Ji bo birçî nemîne pûngê difiroşe

Zeyin Huthut ji ber sedema şertên zor ên aboriyê bi 16 saetan firotina pûngê debara xwe dike û bê ku guh bide gotinên civakê hebûna xwe didomîne

RAFİF ESLEEM

Xeza – Dayika 7 zarokan Zeyin Huthut a 30 salî rojê 16 saetan bi firotina pûngê debara zarokên xwe dike. Zeyin Huthut a ku ji bo peyîdakirina kar serî li gelek saziyan daye di gelek xebatan de ceribandinên kar kir, lê karek li gorî xwe nedît. Zeyin Huthut a ku sê sale vî karî dike got: “Serê sibê bi karê malê mijulim, piştî xwarinê amade dikim diçim zarokên xwe ji dibistanê digirim. Piştî nîvro jî ez diçim pûngê kom dikim û dibim difiroşim.”

“Ger nexebitim emê birçî bimînin”

Zeyin Huthut da zanîn ku oda di têde bi cîh bûne jî ne ayîdê wane û wiha domand: “Ev oda ayîdê malbata hevjînê mine û her dem dibe ku min derbixin. Li ser rêyan dema pûngê difiroşim rastî tacîzê têm. Li gel vê jî rastî gotinên weke ‘jinek çawan heya saetên şevê li ser rêyan dikare bixebite’ têm. Lê ev ne di xema min de ne. Ger weke dayik nexebitim dê zarokên min ji birçîna bimirin. Ya niha ji bo min giring debara min û zarokên min e.”

“Ez nikarim tiştên ku zarokên min dixwazin ji wan re bigirim”

Zeyin Huthut zanî ziman ku hevjînê wê jî li ser zibaleyan pilastîkan kom dike lê hevjînê wê ji wî karî gelek kêm pere qazanc dike. Zeyin Huthut bi xemgînî bilêv dike ku ji ber zoriyên aboriyê ew nikare li gorî daxwazên zarokên xwe cil û xwarinê ji wan re bigire, li gel hemû ziriyan jî têkoşîna li jiyanê mayînê didomîne.

Li Xezayê rêjeya bêkariyê zêde ye

Li gorî rapora dawiyê ji aliyê Navenda Îstatîstîkên Filistînê ve hatî weşandin sala 2022’an li Xezayê rêjeya bêkarî û hejariyê gihiştiye ji sedî 89’an ku sala 2021’an ev rêje ji sedî 75 bû.