Ji ber qedexeya zozanan dest ji koçberiyê berda niha di nava zeviyan de dixebite

Hulya Geyîk, ji ber qedexeya çûyîna zozanan, neçar ma ajalên xwe bifroşe û dest bi karê çandiniyê bike. Tevî temenê xwe yê mezin tevahiya rojê li nava zeviyê dixebite û di konê de dimîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Bedlîs - Ji ber ku di van salên dawî de li herêmên çiyayî operasyonên leşkerî di bin navê ‘ewlehiyê’ de bi taybetî zêde dibin, kesên ku ajalan xwedî dikin nikarin biçin zozanan. Ajalên ku xwdiyên wan ji ber operasyonan nikarin wan bibin zozanan, di rê de telef dibin. Hulya Geyîk a 60 salî ku 20 sal in her havîn diçe çiyayê Nemrûdê yê Tetwana Bedlîsê, ji ber qedexeya derketina çiyayan neçar ma hemû ajalên xwe bifroşe. Hulya Geyîk ku piştî firotina ajalên xwe vegeriya Tetwanê, bi vedana konê xwe li quntara çiyayan, di nava zeviyan de dixebite.
Ji ber qedexeya zozanan ajalên xwe firot
Hulya dibêje ku wan piştî ku 25 salan dev ji koçeriyê berdane û li nava zeviyan dixebitin. heya Hulya diyar dike ku ew ji meha Hezîranê heta payîzê li Tetwanê, di nava zeviyan de dixebite û dibêje: “Destûr nadin em biçin van zozanan, hemû riyan girtine. Ji ber vê yekê me rabû hemû ajalên xwe firotin. Piştî ku me dest ji koçeriyê berda her tişt ji bo me zehmet bû. Em hatin bajar. Niha em di nava bexçeyan de dixebitin. zarokên me jî bi me re dixebitin.” 
"Ji sibê heya êvarê li nava zeviyê dixebitim" 
Hulya diyar kir ku ew ji karê di dema koçeriyê de dikir qet nediwestiya loma jî bêriya wan rojan kiriye û got; "Di dema koçeriyê de me her tişt dikir, me ajalan xwedî dikir û teşî dirêsa. Me pezên xwe didotin û em her roj diçûn bêriyê. Me zarokên xwe dikir tûrikê pişta xwe û pezên xwe didotin. Wê demê, nexweşî û pirsgirêken me tunebûn. Niha li vir tiştek me tune ye, em tenê ji sibê heya êvarê li zeviyan dixebitin. Ez 60 salî me, bi saetan li vir digerim. Kar tune ye, hêz tune ye, ez ji neçarî vî karî mame.”
“Ji ber germahiya havînê pir zehmetiyê dikşînim”
Hulya dibejê ku ji ber ew fêrî hewaya henik a zoznan bûne havînê dihatin quntara Çiyayê Nemrûdê û li wir koçeriyê dikirin û got; "Niha li vir bi zarokên xwe re em kolanê dikin, di konan de dimînin. Ji ber germahiyê pir zehmetiyê dikşînim. Ji bo debara xwe bikim, neçar im bi zarokên xwe re di van mercên zehmet de bixebitim.”