‘Jin bi aboriyek serbixwe dikarin li dijî binpêkirinan derkevin’

Parêzer Hind Îsmaîl teqez dike ku di warê aborî de xurtkirina jinan yek ji rêbazên herî girîng e ku jin bi riya wê dikarin binpêkirinên li dijî xwe red bikin, serxwebûn û aramiya pêk bînin.

ASMA FETHI

Qahîre- Gelek saziyên Misirê hewl didin jinan di warê aborî de xurt bikin ji bo wan ji zextan û binpêkirinên civakî rizgar bibin. Ew baş dizanin ku jin gelek caran ji neçarî hemû tiştan qebûl dikin, ji ber hewcedariya darayî ji bo mesrefa xwe û zarokan neçar dimînin ji gelek rewşan re bêdeng bimînin.

Dema ku me xwest em rewşa jinên parêzgeha Îskenderiyeyê bizanibin, me dît ku di serî de hişyariya jinan bi girîngiya hebûna jêdereke dahatê ya serbixwe heye. Ji bo ku tiştên li ser wan ferzkirin red bikin û ji xwe re alternatîfan ava bikin di warê aborî de li çavkaniyan digerin.

Li parêzgeha Îskenderiyeyê rewşeke cuda heye, piraniya jinan dixwazin pisporiya xwe di pêşengiya karan û pêdiviyên bazara kar de veguhezînin jinên din. Wisa gelek jinan sûdê girtin û guhertina rastî pêk anîn xurtbûna xwe ya serbixwe pêk anîn bi taybet keçên di navbera 20-30 saliya xwe de dikaribûn di vî warî de bi ser bikevin.

Xurtkirina jinan li parêzgeha Îskenderiyeyê rastiyeke berbiçav e

Parêzer û dîzaynera cil û bergan Hind Îsmayîl got: “Xurtkirina di warê aborî de heye û berbiçav e. Beşek ji jinan di temenê navbera 20-30 saliyê de ketina ferqa girîngiya hebûna jêdereke dahatê ya serbixwe. Xurtkirina aborî mafên jinan misoger dike û wan ji desthilatdariya mêr rizgar dike. Jin bi wê yekê dikarin biryaran bigrin û tundiya darayî û derûnî qebûl nekin.”

Hind Îsmayîl bi jinên din re jinan perwerde dike û berê jî perwerdeya dîzaynkirina cil û bergên xwe dîtiye lewre hewl dide pisporiya xwe bide jinên derdorê jî.

‘Rêbazên perwerdeya pîşeyên ku jinan di warê aborî de xurt dikin cuda ne’

Hind Îsmayîl diyar dike ku riya fêrbûnê vekiriye, jin piştgirî û alîkariya jinan dikin ji bo di warê aborî de xurt bibin û dahatên wan berdewam bikin jî divê projeyên demkurt an dem dirêj hebin. Bo mînak înternet yek ji wan rêbazên bê beramber e ku jiyana gelek jinan diguherîne û bi riya korsan û bernameyên xwendinê ku tê de peydane li gel karê bi komeleyan re wê bi xwe jî sûd ji înternetê di hemû aliyan de girtibû,.

Mijara dîzaynkirina cil û bergan nasnameyek taybet ji bo her jinê çêdike tevî ku tiştê herî baş ji madeyên herî baş û ciwan ji bo xwe peyda dikin lewre ew pisporiya xwe vediguhezîne heval û jinên derdora xwe.

Ji ezmûna wê xeyalê  xurtkirinê pêk tê

Hind Îsmayîl ezmûna pêkanîna xeyalê xwe vedibêje çawa ji hezkirina wênekêşiyê dest pê kir û xwe bi pêş xist ket warê cil û bergan. Wisa pêdiviyên xwe ji cil û bergan bi giştî peyda kir û dibêje: “Pirsgirêkên min hebûn ku min cil û bergên baş li gorî xwe nedidîtin da ku min ev kar bi xwe ji xwe re kir û derdora min jî pejirandin, niha ez hewl didim brandeke taybet bi xwe çêbikim.”

Astengiyên di warê aborî de li pêşiya jinan

Der barê astengiyên li pêşiya jinan derdikevin de Hind Îsmayîl dibêje: “Hişyariya hejmareke zêde ji mêran li parêzgeha Îskenderiyeyê nîn e ji bo jinan bihêlin bi azadî kar bikin û xeyalên xwe di xurtkirina aborî de pêk bînin. Parêzgeh biçûk e rewş tê guhertin û aliyên neyênî kêm dibin. Hind Îsmayîl destnîşan dike ku hin mêr bi hemû rêbazan hewl didin jin li malê kar bikin û tevli jinên din nebin ev jî mijareke divê bê sererastkirin.”