Ji ber ku alternatîfa kar tune ye jinên Amedê bi mûçeyê kêm dixebitin
Kesên ku ji ber krîza aborî di peydakirina pêdiviyên xwe yên ceyran, av, gaza xwezayî, xwarin, cil û gelek tiştên din de zehmetiyan dikşînin, ji ber zêdebûna bacê zehmetiyên mezin dijîn. Jinên ku li kargeha kerpîçan a li Amedê neçar in bê sîgorte û bi mûceya kêm bixebitin balê dikişînin ku alternatîfek wan a cuda tune ye loma vî karî dikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Bi pêvajoya pandemiyê re li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê zêde bû. Karkerên jin bi taybetî di vê pêvajoya ku bi zehmetî û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin de, di bin şert û mercên zehmet de nan dibin malên xwe. Jinên ku li kargeha kerpîçan a Amedê bi saetan di bin toz û axê de dixebitin, dibêjin ku ew di kargehê de ji bo baca ku zêde dibe bidin û zarokên xwe birçî nehêlin dixebitin. Jin di navbera 08.00-17.00’an de dixebitin û diyar dikin ku 10 meh in bi meaşê kêmtirîn dixebitin û dibejîn ew li kargehê kerpîçên ku di makîneyê de derdikevîn di konên de cih dikin diyar kirin ku ew bi saetan bi hêza bedena xwe dixebitin û bi moralê ku didin hev demên xwe yên xebatê veguherandine kêliyên xweş.
"Fêrbûna me ya kar bi rojan didome”
Hanim Şahîna ku yek ji karkerên jin ên 13 sal in di febrîqeyê de dixebite ye balê dikşîne ser zehmetiya karê xwe. Xanim Şahîn diyar dike ku jin bi rojan xwe fêrî xebatê dikin û di vê pêvajoyê de pir diwestin û dibêje, jinên temenê wan mezin jî ji ber zehmetiyên aborî neçar in werin bixebitin û wiha didomîne; “Ev kar ji jinên ciwan re hêsantir e. Jinên temenê wan mezin pir zehmetî dikşînin. Rojek tên dixebitin, dûre ew du roj nayên, dûre dîsa dest pê dikin. Ew hêdî hêdî fêr dibin. Karê ku em dikin zehmet e lê divê em bixebitin. Li vir, kerpîç di makîneyan de têne hilberandin, em wan derdixin û datînin ser maseyan. Di mehên zivistanê de, em bi vedana konan li ser maseyan dixebitin. Ew diçin stokan vala dikin, dûre em ên vala tijî dikin. Em bê rawestan dixebitin.”
"Em bi mûçeya herî kêm bêsîgorta dixebitin"
Xanim Şahîn destnîşan kir ku jin ji ber kar nabînin neçar mane di kargehê de bixebitin û diyar dike ku ji bo ku nan bîbin malên xwe vî karî dikin. Hanim Şahîn axaftina xwe wiha didomîne: “Em li vir herî zêde 10 mehan dixebitin, zivistanê dema baran zêde dibare em nikarin bixebitin. Lê dema ku havîn tê, em dîsa li ser karê xwe ne. Jin ji bo ku birçî nemînin, li destên mêr û dewletê nenêrin, dixebitin. Dewletê bacê pir zêde kiriye, ji ber vê yekê mirov nikare li tu deran pere berhev bike. Pereyê wan têra wan jî nake. Karê me ne bi sîgorte ye, em bi mûçeya kêmtirîn dixebitin.”
"Em heya dawiya demsalê bi hev re dixebitin"
Xanim Şahîn diyar dike ku hawirdora wan a tenê ji jinan pêkte dihelê ku tehemulê karê xwe bikin û got ku her çend karê wan zehmet be jî ew nizanin dem bi jinên ku hawirdorê xweş dikin re çawa derbas dibe. Xanim Şahîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne; “Em bi jinan re baş li hev dikin, em hewl didin ku xebatê xweş bikin. Em xwarinên xwe li vir dixwin, dema ku li vir xwarin tune be, em bi hevkariya hev ji malên xwe tînin. Li vir tiştê herî xweş hevaltiya me ye. Em heya dawiya demsalê bi hev re dixebitin.”