Jin bi keda xwe bûn çavkaniya sereke ya debara malbata xwe

Şer û pevçûnên li Sûriyeyê bûn sedem ku bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe bibin, di nava xizanî û mercên zehmet de bijîn. Jinên penaber bi ked û zanîna xwe ya çêkirina xwarinên gelêrî, hewl didin ku siya xizaniyê ji ser jiyana xwe bidin alî.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Jinên serperişt li Idlibê dixebitin ku ji jêhatîbûna xwe ya xwarinê sûd bigirin û debara xwe bikin. Ji ber xizanî, penaberî û nebûna derfetên kar, ji bo ku li hemberî şert û mercên dijwar li ber xwe bidin, daxwazên xwe bi cih bînin û bigihîjin vegereke darayî ya ku têra hewcedariyên wan dike dixebitin.

Xwarinên bi navê kubba, cesqat û ebarq xwarinên malê ne ku Samiya El Sultan a 33 salî, ji bajarê Idlibê baş wan çêdike û bi jêhatîbûneke mezin wan amade dike, difiroşe jinên taxa ku lê dijî. Ew piştrast dike ku xizanî û hewcedarî bûye sedem ku vî karî bike lewre jiyan zehmet e, lêçûna jiyanê pir giran bûye û niha kar pêwîstiyek e, ji bo peydakirina pêdiviyên rojane.

“Ez ji xwe re li riyek geriyam û min dest bi çêkirina xwarinê kir”

Samiya El Sultan wiha dibêje: "Piştî mirina hevjînê min di êrîşek di sala 2019'an de, cih li min teng bû û bûm berpirsa dabînkirina pêdiviyên jyanê. Piştî bêhêvîbûna min ji bo peydakirina derfeta kar, min biryar da ku ez derfeta xwe bi xwe çêkim û ji zanîn û jêhatîbûna xwe ya çêkirina xwarinê sûdê bigirim da ku debara xwe bikim.”

Di destpêkê de wê bi riya cîran, nas û xizmên xwe karê xwe bi pêş xistiye û sira serkeftina wê ew e ku eleqeya wê bi paqijiya xwarin û parastinê re baş e. Her wiha kirîna tiştên pêwîst bi baldarî û bi kalîte, zêdetir bandorê li ser muşteriyan dike û berê wan dide wê derê.

“Xebata li malê çêtir e lewre dikarim bi zarokên xwe re baştir eleqedar bibim”

Li ser çawaniya organîzekirina dema xwe, Samiya El Sultan destnîşan kir ku xebata ji malê derfetê dide wê ku zêdetir wextê xwe bi zarokên xwe yên keçik re derbas bike û wiha domand: "Ez bi şev xwarinê amade dikim da ku amade be û bi roj jî li zarokên xwe dinêrim. Di warê pêşketinê de bi wan re eleqedar dibim.”

Her wiha Samiya El Sultan bal dikşîne ku ew daxwazek mezin a ji bo xwarinên amade dibîne, çi ji karkerên jin ên ku wextê wan têrê nake ku bi saetên dirêj li metbexê ji malbatên xwe re xwarinê çêkin, çi jî ji jinên ku jêhatiniya wan a çêkirina xwarinê tune ye.

Bi cîranên xwe re xwarinan çêdikin û kara ku jê tê bi hev re parve dikin

Li aliyê din Zehra El-Berûdî ya 36 salî ku ji bajarê Seraqib ber bi Sermedayê ve penaber bûye, li wê derê metbexeke normal di mala xwe de ava kir. Bi alîkariya hejmarek ji cîranên xwe yên jinebî û jinên girtiyan xwarinan amade dike. Der barê vê yekê de jî wiha dibêje: "Hevserê min birîndar bû, di encamê de lingên wî jêbûn û ji ber ku ez dayika çar zarokan im, min biryar da ku kar bikim ji bo debara malbata xwe. Min xwest ji jiyana xizanî û belengaziyê rizgar bibim, ji ber vê yekê, min di destpêka sala 2021'ê de ev projeya biçûk ava kir. Ez li wir daxwazên xwaringeh û dawetên ku bi riya telefonê ji min tên xwestin pêk tînim. Ez gelek caran ji jinên taxa ku lê dijîm alîkariyê digrim û qezencên xebatê em di navbera xwe de parve dikin.”

Li mala xwe pasteyên bi xurme û şêrînahiyan çêdike û difiroşe

Nûra El-Ebbas a 29 salî, ji bajarokê Telmans koçberî bajarokê Kalî yê gundewarê bakurê Idlibê bûye û dayika sê zarokan e, ji ber ku di temenê biçûk de zewiciye, xwendina xwe neqedand. Ew şîrîniya kenafê û mişebek amade dike û difroşe cîranên xwe an jî xwediyên dikanên şîraniyê. Der barê karê xwe de jî dibêje: "Hevserê min nexweşê dil e û rojane bi 30 lîreyên tirkî di atolyeya hesinkar de dixebite ku ev jî hindik e pêdiviyên herî pêwîst ên jiyanê ji bo malê peyda nake lewre min biryar da ku bi xebata xwe ya çêkirina şîrîn û pasteyan alîkariya wî bikim.

Nûra El-Ebbas amaje bi wê yekê dike ku di meha Remezanê de li malê keka bi xurma çêdike û kurê xwe yê 10 salî dişîne bazarê û wiha li axaftina xwe zêde dike: "Di meha Remezanê de daxwazeke baş ji bo vî cureyê kekan heye. Ez sibehê zû radibim, dest bi çêkirina şîrîniyan dikim, paşê zarokên min şiyar dibin û diçin dibistanê û ez hewl didim beriya ji dibistanê vegerin karê xwe biqedînim.”

“Jin li hemberî rastiya jiyanê ya zor û tal têkoşiyan û deriyên nû ji xwe re vekirin”

Civaknas Îlham El-Ecmî ya 38 salî ji bajarê Seraqib e der barê xebatên jinan de wiha got: "Şer rastiyeke nû afirand, hevjînên bikarhatî yên kesên ku hatine kuştin, dîlgirtin û birîndar bûne derxist holê. Ew jinên ku neçar man xwe û malbatên xwe bi tena serê xwe xwedî bikin di van rewşên madî yên zehmet de têdikoşin. Vê yekê jinên Idlibê bi astengî û zehmetiyên mezin re rûbirû hişt.”

Îlham El-Ecmî diyar dike ku jinên Idlibê rastî dijwariya dabînkirina debarê tên. Her wiha da zanîn ku piştî rêjeya xizaniyê li bakur-rojavayê Sûriyeyê ji sedî 90 zêde bû, jin ji ber bihayê zêde, penaberî û tunebûna piştgiriyê bêdeng nemane, ew li hember rastiya xwe ya tal têkoşiyane û deriyên nû ji kar re vekirine.