‘Ji bo tu karan ne dereng e’

Li gundê Sarkapkan ya girêdayî herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê, Hadiya Muhamed ku bi terzî û dizayna li ser kompertîrê debara xwe dike peyama ‘Dema ku mirov destpê bike ji tu karan re ne dereng e.’ da.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Hadiya Muhamed li gundê Sarkapkan ya girêdayî herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê jiyan dike, ji sala 2019’an ve bi pîşeya terzîtiyê debara xwe dike. Ji derveyî pişeya terzitiyê dizayna kompîterê dike, diyarkir ku hinek jin ji ber astengiyên civakê bejdarê jiyana kar nabin.

‘Piraniya firoşgehan ji aliyê jinan ve tê rêvebirin’

Hediye Muhamed der barê karê xwe de wiha got: “Heskirina min ya kar ji aliyê malbata min ve hate piştgirîkirin. Li Sarkapkan gelek jinên ku xwedî karê xwe hene. Lê belê li hinek ji wan di mal de kar dikin ji ber vê nayê dîtin. Li gundê Sarkapkan piraniya firoşgehan ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Ji bo ez bibim xwedî aboriya xwe a serbixwe min xwest bi xebitim. Ez di wê baweriyê deme hemû jin wisane, lê bele astengiyên civakî jî hene.”

‘Ez gelek ji karê xwe hez dikim’

Hediye  Muhamad da zanîn ku jinên Kurd dixwaze bi xebite û wiha got: “Jinên Kurd kêrhatîne û gelek deman kêrhatiyên xwe na veşêrin û di demên rast de nîşan dide. Peyama min ji bo jinan ewe ku ji bo karkirinê tu deman ne dereng e. Bi ceribandin û berdewamkirinê emê bikarin bigihin armanca xwe. Ez gelek ji kare xwe hez dikim û piştgriya mirovan ji kare min re gelek başe.”