Ji bo jinên xebatkarên Şaredariya Kabîlê fermana ‘di mal de bimînin’
Tundiya Talîbanan a li hemberî jinan dewam dike. Niha jî ji bo jinên xebatkarên Şaredariya Kabîlê ya ku berî deshilata Talîbanan ji sêyan yekê 3 hezar xebatkarên wê jin bûn fermana “di mal de bimînin” dan.

Kabîl- Waliyê Talîbanan ê Kabîlê Hamdullah Nomany fermana jinên di rêveberiyên herêmiyên Kabîlê de dixebitin divê neyên kar da. Daxuyaniya walî wihaye: “Ji bo demekê rawestandina xebatên jinan dê bi sud be.”
Ji sêyan yekê 3 hezar peyîwirdanan jin bûn!
Daxuyaniya walî hema xistin meriyetê û li cihê peyîwirdarên şaredariyê yên jin peyîwirdarên mêr bicîh kirin. Beriya rêveberiya Şaredariya Kabîlê bikeve destê Talîbanan ji sêyan yekê 3 hezar peyîwirdarên wan jin bûne.
Rojên despêkê yên Talîban hatî ser deshilatê diyar kiribû ku dê li hemberî jinan polîtîkayek maqul bimeşînin û tund nêz nebin.