“Jin ji bo dabînkirina jiyana xwe di mercên nebaş de dixebitin”

Jinên ji welatên cuda di biniya Komeleya Rewşa Jinê de pirsgirêkên jinan ên welatê xwe di rewşa aborî de nîqaş kirin.

CAROLIN BAZZI

Beyrûd - Komeleya Enstîtuya Piştevaniya Jinê ya Urdunê di bernameya Foruma rêxistinên ne hikumî de li Komîsyona Rewşa Jinê di rûniştina xwe ya 66’an de semînerk dîjîtal a bi sernavê “Karê nefermî yê jinan: Maf û parastin" çalakiyek paralel li dar xist. Di semînerê de nûnera Komeleya Enstîtuya Piştevaniya Jinê ya Urdunê Mayson Amarneh, lêkolîner û çalakvana mafên mirovan a Pakistanê Rabîa Hadî û şêwirmend û lêkolînera mafên mirovan Mervat Rechmawî ji Filistînê axivîn.

"Di karên nefermî de herî zêde jin cih digirin"

Di semînera dîjîtal de nûnera Komeleya Enstîtuya Piştevaniya Jinê ya Urdunê Mayson Amarneh behsa xebata nefermî an jî beşa nefermî kir ku dijwariyek mezin ji bo aborî û civaka Urdunê çêdike. Mayson Amarneh amaje bi wê yekê kir ku têgeha beşa nerêxistinkirî hem bi mêran û hem jî bi jinan re mijûl dibe, ji ber vê yekê her du jî rastî kêşeyan tê, lê di vê beşê de herî zêde jin hene û wiha domand: “Beşa nefermî hemî çalakî û pîşeyên ku bi gelemperî ji hêla kes an pargîdaniyên biçûk ên ku ne qeydkirî ne, ne di bin qanûnên bacê de ne, lê bi çalakiyên ku ne qedexe ne têne kirin. Ev beş di warê ewlekariya civakî, tenduristî û mafên din ên ku karmendek di beşek fermî an organîze de bi dest dixe, xebatkarên xwe ji parastina civakî bêpar dihêle. Lewaziya beşdariya aborî ya jinên Urdunî ji rêjeyên serperiştiyê li Qraliyetê zêde dibe ku bandorê li zêdebûna rêjeya xizaniyê dike. Rêjeya beşdariya aborî ya jinan di pênc salên dawî de di navbera ji sedî 13.2 û 14.5 de bû ku tê wê wateyê rêjeyek mezin ji jinan li Urdunê bêkar in. Her wiha  hejmara karkeran di vê beşê de bi qasî 440,000 û hejmara Urduniyan jî 400,000 e. Xebatkirina di beşa bê rêxistin de bandorên neyînî yên girîng dike.”

Mayson Amarneh bilêv kir ku karker di mercên zor de dixebitin û wiha domand: “Ya yekem, ew karkerane ji ewlekarî û parastina civakî bêpar dihêle û wan rastî şert û mercên dijwar ên xebatê dike di encama nebûna jîngehek minasib ji bo xebatê. Bi qeyrana cîhanî ya di beşa tevnê de li cîhanê, Urdun jî di nav de, bi hezaran karkerên jin ji kar hatin derxistin, lewra berê xwe dane beşa nerêxistinkirî, ji ber ku tu qanûnên me bi mijarê re têkildar nînin. Vê yekê jî hişt ku ev jin rastî zehmetiyan bên di bazara kar de, ji ber ku bazar wan kesên ku temenê wan ji 45 salî zêdetir e nagire û piraniya wan xwedan asteke nizim a xwendinê ne û derfetên di warê pêşkeftinê de bidest nexistine.”

Milyonek jinên Pakistanê di beşa nefermî de dixebitin”

Rabîa Hadî, lêkolîner û çalakvana mafê mirovan a Pakistanê û nûnera Komeleya Aurat, li ser rola komeleyê li Pakistanê têkildarî bihêzkirina jinan di warê civakî de û piştgirîkirina saziyên civaka sivîl û civakên herêmî, axivî û wiha got: "Komele ji bo parêzvaniya jinan li Pakistanê dixebite. Ev rêxistin li dijî polîtîkayên dîktatoriyê ye û doza azadiyê dike.”

Rabîa Hadî bal kişand ser karê nerêxistinkirî li Pakistanê ku tê de bi mîlyonan karkerên jin hene û wiha dom kir: "Jin ji bo piştgiriya malbata Pakistanî û ji bo kêmkirina êş û azarên malbata xwe gelek tevkariyê dikin. Di xebata nefermî û peydakirina parastina vî karî de dijwariyek mezin heye û aboriya nefermî rêjeyên xizaniyê û kêşeyan zêde kiriye. Ev beş li hemî welatên pêşketî berferehbûna xwe didomîne ji ber ku tu siyaset an zagonên ku vê berfirehbûnê sînordar dikin tune.”

"Jin motîvasyona sereke ya wekheviyê ye"

Mervat Reçmawî ya ji Filistînê jî behsa rola mekanîzmayên netewî yên jinan û peywendiya wan bi xebata jinan di beşa nefermî de kir û karê nefermî kir du beş, beşa yekem karkerên di beşa nefermî de, ya duyem jî karkerên nefermî yên ku di sektora fermî de dixebitin. Mervat Reçmawî amaje bi wê yekê kir ku ji sedî 61 ê karmendan li seranserê cîhanê bê rêxistin in û hejmara karkerên di beşa nefermî de ji sedî 51,9 tê texmîn kirin lê yên ku di beşa fermî de dixebitin ji sedî 6,7 in.

Mervat Reçmawî bal kişandin ser rola mekanîzmayên neteweyî yên ji bo jinan û bilêv kir ku mekanîzmayên neteweyî yên ji bo jinan bi gelemperî di asta dewletê de ji bo wekheviya zayenda civakî motîvasyona sereke ye û wiha domand: "Xebata mekanîzmayên jinan ên neteweyî rê dide hikûmetê ku stratejî, bername, plan û polîtîkayên pêwîst bipejirîne. Ew jî bi riya pêşkêşkirina şîretkirina li ser bandora hemû polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan pêk tên.” 

“Hêza aborî ya jinan esasê hemû mafan e”

Rihana Sumisha ku ji Mexribê axivî jî bal kişand ser rastiya aborî ya jinan a li welat û diyar kir ku 5 salên dawî di warê aborî ya jinan de tu guhertineke girîng çênebûye tenê zêde bûye û wiha berdewam kir: “Ger em ji Mexribê dest pê bikin, di heyama belavbûna nexweşiya koronayê de piraniya kargehên ku jin tê de dixebitin xebata xwe didomînin, parastinek tune bû û heta tazmînata ku karkeran bi dest xist jî ji bo jinan îstîsnayek bû.”

"Pêdiviya me bi felsefeya guherînê heye"

Suzan Aref a ji Iraqê jî behsa bandora şer û pevçûnên çekdarî li ser rewşa jinan bi taybetî jinên koçber û penaber kir, her wiha bilêv kir ku mijara nexweşiyê ji aliyê aborî ve pişta jinan şikandiye. Suzan Aref nerazîbûna xwe li hemberû van rewşan bi vî awayî anî ziman: “Ruxmî hemû îmkanên Neteweyên Yekbûyî ku li ser pirsgirêkên jinan kar dike lê rastiya jinan ber bi paşdebûnê ve diçe. Her wiha li ser mijara kota û beşdariya siyasî ya jinan ku weke şeklî dibînin. Ji ber ku ew kota ji bo berjewendiyên partiyan dihat bikaranîn ku ne ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan e.”

Suzan Aref da zanîn ku rêjeya jinan di bazara kar de li Iraqê ji sedî 10 tê texmînkirin, ango ji sedî 90 ji jinan bêkar in û tekez kir ku pêwîstiya wan bi felsefeya guhertinê heye, ji bo guhertina civakê û guhertina nûneriya siyasî bo xebata li ser pirsgirêkên jinan.

Pêşniyarên Komîsyona Rewşa Jinan a di rûniştina 61’an de, ew e ku nebûna hêza aborî ya têr dibe sedema koçberiyê. Li dûv wê jî pirsgirêkên ku bandorê li zarok, malbat û civakê dike, her wiha bihêzkirina aborî bingeha hemû mafan e.