew jinên ku li kêleka piatatan runiştine û karê pitatan dike kir.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Ev zeviyê pitatan li gundê Şatwan ya ser bi qezaya Seyîdsadîq veye. Çend ton pitat ku rojane ji aliyê komek jin ve tê komkirin, li bazarê bi zorê diçin. Ev yek derdikeve holê ku jin rojane heqê westana xwe nagrin û ji bo dabînkirina jiyana xwe bi destê xwe şer li beramberî axê dikin. Me weke ajans rojekê karê van jinan şopand. Di nava germaya havînê de û germahiya deşta Şarezur ji birkirina birsibûnê, lê belê di nava saetekê de jî ew bêhan westana xwe nadin. Me gelek hewil da ku ev jinên ewqas kedê didin ji mikrofonên mere bi axivin, lê belê ji tirsa derxistina kar nexwestin ji bo me bi axivin.
Me ji hewil da ku bêyî dimenên wan jinan me guhê xwe da çîroka niv rojek ya wan jinên bêyî ku guh bidin serma û germayê her roj ji bo dabînkirina jiyana xwe û malbata xwe kar dikin.
“Kar li gora werzan tê guhertin”
Jina bi navê Helîme Mehmûd ku li ser karê vê koma jina disekine û bi mebesta çinina pitatan bang dike, li gora ragihandinan rojane di seet 05:00’ê siharê tên ser kar heta 12:00’ê nivro. Helime weke dayika jinên kedkar tê nasîn da diyarkiirn ku rojane xwediyên kar peywendî li gel wê dikin da ku karkeran jêre kom bike û ew ji çend jin û jinên ciwan nas dike li gel xwe tîne kar û bi hevre kar dikin û dibêje: “Hinek karker hene cihê lê mayinê nîne, ez wana dibim mala xwe heta ku cihê lêmayînê jêre peyda dikim, yan ji hinek karker hene zanîngeh temam kirine ji ber bê kariyê tên dibin karker. Kar li gora werzan tê guhertin niha werza komkirina pitatan, bamya û bacana ne, beriya niha werza diruna genim û ce bûn.”
Nexwendin û bê kari wisan kiriye ku jin hemû curên karan bikin
Şeyma Abdulla jinek ku qasî temenê xwe westayî, di ruyê wê de xuh ji nava çavê wê de dihat xwarê wiha behsa jiyana xwe kir û got: “Karkirin niha ji bo ewên xwedî bawernameyê gelek zore. Ji ber niha em ne xwendevanîn û jinin kar berdestê me nakeve, ji ber wê niha em vî karî dikin û heta ku em hebin em ê vî karî bi domînin.”
Di nava vê koma karkeran de ji derveyî Kurdan, Ereb jî hene. Jina bi navê Nur heyder jinek ciwan û bejin bilinde daxwaz kir ku deng û dimenê wê dernekeve ji ber vê yekê me ew dernexist. Me pirsek jê kir got çima tu karek wiha dikî? Got: “ Ez roniştvana Selehedînim û min zanîngeh beşê zanista Îslamê temem kiriye, lê belê em koçber bûn niha em li Sirwana girêdayî Helepçe diminin. Bi rêya Helîmê min dest bi kar kiriye. Ji bo bidestxistina jiyanê pêwistiya me bi karkirinê heye.”