Ji nehsaliya xwe ve hînî ajokariyê bûye
Jina ciwan a bi navê Ronahî Ehmed Hebeş di 9 saliya xwe de dest bi ajovaniyê kiriye. Ronahî diyar dike ku wê bi ajotina motorê kevneşopî, fikr û nêrîna civakê ya li dijî jinan guhertiye.
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin pêk hat. Ji zarokan, heta kesên temenê wan mezin cihê xwe di nava vê pergalê de digirin û bi awayekê bi rêxistinkirî tevdigerin. Her wiha jin di vê projeyê de rola pêşengiyê lîstin. Niha bi pêşengiya jinan kar û xebatên sazî û dezgehên girîng tên meşandin. Her wiha gelek pîşeyên bingehîn ên ku bi behremendiya kesan çêbûye bi pêş ketin. Yek ji wan ajotina maşîne û motorê ye. Jina ciwan a bi navê Ronahî Ehmed Hebeş 24 salî ye û ji gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî ku herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve di sala 2018'an de tê dagirkirin weke her malbata Efrînê malbata Ronahî jî berê xwe dide riya koçberiyê. Niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijî. Bi afrîneriyek mezin ji 9 saliya xwe ve hinî ajokeriyê dibe û niha motor, traktor û maşîneyan dajo. Ronahî Ehmed Hebeş têkildarî karê xwe nêrîna xwe parve kir.
9 salî dest bi ajovaniyê kir
Ronahî diyar kir ku ew di 9 saliya xwe de hînî ajovaniyê bûye û wiha domand: "Ez hîn biçûk bûm kêfa min ji ajotinê re dihat, piştî ez bûm 9 salî min dest bi ajotina biskilêtê kir. Piştî ku ez baş hînî ajotina biskiletê bûm, bavê min meraqa min ferq kir û piştgirî da min û ji min re motorek kirî. Mirovên ku bixwazin motorê bajon divê di destpêkê de hînî ajotina biskiletê bibin, ji ber biskilet bingeha ajotina motorê ye. Ez bûm 12 salî min bi awayekê rehet motor dajot. Piştî ku ez bûm 13 salî meraqa min hîn zêdetir bû û min berê xwe da traktorê, ez ajotina traktorê jî hîn bûm."
Bi israra xwe kevneşopiya civakê guhert
Ronahî di berdewama gotina xwe de diyar kir ku wê bi ajotina motorê keneşopiya civakê guhertiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beriya şoreş pêk were karê ajotinê aydê mêr dihat dîtin. Dema, min li Efrînê motor dajot, kesên ku min didîtin karê destên xwe berdidan û li min temaşe dikirin ku jinek çawa motor dajo. Ji ber ku di nava civakê de kevneşopî hatibû rûniştandin ku ajotina motor û maşîneyan aydê mêr e. Lê min bi ajotina motorê hemû kevneşopî û mêzekirina civakê ji jinan re guhert. Wê demê jî ez nakokî dijiyam lê tu caran min gav paşve neavêt û bi israrek mezin li pey xwesteka xwe meşiyam. Pir kes ji bira û bavê min re digotin şerm e keça we motor dajo lê ji bo min tu carî nebû mişkule û bi kêfxweşiyek mezin min karê xwe berdewam dikir."
"Bi zanistê, kevneşopiya civakê tê guhertin"
Ronahî herî dawî da zanîn ku mirovên dixwazin xeyalên wan pêk were divê têbikoşin û wiha bi dawî kir: "Tu kar aydê kesekê nîn e loma her kes dikare her karê bike ku ev nêzîkatî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re guherî. Ez daxwaz dikim ku kesên behremendiya wan hebe bila li pey xeyalên xwe bimeşin û ji bo ku xeyala wan veguhere rastiyê divê têbikoşin. Dema Efrîn hat dagirkirin, ji ber min ajotinê dizanibû, dikaribûm malbata xwe ji êrîşan biparêzim û min hemûyan ji xeterê xilas kir. Her wiha dema nexweşiyek ango karê çolê hebûya min yekser maşîne ango traktor dajot, ji bo wê mirov çi bizanibe ew baş e. Divê em bi pêşketinên mezin kevneşopiyên civakê biguherînin. Ji bo wê zanist tiştek baş e, mirov dikare bi zanistê her karî bike."