Ji bo jinên ji kapma Holê vegeriyane perwerdeyên pîşeyî tên dayîn

Navenda Karûbarên Civakî ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane perwerdeyên pîşeyî û hişyariyê dide. Jin bi perwerdeyên pîşeyî yên dibînin, dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Bi armanca peydakirina derfetên kar ji bo jinên ji kampa Holê vegeriyane, Navenda Karûbarên Civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyên perwerdeya karên destan ên cuda vekirin. Di perwerdeya ku 3 mehan berdewam kir de jin fêrî dirûtina cilên zarokan û çêkirina aksesuar û alavên xemilandina dîwaran bûn.

Hînî berhemên bi destan tên çêkirin dibe

Meha Mihemed El Qasim a ji kampa Holê vegeriyaye û li kantona Dêrazorê ye behsa armanca xwe ya bi tevlibûna perwerdeya li ser tenvkariya bi destan kir û wiha got: "Piştî derketina min ji kampa Holê û di rewşa aborî ya zehmet de û ji ber ez bi tena xwe malbata xwe xwedî dikim, min biryar da karên tevnandina destan fêr bibim ji bo bikaribim debara mala xwe bikim. Karê tevnandina destan gelekî tê xwestin bi taybetî ji aliyê jinan ve ji ber çand û dîroka herêmê temsîl dike.”

Meha Mihemed El Qasim bal kişand ku bi riya perwerdeyan hemû cureyên tayên di tevnandinê de tên bikaranîn nas kiriye û wiha berdewam kir: "Her karek cureyek wê ya tayê taybet heye. Hinek ta hene, ji hiriyê ne di çêkirina cilên zarokan û kirasan de tên bikaranîn. Hinek ta jî hene bi morîkan re tên çêkirin."

‘Em di kampa Holê de ji jiyanê dûr ketibûn’

Meha Mihemed El Qasim behsa guhertina berê û piştî derketina ji kampa Holê kir û wiha got: "Em di kampa Holê de ji jiyanê dûr ketibûn. Hêviya me ya dewamkirinê yan derketinê nema bû. Piştî em ji kampê derketin nêrîna me ya ji bo civaka derve hat guhertin. Her dem min dipirsî wê çawa me pêşwazî bikin û danûstandinê bi me re bikin. Gelo ez û zarokên xwe em ê bikaribin bi civakê re bidin û bistînin?”

Meha Mihemed El Qasim der barê destwerdana navenda baldariya civakî di xurtkirin  pêşxistin û guhertina fikrên jinên vegeriyane ji bo tevli civakê bibin de got: "Navenda Karûbarên Civakî piştgiriya madî xizmetên sereke û derûnî didin jinên ji kampê vegeriyane. Proseya tevlibûna me ya civakê jî bi riya vekirina perwerdeyên kar û fikrî ne. Di van perwerdeyan de em gelekî teşwîq bûn ku em ji fikrên tundrew ên bi salan di mêjiyê me de mane xilas bibin."

‘Bi saya perwerdeyan me projeyên taybet ava kir’

Di berdewama axaftina xwe de Meha Mihemed El Qasim diyar kir ku perwerdeyên dîtine bûye sedem ku pisporî û karê wan zêde bibe û bi riya wan projeyên taybet, bi xwe vekirine û wiha got: "Em dikarin niha tevli bazara kar bibin. Ez di mala xwe de berhemên destan çêdikim û alavên xemilandina dîwar û maseyan jî çêdikim. Piştî ku diqedînim, difroşim dikanên taybet ên ku van alavan difroşin. Her wiha ez beşdarî hemû çalakî û pêşangehên ku navend vedike dibim. Gelek zehmetî di peydakirina alavên pêwîst de me dît. Ji ber rewşa zehmet hinek alav hene ez nikarim bikirim. Her wiha her demê jî nayên peydakirin. Ji ber van zehmetiyan min projeya xwe berfireh nekir."

‘Perwerdekarên jin kedeke gelekî mezin didin’

Meha Mihemed El Qasim li ser perwerdeyên ku dibîne got: "Perwerdekarên jin kedeke gelekî mezin di zanakirin û hişyarkirina me de didin. Piştgiriya derûnî jî didin me. Em qet nawestin. Ez bi hêvî me projeyên nû, dewreyên perwerdeyên din di hemû aliyan de vebin, bi taybetî projeyên ku jinan di warê aborî de xurt dikin. Her wiha hêvî dikim perwerdeyên fikrî jî zêde bibin ji ber rola jinan gelekî xurt dikin û wan dixin nava civakê."

Di dawiya axaftina xwe de Meha Mihemd El Qasim got: "Divê hemû jin û bi taybetî jinên ji kampa Holê vegeriyane bi hêz û îrade bin da ku bikaribin li pêşiya hemû zehmetiyan bisekinin."