Jin birçî û destvala vedigerin malên xwe!
Li Tirkiyeyê ji ber ku hema bêje her demjimêr bihayê her tiştî zêde dibe jin bi destên vala ji bazarê vedigerin malên xwe. Yek ji wan jinên ku li bazarê ye dibêje; “Di vî temenî de ez nanê li kolanan dibînim dibim malê dixwim” yek jî bi gotinên; “Tu tiştek ber bi başiyê ve naçe” rewşa giştî tîne ziman.
DÛRKET SUREN
Stenbol – Li Tirkiyeyê ji ber ku rewşa aborî her diçe xirabtir dibe û tevî krîza ku her roja diçe kûrtir dibe jî hikûmet heman polîtîkayê dimeşîne. Vê rewşê jî dibe sedem ku gel di nava xizaniyê de bijî. Li bazarên taxê ku herî zêde bihayê her tiştî li wan zêde dibe, jin nikarin tiştek bistînin û diyar dikin ku ew nikarin debara xwe bikin. Li bazareke taxê ya Yenîşehîra Stenbolê, me ji jinan pirsa rewşa aborî, debara wan û bihayê zêde kir. Hemû jinên ku me mîkrofonên xwe dirêjî wan kir, bi heman rengî bersiv dan û bal kişandin ku her diçe xizanî zêdetir dibe. Hema bibêje hemû jinan gotin ku ew nikarin debara xwe bikin, aboriya welat di rewşeke pir xirab de ye!
“Ji ber ku rewşa wan baş e loma diaxivin”
Nerîman Elverîş dibêje ku ew bi mehaneya malnişîn a hevjînê xwe hewl dide debara xwe bike ji bo pirsa me ya “li bazarê rewş çawa ye?” wiha bersiv dide: “Qet baş nîn e. Em nikarin debara xwe bikin. Min pere ji kurê xwe girt û hatim bazarê. Keça min wele debara me nabe û em nizanin çi bikin. Mehaneya min têr nake. Siyasetmedar hema ew e biaxivin. Ji ber ku rewşa wan baş e loma diaxivin. Gotinên wan dijberî rastiyê ne, rewş qet jî baş nîn e. Min bi 15 TL kîloyek fêkî girt. Em tenê dikarin nanê ziwa têr bixwin. Bila wan kesên ku dibêjin rewş baş e van gotinên min bibihîsin.”
“Rewşa aborî pir xirab e perîşan bûn em!”
Ayşe Gunel a li ser dezgeha xwe ya bazarê ji pirsa me ya “Rewşa bazarê çawa ye” bi gotina “pir xirab e” dest bi axaftinê dike û wiha didomîne: “Aborî pir xirab e, em perîşan bûn! Binêre me gelek tişt anîn lê ji serê sibehê ve em vala li vir disekinin. Kes nikare bistîne, bihayê her tiştî zêde bûye! Divê ku êdî hin kes ji vê rewşê re bibêjin bes e! Em nikarin tiştên me firotine ji nû ve bînin. Kêfa me tê em dibêjin baş e me firot lê ji ber bihayê zêde em nikarin careke din heman tiştî bi heman bihayî bikirin. Wele rewş bi giştî qet baş nîn e. Her kes ji ber bihayê zêde bi gazin e. Her hefte zem tê. Her tişta ku em dikirin bi zem e loma em nikarin bikirin. Wele debara me nabe qey ez derewan bikim. Mala me kirê ye, fatûrayên av, cereyan û gaza xwezayî hene, 2 hezar TL mehaneya malnişîniyê têr nake. Em mecbûr in bixebitin lê bi vî awayî xebat jî nabe. Em tên bazarê di ser de jî zabite ji me re astengî derdixin. Qey ji bo debarê em diziyê bikin? Em çi bikin? Ez 60 salî me hê jî dixebitim. Rewşa me pir xirab e. Nexweşiya şekir û tansiyonê bi min re heye. Hevjînê min ji serê xwe nexweş e. Gelo em dikarin çi bikin?”
“Em bixebitin jî betal bin jî pê re nagihîjin”
Keziban Salman jî diyar dike ku çiqas bixebitin jî ji ber zemê nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û wiha dibêje: “Em bixebitin jî betal bin jî pê re nagihîjin. Tu çi dikirî bihayê wê zêde ye. Hêza me têr nake. Xaniyên me kirê ne, du zarokan didim xwendin. Em di rewşeke zehmet de ne. Vê pandemiyê jixwe me perîşan kir. Hevjînên min ji kar derxistin. Bi zorê ji xwe re karek dît. Tu têyî bazarê çi bikirî, ji 10 TL kêmtir nîn e. Êdî hêza me têr nake, her tişt pir zor û zehmet e.”
“Bihayê rûn bûye 100 TL!”
Keziban Salman, qala bihayê tiştan dike û dibêje: “Ji fêkiyan bigre heta cilan her tişt gelek zêde biha bûye. Tu diçî marketê bihayê rûn bûye 100 TL. Ne dikarî fêkiyan bigrî, ne tiştên taştê û ne jî tiştek cuda. Debara malê gelek zor bûye. Ez naxebitim. Hêza me tenê têra bazarê dike, ew jî êdî gelek biha bûye. Wekî dewlemendan ne pêdiviyên me hene, ne jî rehetiya me heye. Em di rûnê xwe de dişewitin û diçin. Her diçe rewşa aborî ber bi xerabiyê ve diçe. Me qet nedît ber bi başiyê ve biçe. Xwedê dawiya me bi xêr bike.”
“Însan nikarin tiştên baş bigirin”
Emîne Yel a nikare li cihê pîjemayê firotine yên nû bigire jî ji rewşa aborî gilî dike û zoriyên xwe wiha tîne ziman:
“Kêm jî be li nava bazarê hewl didim heqê nanê xwe derdixim. Welatî nikarin tiştek bigirin bihayê her tiştî gelek zêde bûye. Binêre ez vî pîjemayî bi 25’î difiroşim. Dema bixwazim bikirim tê binêrî bihayê wê bûye 28. Ez van bifiroşim li cihê wê çawa hinekên din bigirim û bi çendê bifiroşim? Dê kî ji min bigire? Yên bigrin nîn in. Ez çûm min ên bê qîmet girtin. Ez dema didim muşteriyan şerm dikim. Ew hîn bûne bi qasî 5-10 salane heman pîjemayan bi heman bihayî digirin. Ez niha van ên xirab bidim, ji min re nabêjin xaltî te çima qumaşê wan xira kiriye. Însan nikarin tiştên baş û bi kalîte bigirin. Malê erzan didî naecibînin, yê biha bidî hêza wan têrê nake bigirin.”
“Bihayê zeytînan jî zêde bûye, feqîr dê çawa bixwin”
Emîne Yel bi lêv kir ku bi karê dike nikare debara xwe bike û ger meaşê hevjînê wê yê teqawîdbûnê nebûya nikaribûn gava xwe bavêjin û wiha didomîne: “Bihayê kîloya penîr bûye 50 -60 lîra. Bihayê zeytînên nebaş jî pir zêde bûye çawa bigirin, feqîr û fiqare dê çawa bixwin. Ez xwe nafikirim êdî. Bi xwe û vî temenî nanê li kolanê dibînim dixwim êdî. Bi rastî jî debar gelek zor bûye.”
“Em ne dikarin goşt ne jî fêkiyan bigirin”
Şengul Demîr a bi gotina her tişt biha bûye dest bi axaftina xwe kir û bi lêv kir ku ji ber bihayê zêde ji bazarê nikare tiştek bigire û vala vedigere malê wiha domand: “Tenê bihayê tiştên di poşetên di destên min de 100 lîra ye. Min tiştek jî negirtiye. Em nikarin tiştên ku pêwîst in bigirin. Em nedikarin goşt ne fêkî ne jî tiştekî din bigirin. Rewşa aborî xirab e, em nikarin tiştekî bigirin. Dibe ku siyasetmedar dibêjin rewşa aborî baş e. Ji bo wan baş e ne ji bo me. Feqîr her dem feqîr in. Tiştek bi dewlemendan nayê.”